ŞOREŞGERA SÎNOR NE NAS

  • 2017 mijdarê 10 | Pekrewan

Heval Hebûn dema min destpêkê naskir, ciwan bû. Fîzîkî zorleme dibû, lê sekna wê pir xurt bû. Tam esker bû. Tevlîbûna wê her tim bi biryar bû, dema nû tevlîbû jî wisa bû. Di pêvajoya şoreşgeriya çiya de jî naskirinek me hebû. Bi hevalên derdora xwe re diyalogeke germ her tim hebû. Xwesteka xwe ya xwe pêş bixe, israrek mezin hebû. Naskirina min bi heval Hebûn re naskirineke pir cuda bû. Heval Hebûn ji Botanê hatibû. Dema ku hat em nav şer de bûn, min nedîtîbû. Ew di cepheya kêleka me de bû. Dema bi min re telefon vekir, ez şoqê de mam, pir bandor bûm. Di anekî wisa krîtîk de hatina wan pir girîng bû. Gotina wê ya destpêkê girîng bû ‘Em bi hewara Kobanê ve hatin.’ Bi moralekî pir bilind, coşeke pir mezin hatibûn. Ser cephe bû. Ji min re got, beriya ku ji me tiştek bibe, gerek ez te bibînim. Di vê demê de pevçûn pir çêdibûn, derfet nebû. 2-3 rojan paşê telefon vekir dîsa, hevalên li gel wê piranî şehîd ketibûn, pir bandor bibû, hestiyar bibû. Min ji wê re got pêwîst e tu bi hestiyarî nêz nebî, bi min re keniya. Tekmîla xwe da pişt re 3’ê roj derbas bûn, birîndar bûbû. Dema li nexweşxaneyê bû, ez çûm gel wê, ji xwe nexwaşxane û cephe di nav hev du de bûn. Pêşniyar kir ji bo ku dîsa biçe cephê. Digot, min ceribandiye  ez dikarim çek bigirim, him jî hevalên birîndar di cephê de pir in. Doktor destûr neda. Digot ‘ez biryardanek pir mezin hatim Kobanê, 3ê rojan tenê şer kir, pêwîst e erkê xwe pêk bînim. Ez birîndariya xwe qebûl nakim. Destê wê di nav cepsînê de bû lê ji bo xwe pirsgirêk nedidît. Piştre, destê wê kêmek baş bû hat cephê. Heval Hebûn fermandareke leşkerî bû, him di axaftinê de, him di sekna xwe de. Di milê ziman de jî xwe pir pêş xistibû, ev qabîlyeta wê hebû. Rojek rojnemevanek Tirk bawer nekiriye ku ji Rojava ye, rojnamevan jê re dibêje; tu çi Tirkiyeke xweş diaxivî min got kesîn tu ji Stenbolî ye. Taybetmendiya heval heval Hebûn ya pêşxistina kesayet li pêş bû. ji bo xwe sekna ji rêzê qebûl nedikir. Her tim digot; ev qas heval şehîd bûne pêwîste em heyfa wan bi destê xwe rakin. Hûn nahêlin ez biçim cephê, û bi xwe heyfa destê xwe rakim, binirin  destê min birîndarkirin e. Ev weke tolekî di dilê wê de mabû ku çima demek kin de birîndar bûye. Birîndariya xwe qebûl nedikir û hezim nekiribû. Heval Hebûn dema birîndar bû jî her tim bi hevalên cephê re diaxivî, moral dida, perspektîf dida hevalan. Her tim bi hevalan re di nava diyaloga de bû. Sekna wê di pêvajoya birîndariyê de jî heta ku piştre me got biçe şervanên nû perwerde bike, qebûl nekir. Got, ji bilî şerê cebhê ez naçim tu derî. Li ku derê şer germ e dixwest biçe li wir. Şexsiyeta heval Hebûn bi rastî şexsiyeta fermandara pêşeng bû. Di hemû aliyan de xwe kîlît kiribû. Bi rastî heval Hebûn şehadeteke zû heq nekiribû. Pir bi biryarbûyîneke mezin û bi coşeke mezin çû cephê. Demekî di cephên Rojava de dijmin tenê bi sîlahê giran êrîş dikir, digot em çima di pozîsyona parastinê de nemînin, cihê xwe de sekinî nemînin. Gerek em pêş de biçin ku wana bişkînin ku em bikrabin pêşiya wan bigirin. Dema hemleya rizgarkirinê dest pê kir, heval Hebûn digot; ez îro biryarbûna xwe nû dikim, cihên ku hevalên me xwîna xwe lê rijandine pêwîste em rizgar bikin. Pêwîste lingên Daîş’ê yên qirêj li ser wê axê nemîne. Heta ku gihiştin cihê îza’ê heval Hebûn di cepha rojava de bû. Piştre li gorî pêwîstiyan, heval Hebûn hat cepha Başûr. Çeper bi çeper digeriya, bi hevalan re yek yek mijûl dibû, çawa bikaribin xwe rêxistin bikin û şer bikin. Heta ku şehadeta hinek hevalan pir bandor bûbû. Girêdanek mezin bi hevaltiyê ve hiştibû ku ev rihê germ pê re hatiye avakirin ji bo çawa li wana xwedî derkeve. Girûpa ku bi hev re hatine li ku derê, pêwîst e di milê wijdanî de ez bikaribim li ser bîranîna wan, rihê wan xwedî derkevim. Fermandarek bû, lê nedixwest daxuyanî bide, ji ber digot min 3’ê rojan şer kiriye, ez nikarim daxuyaniyan bidim. Ev jî çi diyar dike