ŞERVANÊN YPJ’Ê PARASTINA XAKA SURİYÊ DIKIN

  • 2018 5 14 | Nûçe

 

Di qonaxa dûyemîn ya Bagera Cizîrê de şervanên YPJ’ê ji bo serkeftinê bê navber di nava tekoşînê de ne û pêşengtiyê dikin, gav bi gav berbi rizgarkirina Dêrezorê ve bi pêş de diçin.

Di berdewamiya pêngava Bagera Cizîrê de 2 roj berî niha gundê Baxoz hatibû rizgar kirin piştî rizgarkirina gundê Baxoz niha jî operasyona paqij kirina gund ji mayîn û bermahiyên çeteyan hatiye dest pê kirin. Şervanên YPJ’ê bi çekên giran di nava vê operasyonê de cîhê xwe digirin. Yek ji wan şervanan axivî û wiha behsa qonaxê kir:“ Em pir bi coş tevlî pêngavê bûn û me serkeftineke mezin bi dest xist. Niha hevalên me operasyona paqij kirinê berdewam dikin. Em ê hemberî dewleta tirk û daîşê heya dayî tekoşîn bikin. Her kesê ku dijminahiya gelê me dikin wê bi tekoşîneke mezin yên şervanên azadiyê rû bi rû werin û bibin bikevin.”

                                                                        Navenda Ragihandina YPJ’ê