Şehidên Berxwedanîya Serdemê

  • 2018 Adar 3 | Pekrewan

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandinê ya QSD'ê de hate ragihandin ku şervanên

wan li Efrînê li dijî êrîşên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên terorîst ku bi her cûre çekên giran êrişan dike, şervanênme bi rengekî bêhempa lihemberî van êrişan  ber xwe didin.

Navendê got, "Di encama şerê di navbera şervanên me û artêşa Tirk de li eniyên Bilbilê û Cindirês de 15 şervanên me gihîştin asta şehadetê.di nava van cangorîyada du şervanê me gihîştin asta şahadetê .

Em soz didin gelêxwe û tevahî malbatên cangorîya heya em hebin emê vê axa pîroz kû rêhevalên me xwuna xwe li rijandine emê bibin parazvanê wê û soz didin heya serkeftinê emê  tekoşînaxwe li dijî dagirkerîyê bilind bikin.

nasnameya hevrêyên me wiha ye:

 

 

Nasnav: Şayan Cûdî

Nav û paşnav: Rûken Fendî

Navê dayikê: Şerîfa

Navê bavê: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Kobanê

Cih û û dema şehadetê: Bilbilê- Şerqiya/ 26‘ê Sibata 2018

Nasnav: Şengal Laleş

Nav û paşnav: Narîn Hisên

Navê dayikê: Xezala

Navê bavê: Ezîz

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û û dema şehadetê: Bilbilê-Şerqiya/20‘ê Sibata 2018