şexsiyeta mîlîtanê bi wîjdan. Heval Hebûn bi sekna xwe ya miltînanî cihê xwe di dilê hemû hevalan de çandibû. Tevlîbûna heval Hebûn, tevlîbûneke pêşeng bû. 24 seatan dengê wê li ser cîhazê bû. Ji hemû hevalan re perspektîf dida. Hem di aliyê dîsîplîna şexsiyet de hem jî sekna xwe ya nav şer de fermandar bû. Di şerê bajaran de xerîbî nekişand, te digot belkî bi salane di bajar de şer dike. Di milekî de xanî kun dikir, di milekî de perde daniyan û di milekî de çeperên hevalan saxlem dikirin, di hemû qadên jiyanê de bi hevalan re bû. Enerjiyek pir zêde gel heval Hebûn hebû. Bi destekî seqet ve kar dikir. Ev di şexsiyeta heval Hebûn de biryarbûyîn, girêdanbûna hevaltî û rihê serkeftinê dida nîşandan. Me digot tu pir dirêj î, alî suîkastvanan de xwe biparêze, digot wê carê min soz daye ku ez birîndar nabim. Ez nehêlim ku ez birîndar bibim. Heta ava Firatê ez ê biçim. Kesayeta heval Hebûn di şerê Kobanê de yek ji hevalên ku bi rihê serkeftinê hatî û li gorî wê jiyan dikir bû. 3’ê mehan di Kobanê de ma. Dema daxuyaniyan de jî digot bihêlin wextê axaftinê ez biçim gel hevalan. Zamanê xwe tîjî tîjî jiyankirin hebû. Dema çû cepha Başûr digot, cihê Ş.Kendal, Ş.Ozgur û gelek hevalên ku li vir şehîd bûne hene û bi heval Hêlîn re jî pir girêdayî bû. Gihiştina cihê heval Hêlîn ji bo min biryara min a jiyanê û serkeftinê diyar dike. Cihê ku heval Hêlîn şehîd ketibû, gihişte wir û şûn ve heval Hebûn şehîd bû. Em dikarin bibêjin heval Hebûn weke jineke Kurd di şoreşa rojava de bû sembola rihê Apocî. Di Kobanê de ev tişt hatibû avakirin, ferq û cudatiya hevalên jin, hevalên xort nebû. Her kes hevalên jin jî guhdar dikir, hevalên xort jî. Ji ber bi rastî di şexsê mîlîtanê YPJ’ê de ev rastî xwe dabû îspatkirin, ev rastî bingeha berxwedaniya jina di asta herî jor de xwe dabû ava kirin de li ber çavan bû. Heval Hebûn jî yek ji wan hevalan bû pêşengitiya jina azad a ku bi çi rengî karibe xwe birêvebibe, çawa jiyan bike û di jiyana xwe de çi bide afirandin dikir. Bi eşqekî hatibû Kobanê, diyar bû ku bi eşqa serkeftinê hatibû. Şehîd Hebûn di Ferqa wê de bû ku li vir ji bo çi şer tê dayîn. Di wan şerên giran de bîle bi hevalan re dengê Serokatiyê anî bû, dida guhdarkirin. Zemanê me kin jî bibe, vala neçe. Hevalan derdora xwe kom kiribû. Dikarim bêjim, ev sekna wê helbet sekna fermandarî dide nîşandan. Di xwezaya wê de ev taybetmendî hebû û dihişt ku her kes derdora wê kom bibe. Di şer de jî bi rastî hemû aliyan de li pêşiya hevalên xwe bû. Hevalên ku pêşengîtî kirin digotin em layiqê wan derkevin. Îsrareke wisa mezin, fermandareke di felsefa îdeolojiya rizgarkirina jin de weke kadroyek PAJKê ê pêşeng gelek rolek girîng lîst. Tesîreke pir mezin kir hem li derdora xwe, hem jî di çapemeniya derve de jî. Ji ber ku piranî derkertibû çapemeniyê hişt ku di şexsiyeta wê de fermandereke jin çawa tekoşîn dike, bi rengekî cuda da diyarkirin. Şehadeta wê jî birîndariya wê pir giran bû dîsa jî rojek ber xwe da. Ev qas bi jiyanê re girêdayî bû ku li hemberî birînek wisa li ber xwe da. Mirin bê wate kir. Fermandara pêşengtiya rizgarkirina Kobanê de weke fermandarek nimûne mirov dikare nîşan bide.

Heval Hebûn hevaleke li gelek herêmên Kurdistanê geriyabû. Her çar perçên Kurdistanê heval Hebûn geriya. Ev jî ji bo fermandarekî pir cuda ye. herî dawî jî di şerê zîrvekirina Kobanê de cihê xwe girt. Hem Başûrê Kurdistanê, hem Bakûrê Kurdisatnê û hem jî Rojavayê Kurdistanê de fermandereke nav şer de cihê xwe girtiye. Ji bo wê jî ev meşa wê ya şoreşgerî a dem dirêj tê wê wateyê ku çi qas şoreşgereke bi germî tevlî tevgera Azadiyê bûye. Di dilê xwe de ev qas helwesta azadî xurt, sînor nasnekiriye. Mirov dikare ji heval Hebûn re bêje şoreşgera sînor ne nas. Ya ku di şexsê xwe de sînor bin pêkiribû û li her perçên Kurdistanê geriyabû.

                                                              Slav û Rêzên Şoreşgerî

                                                                      Meryem Kobanê