ÎRO DÎSA

  • 2018 5 13 | Gotar

 

Îro dîsa kulîlkek xwe di baxçê azadiyê de dibişkivîne û rengên xwe bi kulîlkên din re dixemilîne. Îro dîsa meşaleyeke ku ji ronahiyê ne kêmtire ava dibe û dibe hevala gelek meşaleyên din. Îro dîsa şevên tarî ronî dibin û li her derê guh tijî tilîliyên dayîka dibin, îro xwedewendeke din xatir ji Berxwedana Serdemê dixweze û dibe stêrkek li asîmanê Efrînê û şewq dide. Belê qehremanek ji qehremanên welatê min efsaneyeke nû dinivîse û dibe lehenga Çiyayê Kurmênc. Rohanda Xemgîn an Şîn Kedro li bajarê Helebê di sala 2000’î de çavên xwe li cîhanê vedike. Şîn Kedro tevî du  xwişk û çar birayên xwe di malbeteke ku li ser fikir û ramanên Rêber Apo mezin bûyî de mezin dibe. Şîn Kedro heya pênc saliya xwe li bajarê berxwedanê Helebê dimîne, piştre tev malbeta xwe derbasî herêma Efrîn dibe. Bi wê rihê xwe ya zaroktî hêdî hêdî mezin dibe û ji xwişk û birayên xwe fêrî şêwaze jiyanê dibe,.Wek zaroka malê ya ne sekinî tê nasîn û herkes jê hes dike. Dengê xwe ji zaroktî de perwerde dike û dide stranan her wiha dîlan jî digre. Şîn bi xwişka xwe Denîz ve pir girêdayî ye ji ber li gel wê mezin dibe. Piştî wê Şîn derbasî dibistanê dibe û dest bi xwendinê dike heta neh saliya xwe dixwîne, lê bi dest pê kirina Şoreşa Rojava Şîn Kedro dibîne ku divê ew jî cihê xwe di nava Şoreşê de bigre, ji ber wê piştî neh salan dev ji xwendinê berdide û li dijî herkesî disekine, bi hêza ku ji xwişka xwe Denîz digre û bi rihê welat parêziya  ku malbata wê ew li ser mezin kiriye û ji ber dibîne ku êdî nikare di wê pergala qirêj de jiyan bike tevlî xebatên çand û hunerê dibe û şerê çandî dike. Di wir de rêxistinê hîn bêtir nasdike û li ser fikir û felsefa Rêber APO de xwe kûr dike û mezin dike. Lê dîsa jî Şîn Kedro têdighîje ku şerê çandî tenê têrê nake ji ber wê jî biryara beşdarbûna nava refên YPJ’ê dide. Bi navê xwe Rohenda li ronahiya ku di tarîtiyê de hatiye hîştin digere û dibe tekoşera heqîqetê. Bi wê rihê welatparêziyê û berpirsyartiyê di sala 2015’an de tevlî Şoreşa Kurdistanê dibe. Perwedeya xwe ya bingehîn bi dawî dike û derbasî tabûra ciwanan ya bi navê Ş. Evîndar dibe. Bi dengê xwe ya zelal her kesî di dilê xwe de dihewîne û civakbûnê li derdora xwe kom dike. Di wir de hîn bêhtir li ser dengê xwe dixebite û hunerên xwe pêş dixe û êdî stranan  ew bi xwe çêdike, li kêleka vê yekê jî partîbûnê di xwe de xurt dike û li ser xeta bîrdoziya azadiya jin xwe mezin dike. Jji bo wê tekoşîn dike û li hember her cûreyên zehmetiya bi hêza xwe disekine. Çeka rexne û rexnedayînê ji xwe re esas digre. Dîsa li hember kêmasiyên xwe jî radîkale. Her çiqas di zor û zehmetiyan re derbas dibe jî, heval RohEnda tekoşîna xwe nade sekinandin û her li ser fikir û ramanên Rêber APO xwe perwerde dike û bi vî awayî li hember zehmetiyên jiyanê disekine. Di wê demê de xwişka heval Rohenda Denîz li bajarê Helebê şehîd dibe. Heval Rohanda gelek pê bandor dibe lê wek çawa hêz jê digire û tevlî Şoreşê dibe dîsa wê hêzê jê digre û xwe ji jiyanê dûr naxe bi rihê xwe yê fedayî tevlî jiyanê dibe û bi soza ku daye Ş. Denîz xebata xwe hîn serkeftî dimeşîne. Piştî wê heval Rohanda derbasî xebata ragihandina YPJ’ê dibe, di nava xebatên ragihandinê de piranî bi karê nivîskî re mijûl dibû, bi hestên xwe  herkes  bandor dibû ji bo hevalên şehîd dinivîsand û nêrîna hevalên ragihandinê ji bo wê nivîsê digirt, ew nêrîn ji xwe re dikir bingeh ku kêmasiyên di nivîsê de derketine carek din dûbare neke. Hevala Rohenda her bi coş, kelecan û heyecana germahiya şoreşê jiyan dikir û ew germahî li derdor belav dikir. Hevala Rohenda xeta çapemeniya jina azad û riya şehîdan şopandin ji xwe re xistibû armanc, li ser esasê wê armancê hevala Rohenda kar û xebata xwe pêşdixist. Hevala Rohenda bi dil paqijî jiyan dikir û ew dil paqijiya wê ew hîn xweşiktir dikir, ew xweşikbûn ne tenê di milî derve de bû, xweşikbûna wê di jiyana wê de diyar dikir. Ji ber ku hevala Rohenda di jiyanê de fikir, zikir û çalakî xistibûn yek û gor wê rastiyê tevdigeriya. Di xebata ragihandinê de ya ku moral dida hevalan yek jê hevala Rohenda bû, heval Rohenda li gel her kesî bi henekên xwe yên moral didin dihat nasîn ji ber wê ya ku herî zêde dihat hes kirin hevala Rohenda bû. ji ber kesayeteke wê yê vekirî hebû her kesî ew nas dikir, xwe di hundir xwe de nedihişt.

