Şehîdên Berxwedana Kobanê Û Cezaa

  • 2018 1 10 | Pekrewan

 

Navenda Ragahandina YPG'ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasname ya 7 şervanên ku di berxwedaniya Kobanê û Cezade şehîd bune eşkerekirin

Pêşengên gelên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, şehîd in ku li hemberî hemû dijwarî û zehmetiyan li ber xwe didin, ji bêderfetiyan serkeftinên mezin diafirînin û di oxira vê yekê de canê xwe feda dikin. Ev yek bi helwesta bi hezaran şehîdan li Kurdistanê hatiye îsbatkirin. Şehîdên me hêviyên pêşerojeke azad kirine xeyalên ku dikarin pêk werin û bi dilsoziya xwe ya bi mirovahiyê re her yek bûye rewşenek.

Şehîdên me di hemû qonaxên vê dîrokê de, her yek bûye abîdeyek û cihê xwe di dilê mirovahiyê de girtiye. Şoreşa mirovahiyê ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk tê, li hemberî zehmetiyan roj bi roj berxwedana xwe mezin dike û li dijî çeteyên barbar ên DAIŞ’ê têkoşîneke lehengane dimeşînin û destanên dîrokî nivîsandin. Yek ji van destanan jî di sala 2014’an de li Kobanê û Cezaayê bi helwesta qehremanî ya 7 hevrêyên me derketiye holê. 7 hevrêyên ku nasnameya wan hatiye eşkerekirin de nasnameya 2 şervanên YPJ’ê hatiye eşkerekirin. 7 hevrêyên me di encama fedakariyeke bêhempa de tev li karwanê şehîdan bûne.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

Nasnav: Arşîn Efrîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’a

 

 

Nasnav: Rojda Efrîn

Nav û Paşnav: Arîfe Mihemed

Navê Dayikê: Gulê

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 23’ê Tebaxê 2014’an