Çand û jiyana civakî:

  • 2018 kenon 6 | Gotar

*Çand û jiyana civakî:

Civakbûn berhemek bi çandbûnê ye. Dema ku mirov çanda xwe diafirîne, di heman demê de pêkhatiyek nû ya ku jêre civakbûn tê gotin jî  pêş xistiye. Xwezaya civakî (xwezaya dûyemîn), cîhana afrêneriya çandî tiştê ku mirovan di nava xwezayê de afirandiye wekî xwezaya dûyemîn tê pejirandin: tiştên ku mirovan li ser rûyê erdê afirandiye, li rûyê erdê ji ber xwe nîn e. Her çendî di nava xwezayê de heyberê wan yê destpêkê hebe jî, beşek ji van piştî ku di pêvajoyek pir balkêş de derbas dibin, şêweyekî digirin û tên warên diyardeyek heyberî. Her wiha vê şêwazê afirandinê li gel xwe bi taybet di roja me de bi asta ku girtiye li ser xwezayê xwezayek dûyemîn zêde kiriye.

Hin lêkolînvan, civak wekî çandek mirovahiyê didin nasîn. Hin jî, çandê wekî berhemek civakbûnê digirin dest. Lê em dizanin ku bêyî civakbûnê bi çandbûn çênabe. ji ber ku tiştê di mirovan de guhertinê biafirîne, berheman derbixîne holê ‘tevî xwezayê’ hebûnê pêkbîne, wekî hebûnekî civakî, hebûna xwe bi ewle kirine. Ji ber vê yekê şert û merca yekem di aliyê çandbûnê de civakbûna mirov e. Ji ber ku bê ku civakbûn were çêkirin, mirovbûn nayê pêkanîn. Rêber APO jî, vê nêrînê bi awayekî herî zelal datîne holê. Lê belê civakbûn bi xwe jî ji ber ku bi temamî afrêndeyek mirovan e, mirov dikare ji wê re jî bêje çanda mirovan.

Her ku di pratîka civakbûna mirovan de kûrbûna ku tê jiyîn, bi hêza mejî û hişmendiya xwe li ser rûyê erdê qasî mirov bêje ji sifrê dest pê dike ku tiştekî dişibe wê nîne, berhemên bi vî awayî yên bingehîn û xweşik jî çê dike. Sedema vê, pêwîstiyên mirov yên ku ji ber hebûna wê ya civakî xwe didin pêş e. ji ber ku civakbûn çalakiyeke mirovan ne, ya bi zanebûn e, tiştê ku mirov pêktîne her ku civakbûn çêdibe, li gorî pêdiviyên çêkera civakî derdikeve holê. Civakbûn hem pêdiviyên me pêşwazî dike hem jî pêdiviyên nû diafirîne. Her ku civakbûn pêşdikeve, pêşwazîkirina pêdiviyan derdikevin holê û ji bo çareseriya pirsgirêkan li ser pêşketina afrêneriyê, bûye sedem ku mirovahî tiştên balkêş bike. Di vê wateyê bi çandîbûnê re, mirov, hemû heyînên di xwezayê de hene –kevir, ax, hewa, çavkaniyên li ser erd û bin erdê- di parzûna xwe re derbas dike. Wekî ji pêdiviyê re bibe bersiv digire dest û awayekî dide tiştan.

 

1-      Mirov hebûnek çandî ye:

Ji bo mirov bikaribe li ser rûyê erdê bijî, pêdiviyên wê yên bingehîn çi ne? Wekî ajoyên bingehîn ên mirov birçîbûn, parastin û ajoyên zayendî hene. Hewldana bersivdana van ajoyan, helwesta herî hêsan ya jiyanê ye. jiyana ku xwe dispêre ajoyan, jiyana herî hêsan e. Mînak, lawir wiha jiyan dikin. Lê, mirov nikare wiha bijî. Ji ber ku wiha nabe jî pêwîst e çandê biafirîne. Bi taybet ajoya birçîbûn û parastinê –aliyê herî lewaz yê mirovan jî îfade dike-, bê ku ev pêdiviyên biyolojîk werin pêşwazîkirin mirov nikare bijî. Di bingehê taybetmendiya mirov ya afirandina çandê de hewldana bersivdana van xwe ajoyan heye. Di wateyekê de ev starta karên bi çandbûnê ye. Qasî ku hatiye tespît kirin di aliyê bîolojîk de mirov zîndiyê herî lewaz û herî bêhêz yê li ser erdnîgariya cîhanê dijiye. Divê ev lewazî bê derbaskirin ku zindiya jêre mirov tê gotin bikaribe bijî. Hêja xwe ajoyên mirov jî ji bo derbaskirina vê lewaziyê ketiye dewrê. Xwe ajoyan di fêrkirinê de rol lîstiye, rê nîşan daye. Cûdabûna xwe ajoya mirovan ji lawiran cûdatir e. Ma dema ev cudahî nayê fêmkirin çi diqewime? Wê demê rastiya “meymûnbûnê” ya ku kapîtalîzmê afirandiye derdikeve holê. Di wateyekê de mirovê ku bi ajoyan qezenc dike, dibe ku winda jî bike. Di vê wateyê de tekoşîna ku mirov ji bo bikaribe van pêdiviyên biyolojîk pêşwazî bike bide, têkoşîna mirovbûnê ye. Wekî hebûnekê tenê kariye bi vê pratîkê xwe veguherîne. Ev tekoşîna mirov û titşên ku bi vê tekoşinê diafirîne diyardeyên yekemîn yên çandîbûnê ne.

