Şervanên YPJ: Rojbûna Rêber APO vejîna Gelê Kurd e

  • 2018 4 1 | Nûçe

Di 4’ê Nîsana 1949’an de li gundê Amara rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalane. Şervanên YPJ’ê bi boneya roja Rojbûna Rêberê gelê Kurd Rêber APO nêrînên xwe anîn ziman û gotin rojbûna Rêber APO Rojbûna gelê Kurd e. Şevana YPJ’ê ya bi navê Zeryan Cûdî rojbûna Rêber APO li tevahî gelê Kurd pîroz kir û nêrîna xwe wiha anî ziman; “Rêber APO bi fikir û felsefa xwe îro bûye rêberê tevahî gelan. Pêwîste roja rojbûna Rêber APO bibe cejna tevahî gelan. Ji ber ev roj roja azadiya gelane. Ev roj bi taybet ji bona gelên bindest û tevahî cîhanê rojekî pir grîng e. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî emê di şopa fikir û felsefa Rêber APO de bimeşin.” Berçem Arîn; “Ez rojbûna Rêberê gelan Rêber APO li hemû jinan, gelên cîhanê û gelê her çar perçê Kurdistanê pîroz dikim. Ev roj rojbûna me hemû Kurdan e. Ez ê weke şervanekî YPJ di birdoziya Rêber APO ya ji bo jinan pêşxistiye hîn bêhtir xwe kûr kirinê esas bigrim.” Lêgerîn Arjîn; “Em vê rojê di serî de li Serok APO û li tevahî mirovahiyê pîroz dikin. Di vê rojê de mirovahiyê xwe nas kir û Rêber APO rastiya gelê Kurd û Kurdistana hatiye înkar kirin derxist zelaliyê. Gelê Kurd bi ziman, çand kir.” Vîyan Peyman; “Em wek jin me di nava koletî û tarîtî yê de jiyan dikir lê, bi roja rojbûna Serok Apo li ser vê tarîtiyê bû ronahî. Weke şervanên YPJ’ê em vê rojê li tevahî cîhan û gelê Kurdistanê û tevahî gelên Bakûrê Sûrî pîroz dikin.” Göksu Jîrkî; “Bi saya birdoziya Serok APO jinê xwe nas kir û li kêleka vê rastiyê em wek şervanê YPJ’ê heta ji me werê em ê serkeftinên misogeriya jiyana azad ya gelan bidest bixin. Em vê salê li Serokatiya xwe pîroz dikin û dibêjin wê tekoşîna gelê Kurd bibe azadkirina fizîkî ya Rêber APO.” Şervana ereb ya bi navê Avêsta Amargî jî axivî û wiha got; “rojbûna Rêber APO em ji nûve vejîn kirin. Me wekî jin di cîhanê de tiştekî nedizanî û em weke însanê girtîbûn lê Rêber APO em ji vê rewşê xilas kirin. Rêber APO nirxekî herî mezin da jinê bi vîna jinê bawer kir û di şoreşê de cihê da jinan. Bi vê rastiyê re di jiyanê de qîmeta jinê hate çêkirin û ferqa di navbera jin û zilam de hate rakirin. Em fêrî jiyanekî nû û azad bûn. Em ê bi tekoşîna xwe Rêber APO ji zîndanê derbixin. Em ê dijmin li ser xaka xwe derbixin. Ji bo wê pêwîste hemû gel di bin bana fikirên Rêber APO de xwe bikin yek û hevgirtî bin.”