ŞERVANÊN YPJ: EM Ê Dİ ŞOPA SİLAVA Û BÊRÎVAN DE Bİ SERBİKEVİN

  • 2018 5 21 | Dîmen

Meha Gulanê di şoreşa Kurdistanê de û bi taybet ji bo tevgera azadiyê weke meha şehîdan binav dikin. Her wiha şehîdên dest pê kê yên yekîneyên parastina jin YPJ weke Silava û Bêrîvan tên bi bîranîn jî di vê mehê de gihêştine şehadetê. Şervanên YPJ’ê bi wesîleya salvegera 6. Ya şehîd Silava û Bêrîvan hestên xwe wiha anîn ziman; Meha Gulanê, pir heval şehîd ketine bi taybet di hêzên Yekîneyên Parastin Jin de û ev meh ji bo me mehekî pir pîroze bi taybet bi berxwedanî û şehadeta rêheval Silava û Bêrîvan re. Yanê bi rastî em pir bi wan herdu rêhevalan bandor bûn û li ser wê esasê em û pir jin tevlî refên YPJ’ê bûn. ji ber wê ev meh ji bo me ne wek mehên ditire. Ev meh meha şehîdên me yên YPJ’ê ne. Ji bo vê mehê em ji her hevalek şehîd re dibêjin Şehîd Namrin û wê şehîd her bi me re bin, di dilê me de jiyan bikin. Aniha ger em li berxwe didin bi tekoşîna rêheval Silava û Bêrîvan e. Em heya li ser xeta wan dimeşin, dibe ku ev çend sal in ku ew heval şehîd bûne lê heya niha jî li ser xeta wan jin tevlî refên YPJ’ê dibin, her tiştê ku wan hevalan avakirine em li ser wê esasê dimeşin. Em di riya wan de dimeşin û çeka wan radikin. Şerê ku wan kiriye em dewam dikin û heya niha karê ku wan hêştiye ew kar nehatiye seknandin. Çiqas heval şehîd bûn ewqas berxwedanî hat çêkirin ev jî ji bo me tiştekî pîroz e. Em wek Yekîneyên Parastina Jin heya niha berxwedaniya me dimeşe û yê berdewam bike jî, ev jî bi saya şehîdên me yên pîroz ji ber wê jî qet ji mejiyê me dernakevin. Her çiqas sal derbas bibin ewê her bi me re bijîn û yê di dilê me de bin. Em wan ti carî ji bîrnakin û em ê her li ser xeta wan bin heya gihêştina srekeftin û azadiyê. Karê ku wan dest pê kirî em ê heya dawiya jiyana xwe dewam bikin û serkeftinê misoger bikin.

Navenda Ragihandina YPJ’ê