Nêzîkatiyê heval Rohenda ji bo Rêber APO jî pir cûda bûn bi taybet dema ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO hate dest pê kirin, hevala Rohenda her lêhurbûna wê li ser Rêber APO bû, ji me re wiha digot; “Divê em layîqî keda Rêber APO derkevin ji ber ku ji bona me, bi taybet ji bona jin her tişt kiriye, ji ber wê divê em karê xwe serkeftî bikin, bi taybet em wek hevalên ragihandinê divê em rolek pir mezin bileyzin ku em bikaribin wê tecrîda li ser Rêber APO rakin û layîqî keda wî bin”. Her çiqas heval Rohenda di  zehmetiyan re derbas bibûna lê tu carî ew zehmetî li pêşiya pêş ketinên xwe ne dikir asteng û her demê ji bo pêşketina xwe tekoşîn dikir û bi kesayeta xwe ya berê re şer dikir. Bi wê germahiya dilê xwe yê paqij cihê xwe di çeperên şer de digirt, ji bo karibe wê şerî ji raya gîştî re parve bike û rastiya şerê şervanên YPJ’ê derxîne holê her bi wê kelejanê pêşniyar dikir kî ew biçe eniyên pêş ji bona ku karê xwe serkeftî bike.

Yek ji armancên hevala Rohenda bûyîna pêşkêşvan bû, bi taybet di qadê şer de, ji bo bikaribe hîn wê rastiyê xurttir bike, her ji bo wê yekê xwe perwerde dikir. Mirov dikare bêje ku hedef û armancên heval Rohanda pir mezin bûn ji ber vê jî  mezin dihizirî. Di 20/01/2018’an de êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê çêbû û Berxwedana Serdemê dest pêkir, hevala Rohenda jî wek endama ragihandina YPJ’ê ji bo ku bibe şopdara rêya rastiyê û wî şerî bişopîne cihê xwe di Berxwedana Serdemê de girt.. Hevala Rohenda bi hemû hêza xwe ew Berxwedanî dişopand.   Bi çek, pênûs û  bi kamêra ya xwe li dijî  êrîşên hovane disekinî û şer dikir. her çiqas derfetên dîmen û wêne rê kirinê dijmin qut kiribû lê heval Rohenda derfeta kişandina dîmen û wêneyan ava dikir

Di 10/03/2018’an de heval Rohenda çû eniya Cindirêsê gundê ku tê de mezin dibe û di wir de bi hemû hêza xwe şer dike. Di gundê Kefer Sefrê de dijmin hevalan dixe dorpêçê û di nav wan hevalan de hevala Rohenda jî li wir bi kamêra ya xwe û bavê wê li kêleka wê bi çeka xwe heya sibehê li hember dijminê hov şer dikin. Bi qehremantiyên mezin ew û bavê xwe ve dighîjin asta şehadetê. Şehîd Rohenda bi şehadeta xwe dibe dengê rastiya Berxwedana Serdemê  dengê ragihandina YPJ’ê dighîjîne asîmanên Efrînê û li pey xwe şopekî dihêle ku em bibin şopdarên şehîd Rohenda, wekî ku çawa şehîd Rohenda bû şopdara Eylûl, Şîlan,Xerîb û Tolhildan emê jî bibin şopdarê rêya ku ji me re dane nîşan dayîn.                               

                                      Avrîn Mahsûm