Şervanên YPJ: Newrozbûyîn bi heqîqeta Berxwedana Efrînê re misoger bûye

  • 2018 3 19 | Nûçe

Şervanên YPJ’ê bi boneya cejna Newrozê nêrînên xwe anîn ziman û gotin em bi rihê berxwedana serdemê Newrozê pêşwazî dikin û wê berxwedana gelê me bi ser bikeve.

Çarçêla Zeyda: “Ez di serî de Nevroza tevahî gelê kurd, gelê rojhilata navîn, pîroz dikim, her li Rêberê gela Rêber APO û gelê meyî berxwedêr yê Efrînê pîroz dikim. Nevroz bi Kawayê Hesînkar, Mazlum Dogan û bi Rewşenan’re dest pê kir. Tevî ewqas êrîşên li ser gelê kurd hatî meşandin û ewqas qatlîamên hatin çekirin lê dîsa gelê me rojên xwe yên pîroz bi kelecaneke pir mezin xwedî derketine. Ew hatiye diyarkirin ku gelê me tu caran dev ji axa xwe bernadin, dijmin çiqas êrîş bike jî nikare moral û kelecana me ya be moral û kelecana gelê me xirap bike. Gelê me bi rihê Nevroza 2018’an xwedî li Efrînê û berxwedêrên xwe derkevin. Hêza dijmin nîne ku li henberî YPJ û YPG’ê şer bike. ji ber ku em bi rihê Barîn û Avêstayan hîn zêdetir xurttir dibin. Ev pêngava ku me dayî peşiya xwe bi Arînan mezin dibe û wê bi ser bikeve, dema ku em mêze dikin hem gel û hem YPG û YPJ berxwedanek didin meşandin, ev jî serkeftineke herî mezine. pêwîste gelê me bi meşên xwe bi mitîngên xwe her tim di nav çalekiyan debin û piştgiriya xwe ji bo berxwedana serdemê bidin diyarkirin. Bi teybet gelê me yê her çar parçên kurdistanê û gelê me yê li dervayî welat jî xwdî vê berxedaniyê derbikevin. Wê berxwedana gelê me bi serbikeve. Ev tiştê ku niha li Efrînê tên jiyan kirin di rûpelên dîrokê de çihekî nû vekir. Ez careke din dibêjim bila dilê gelê me rihet be û bila şervanên xwe xwedî derbikevin û dibêjim serkeftin ya me ye.

Berîvan Azad; “ Di dîroka kurdan de her tim berxwedan hatiye jiyan kirin û di nav van berxwedanîyan de hevalên ku bi agirê bedana xwe newroz pîrozkirine. Dema ev çalekî pêk anîn gotin tu kes nikare agirê nevrozê bitefîne, yek ji di van hevalan heval Berîvan, Ronahî bûn. Di dîroka gelê me de çalekiya hevalan bandorekî herî mezin da avakirin rihê şoreşê, tekoşîn û raperînan li Kurdistanê geş kirin. Dema ku mirov rojavayê kurdistanê dinêre berxwedaniyên herî serkeftî û herî xurt deketine holê. Ev berxwedanî heya roja me ya îro jî berdewam dike. Niha jî gelê me di van rojên dîrokî de berxwedana serdemê ya ku gelê me yê efrîne û şervanên azadiyê didin meşandin jiyan dike û newrozê pêşwazî dike. Em bi rihê berxwedana serdemê vê newroza gelan di serî de ji gelê xwe re û Rêberê Rêberan Rêber APO pîroz dikin û dibêjim em ê heta dawiyê şopdarê riya şoreşê bin ta ku gelê me bighîje jiyana azad û serkeftina mayînde.   

Zîlan Amed; “Cejna mezin ya gelên mezopotamiya yê ez dest pê kê de li gelê kurd tevahî gelên rojhilata navîn pîroz dikim. Cejina Newrozê bi berxwedanî û bi hezaran şehîdên qehremantî ava kirin gihişte vê astê. Ev berxwedanî hêşt ku Kurdistan veguherê warê şoreşa hemû gelan û mirovahiyê. Îro ev rastiya şoreşa gelan tovên xwe li li ser xaka rojavayî Kurdistanê reşandiye û şîn bûye. Dehqên serdsala 21 mîn ji bo vê rastiya ji holê rakin çi destê wan tê dikin. Lê çidibe bila bibe serkeftina gelan bi agirê newrozê xwe pêçaye wê ti carî neyê tefandin. Ev heqîqeta newroz bûyînê îro xwe di şexsê berxwedana serdemê ya li  Efrînê bûye şênber bûye. Li ser wê esasê em tu caran dev ji doza xwe bernadin û her bi rihê serkeftinê ava dike jiyan bikin. Wê berxwedana gelê me bi ser bikeve.