ÇÎROKA SÊ PIRPIROKAN LÊGERÎNA HEQÎQETÊ YE

  • 2018 7 15 | Gotar

 

Rojekî ji rojan sê pirpirokên ku hevalê hevdû ne dest bi temaşe kirina xwezayê dikin û ji dûr de ronahiyeke dibinin, pir meraq dikin ka gelo çavkaniya vê ronahiyê de çi heye. Hûn jî dizanin pirpirok pir ji ronahiyê hes dikin lê ev ronahî berovajiya hemû ronahiyan e. Ev ronahî li ser erdê ye, ne li asîmanê ye.

Her sê heval biryar didin ku ka ew ronahiya heyî çiye, biçin lê binerin û nas bikin.

Pirpiroka yekem xwe nêz dike û paşde ve digere û dibêje; “Pir ciwane û xweşike”

Pirpiroka dûyem xwe hindekî ji ya berê xwe zêdetir nêz dike, dizivire û dibêje; “Pir germ e, germahiyê wê gelek e”

Lê bersiva herdû yan jî ji bo ku tu bigihîjî heqîqetê ne têrker e, wê demê gelo pirpiroka sêyemîn bikaribe heqîqeta vê ronahiyê binase an na?

Dûvre pirpiroka sêyemîn baskê xwe li hevdû dide û berê xwe dide ronahiyê, diçe nava wê û dinava vê ronahiyê de dişewite. Bivê çalakiya xwe pirpirok nişan dide ku ew ronahî agir bi xwe ye. Raste! Agir hem germ dike hem pir xweşik e lê heman demê de di heqîqeta agir de bersiva herî dawî diyarker e, ew jî agir; dişewitîne. Heqîqeta agir ev bi xwe ye. Wê demê ger em dixwazin rastiya agirê azadiyê fêm bikin pêwîste bi wê re bibin yek…