ŞERVANÊN YPJ’Ê 8’Ê DARÊ PÎROZ KIRIN

  • 2018 Adar 9 | Nûçe

Bi dehan şervan û fermandarên YPJ’ê roja 8’ê Adarê pîroz kirin. Pîrozbahî ji bo cangoriyên azadiyê û şehîdên berxwedana serdemê bi merasîmek leşkerî dest pê kir.

Di merasîma leşkerî de fermandara YPJ’ê Aryen Cûdî axivî û ev roj li tevahî jinên cîhanê pîroz kir. Fermanda Cûrdî girîngiya 8’ê adara îsal wiha anî ziman; Ez di serî de vê rojê li Rêber APO pîroz dikim. Yê ku hêşt em vê rojê bikin roja tekoşîn û berxwedanên felsefa Rêber APO ye. Em weke gel îro bi berxwedana serdemê re demekî nû yê tekoşînê dijîn. Em bi tekoşîna azadiyê û berxwedana gelê me re vê rojê pêşwazî dikin û dijîn. Li ser vê bingehê bi rihê Avêsta, Barîn û tevahî şehîdên tekoşîna azadiyê em îro tekoşîna azadiyê dimeşînin. Îro gelê me yê li Efrînê bi girêdana xwe ya axê re, bi îrada û tekoşîna xwe li berxwe dide ketiye dîrokê. Em weke jinên ku di nava tekoşîna azadiyê de jiyan dikin em ê heya dawî tekoşîna xwe berdewam bikin û li berxwe bidin. Û em ê heta dawî li ser riya şehîdên xwe û xeta Avêstayan bimeşin.  Careke din em vê rojê li hemû tekoşerên di çeperan de li berxwe didin, tevahî jina û li gelê xwe pîroz dikin. Û dibêjin bê Serok APO jiyan nabe, şehîd namirin û jin jiyan azadî.

Şervanên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn jî axivîn û ev roj diyarî berxwedana serdemê kirin. Şervanan ev roj li tevahî jinên cîhanê pîroz kirin û soza xwe ya bilindkirina tekoşîn û berxwedanê dan.