Şehîda Pêngava Xezeba Firatê (Berîvan Mîra)

  • 10 Adar 2017 | Pekrewan

Ji bo rizgarkirina gelê Reqqayê ku hamleya Xezeba Firatê hatibu destpêkirin di qonaxa sêyemîn de bi dijwarî berdewam dike. Di bin sîwana Hêzên Sûrîya Demokratîk QSD’ê de Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ ku rola sereke girtiye ser milê xwe pêşketin û deskeftiyên mezin ava dike.

 

Di 5’ê Adara 2017’an de berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê ragihand kû pêngava sêyemîn a hemleya rizgarkirina bajarê Reqqa û gundên Dêra Zorê ya ku hefteyek berê ji ber rewşa hewayî hatibû rawestandin, cardin didome, ji 5’ê mehê heta roja me ya îro gelek gund û bejahî hat rizgar kirin û di rizgarkirina van gundan de gelek şer û pevçûnên dijwar li eyaleta Reqqayê rû dan. Di encama van şeran de 10 rêhevalên me gihiştine şehadetê piştî kû rolek mezin ji berxwedaniyê girtibun li ser mile xwe.

 

Ev pênç mehên dawî de rizgarkirina gelek gund û cihen stratejîk de şervanen me li hember çeteyen DAIŞ’ê berxwedanekî bê hempa nîşan dane. Hemleya Xezeba Firatê de heya niha gelek hevalên me yên qehreman ji bo armanc û hedefe xwe pêkbînin gihiştine şehadetê.

 

Weke YPG û YPJ, em di kesayeta her deh hevalên xwe de hemû pakrewanên Şoreşa Rojavaye Kurdistanê bi rêzdarî bi bîrtînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin û soza şopdariya rêya wan didin. Di serî de ji malbata şehîdan, em ji tevahî gelê Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din re sersaxiyê dixwazin. Soza tolhildana şehîdan em careke din nû dikin û emê tekoşîn bikin ku layiqê şer û berxwedana hevalên xwe derkevin.

 

Nasnameya Pakrewanan Wiha Ye:

 

 

Nav û Paşnav: Bêrîvan Mîra

Navê Rast: Hêlîn Şahîn

Navê Dayikê: Gulbehar

Navê Bav: Abdulbaqî

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyaleta Reqqa 03 Adar 2017

 

Navenda Ragihandina YPJ

10 Adar 2017