Şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqqa (22-26 Puşber 2017)

  • 5 Tîrmeh 2017 | Pekrewan

Di pêşengtiya QSD’ê de Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqqa ku li hember çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin bi pêşdeçûna şervanên QSD’ê di milê başûrê bajar re tevahiya bajar xistin dorpêçê. Di vê pêvajoya dorpêçkirina bajar de, him di çalakiyên şervanan yên li dijî çeteyan de him jî di êrîşên çeteyan de şerekî sîng bi sîng dimeşe. Nexasim piştî dîroka 20’ê Pûşper’ê û vir de çeteyan bi hemû derfetên xwe êrîşî qadên rizgarkirî yên di bin kontrola şervanan de kirin, ev êrîş rastî berxwedana şervanan hat.
 
YPG û YPJ him di şikandina êrîşên çeteyan de him jî di pêşde birina pêngavê de roleke girîng dilîzin. Di navbera 22 û 26’ê Pûşper’ê 9 hevrêyên me di çarçoveya van hewldanan di şerê ku tevlî bûn û pêngavên rizgarkirina taxên bajar de bi lehengî şer kirin û şehîd ketin.
 
Em weke YPG û YPJ hemû şehîdên berxwedanê bi minet  û rêzdarî bibîrtînin. Di serî de ji malbatên wan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku ji bo pêkanîna xewn û xeyalên wan emê bi hemû hêza xwe têkoşîna ku li pey xwe hiştine bidomînin.