Çand, nasnameya mirov e. Tenê di mirovan de taybetmendiya tiştên heyberî yên li xwezayê veguhertin û li gorî pêdiviyên xwe rêk û pêkirin û tiştên nû afirandin, heye. Mînak, li xwezayê her tim dar û ber hene. Lê ji daran mal, xanî çêkirin an jî karê mêze çêkirinê tenê girêdayî mirov e. Ti zindiyek nikare wekî mirovan kêştî çêbike. Tiştek wiha li xwezayê pêk nehatiye. Ji ber vê yekê ji tiştên ku mirov çêkirî re em dibêjin; çanda. Li ser rûyê erdê kevir heye, lê xaniyên ji keviran nîn e; mîh û bizin hene, lê mast nîn e; hirî heye, lê cil û berg nîn e; deng heye, lê muzîk nîn e; xweşikbûn heye, lê peyker nîn e, wêne nîn e. Van hemûyan mirov çêdike. Çand, afrêndeyên ku di encamên van hemû pêvajoyan de, çalekiya mirovê ku ji van encaman re bûye sedem. Eger ne wiha be em nikarin mirov bi tena serê xwe wekî diyardekiyek bîolojîk bidin nasîn. ji ber ku çêkera me ya bîolojîk ji lawiran pir ne cûdaye. mirov jî ji organîzasyonên kompleks ên ku jêre hûcre, tevn, lebet, sîstem tê gotin pêkhatiye. Ev çêkerên bîolojîk her çendî di aliyê rêkûpêkbûnê de cuda bin jî, taybetmendiyên şîrîk yên hemû zîndayin in.

 

2-Yekem nirxên çandî yên bingehîn yên mirovahiyê

Xalek girîng ji diyardeya çandî jî afirandina nirxên yekemîn yê çandê ye. Berhemên mirovahiyê yên bingehîn –ev, sedama hebûna me ne- berhemên ku şiklek didin cewhera civakbûna me ne. Ev berhem, bi dem re gerdûnî bûne. Dema ku gerdûnî bûne jî bi mîsorgerî her deverên ku diçinê, hin tiştan tevlî çêkera xwe dikin. Ji ber tiştên ku tevlî çêkera wê dibin jî, berhemek çandî bi şert û merca ku cewhera xwe biparêze dikare şiklek nû bide xwe. Mînak, dema ku tê gotin gund gelo çanda kê ye? Mirov nikare bêje, ger li ku derê gund hebin, gund çanda wan e. Dema tê gotin ku çandinî çanda kê ye? Mirov nikare bêje ku ger li ku derê çandinî tê kirin, çandinî çanda wan e. Ger çandinî destpêkê li ku derê derketibe, çanda wan e. Lê belê her wiha jî her devera ku çûyê, dibe çanda mirovên li wir jî. Di diyardeya veguhertina çandî de bê ku taybetmendiya “destpêkbûnê” were ji bîrkirin, fêmkirina ‘gelo ev veguhertinan di nava dîroka civakbûnê de çawa pêş ketiye’ jî girîng e. Veguhertina civakbûnê di wateyekê de çandî ye. Berevajiya vê jî rast e.

Mirov dikare ji vê re zimanê aryen û çanda aryen ya ku li Mezopotamyayê ji aliyê kurdan ve bi awayekî derbasbûna jiyana niştecihî hatiye afirandin mînak bide. Mirov gelek tiştên xwe yên destpêkê yên wekî tovê yekemîn yê çandinê, cil û bergê destpêkê çêkirinê, cara yekem lawir kedîkirin, aûrên destpêkê, xaniyê destpêkê lêkirine û hwd. tiştên ku îro jî di jiyana me ya civakî de bingeh in, çavkaniya xwe ji van destpêkan girtine. Destkeftiyên dîrokî yên li kurdistanê ev pişt rast kirine. Bi riya çanda tel-xelaf çanda neolîtîk ya sazîbûna xwe pêkanîye li hemû cîhanê belav bûye. Di wateyekê de rola çavkaniya bingehîn lîstiye. Erdnîgariya ku ev çanda destpêkê afirandiye, kurdên mezopotamya û bi prototîpa-aryen in.