ŞEHÎDÊN BERXWEDANİYA EFRÎN Û ŞEDADÊ

  • 2018 7 8 | Pekrewan

Navenda Ragahandina YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasname ya çar şervanên xwe yî cîh û demên cuda de şehîd bune eşkere kir.

Komek hevalê me li navçeya Efrîn Şera gûndê Malikiyê dema diçûn peywirê ketine kemîna dijmin. Ev kemîn bi bersivdayîna hêzê me ziviriye pevçûnek mezin. Dinav vê pevçûnê de kuştî û birîndarên dijmin heye û lê derbarê hejmarên wan de agahiyek zelal neketiye dest. Di encama vê şerî de 2 ji wan hevalên jin bi giştî 3 hevalên me heya fîşeka xwe ya dawî şer kirine û gihiştine şehadetê. 

Di heman demê de di dîroka 18’ê Puşperê 2018’an de li Şedadê rêhevala me Bêrîtan Zinar ku dema liser erka xwe bû di encama qezayekî de şehîd bûye.

 Di nava nasnameyên şehîda de nasnameya 3 şervanên YPJ’ê hatiye eşkere kirin.

 Nasnameya hevalên  me yî şehîd wiha ne.

 

 

Nasnav: Arjîn Rustem Cudî

Nav û Paşnav: Ceylan Horo

Navê Dayikê: Firyel

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Demaa Şehadetê: Efrîn / Şera - Gundê Malikiyê / 30'ê Hezîrana 2018'an

Nasnav: Sarya Rizgar

Nav û Paşnav: Gurbet Taksun

Navê Dayikê: Rabîa

Navê Bav: Abdullah

Cih û Dema Şehadetê: Efrîn / Şera - Gundê Malikiyê / 30’ê Hezîrana 2018'an

Nasnav: Berîtan Zinar

Nav û Paşnav: Sozdar Mustafa

Navê Dayikê: Heyfe

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dema Şehadetê: Şedadê / 18’ê Hezîrana 2018'an