ŞEHÎDA BERXWEDANA SERDEMÊ

  • 2018 6 28 | Pekrewan


Di çarçoveya Berxwedana Serdemê ya Efrînê a qonaxa duyemîn de hêzên me di 3-4’ê Nîsanê de li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker ku li Çiyayê Hawar ê li navçeya Raco ya Efrînê bi cih bûbûn, rêzeçalakî lidar xistin. Gelek çeperên dijmin hatin rûxandin û her wiha gelek leşker û çeteyên dijmin jî hatin kuştin. Lê belê di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin. Di  van pevçûnên dijwar de 6 hevrêyên me bi rihekî fedayî û heta guleya xwe ya dawîn şer kir û gihaştin şehadetê. Di nava 6 şehîdên nasnama wan hatine eşkere kirin de nasnama hevrêya me wihaye

 

Nasnav: Agirî Zagros

Nav û Paşnav: Zozan Ibrahîm

Navê Dayikê: Ferîde

Navê Bav: Hemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Raco / Çiyayê Hawarê / 3 Avrêl 2018