Êdî Zarok ji Pençen DAİŞ’ê Xilas Dibin

  • 2019 2 10 | Nûçe

Li herêma Dêrazorê ku di van kêliyan de şer û pevçûnên dijwar diqewimin zarok tevî êşên ku jiyane, kêfxweşiya rizgarkirina ji destê çeteyên DAİŞ'ê dijîn...

Dilpakiya Dilê Zarokan, ewqas mezine ku dikare hemû tarîtiyan biqelişînê, cîhana xeyal û xwnên azadiyê geştir bike. Di her mêzekirinek çavên zarokan de, em cîhanek bi aram, coş û  kelecan dibînin. Lê belê, dema mijar dibe rastiya şer, bi taybetî jî dema mijar dibe herêma Dêrezor û zarok, wê demê di kurahiya dilê me de jana êşekê xwe dide der. Li ser vê xakê em rastî bi hezaran zarokên ku hestên wan êşiyane tên. Ew zarok, carna ji rewşa hewirdora wan diqewime ne agahdarin. Mirov carina bi xwe re dibêje bibe zimanê van zarokan û bêjê xwazî ez ne zarokê vê serdemê ba ma. Zarokên ji zilm û zordestiya çeteyên Daîş’ê rizgar dibin, mirov di çavê wan de tirsa ji jiyanê, tirsa ji mirovan dixwîne. Dema di wan çolan de çavê me li ew zarokên pêxwas dikeve, mirov ji kêliya mirovbûna xwe şerm dike. Çeteyên Daiş'ê di şexsê zarokan de hewl dide pêşeroja civakê tarî bike. Li ser navê îslamyetê heta roja îro bi sedan zarok di encama êrîşên hovane de hatin qetilkirin. Çeteyên daiş'ê bi vê jî têr nebûn û bi hezaran zarok, di bin çarşefên reş de, fêrî şerê li dijî jiyanê kirin.

Ev rastî li ber çavê tevahî cîhanê hatin jiyan kirin û hê jî herkes lê tamaşe dike. Li hember vê rastiyê tevahî cîhan ker, lal û kor bûye. Ji ber şerên giran, ji ber hovîtiya çeteyan û janên giran bi hezaran zarok di rêya xelasiya canê xwe de noqî deryayên bê binî bûn. Hinek ji birçiyan û nebûna avê, jiyana xwe ji dest dan.  Di her bajarekî Sûriyê de zarokên bê guneh bûn qurbanê vî şerê qirêj. Îro jî li Dêrezorê, zarokên bê guneh yên ku ji nav pençên çeteyên daiş'ê têne rizgar kirin xwedî heman qederê ne. Di rûyê wan de kenê hêviyê hatiye dizîn. Di fêrmêskên çavên wan de siberojên tirsnak vedibêjin çîrokên xwe. Li ser bedenên wan şopên destên qirêj, bi xwîn xûya dikin. Çeteyên Daiş'ê yên ku bi tarîtiyê re bûne yek pare, di nav çend salên derbas bûyî de bi hezaran jin û zarokên ku temînata pêşeroja civakê ne qetil kirin. Qetilkirina her dayîkekê û bê dayîk kirina her zarokekî ji xwe dihat wateya qetilkirina jiyanê bi xwe.

Şervanên YPJ’ê li eniya Dêrezorê şahidî ji janî û hejariya zarokên birîndar dikin. Ji bo wan xilaskirina her zarokekî ji zilma çeteyên DAIŞ'ê tê wateya xilaskirina jiyanekê. Her şervaneke YPJ'ê dema ku rastî û heqîqeta di çavê wan zarokan de dixwîne, hêrs û kîna tolhildanê bi wan re hîn bi hêztir dibe. Mirov wisa di çavên wan zarokên bê guneh de dibîne çawa ji kurahiya dilê xwe de kêliyên azadiyê jiyan dikin. Ew kêliyên azadiyê jî bi biriqandina reşka çavên wan, bi rûkeniya li ser rûçikên wan hê nêztir dibin. Helbet piştî vê tarîtî û hovîtiyê, wê dîsa zarok ji hembêza dayîka xwe birevin, wê dîsa ji xewa giran rabin û di kolanên azad de leyîstokên xwe bileyîzin. Wê kolan dîsa bibin yên zarokan. Wê Dêrazor jî bi coşa zarokên xwe re bi serfirazî şad bibe…,

Navenda Ragihandina YPJ

10 Sibat 2019