Şervanên YPJ’ê: Bedel çi jî be, heya DAİŞ bi dawî nebe wê şerê me bidome

  • 2019 2 13 | Nûçe

Şervanên YPJ ên ku li Dêrazorê di şerê li dijî DAİŞ’ê de birîndarbûne, tevî birîndariya xwe bi biryarin ku terora DAİŞ’ê tune bikin. Şervanan anî ziman ku heta dawî li hovîtiya çeteyên Daîş’ê were ewê gelê xwe û xaka xwe biparêzin.

Şervana YPJ’ê ya bi navê Bêrîtan Botan kêliya xwe ya birîndarbûna bi van gotinan anî ziman; “Weke şervanên YPJ’ê ev demeke dirêje em cihê xwe di pêngava Bagera Cizirî de digrin. Di rojeke ku şer û pevçûn pir giranbûn, ez û hevala xwe Dîlana doçkacî bi lez û bez çûn çeperên pêş. Heval Dîlan li ser Doşka bû, ez jî ajokara hamirê bûm. Di wê kêliyê de pevçûnên pir giran bûn. Ez ji milê xwe de birîndarbûm. Ji ber wê hevalan ez birim cihek bi ewle û piştî ku birîna min derman kirin, ez careke din zivirîm cehpê.”

Bêrîtan a ku bi israra xwe careke din vedigere çeperên pêş bi israre ku heya dawî di vê pêngava girîng de cihê xwe bigre û wiha dawî li gotinên xwe anî; “Ji ber ku ev pêngav tê wateya dawiya DAİŞ’ê ya coğrafik, ez bi pêşniyara xwe careke din vegeriyam çepera xwe. Ji ber wê birîndarî çiqas sivik an jî giran be, an jî bedel çi jî bê xwestin me di her warî de xwe ji bo wê amade kiriye. Ji bo hebûn û parastina gel çi pêwîst bike emê bikin, heta dilopa xwîna xwe ya dawî jî emê tekoşîna xwe berdewam bikin.”

Şervana YPJ’ê Dîlan Şevger jî bi heman biryardariyê bi vî awayî nêrînên xwe parve kirin; “Weke şervaneke YPJ’ê cihê xwe di vê pêngavê de digrim. Ez û heval Bêrîtan ekîbek bûn, dema ku pevçûn derket me bi hevre berê xwe da eniyên pêş, heval Bêrîtan di wê pevçûnê de birîndar bû. Balafira keşfê ya çeteyan li me xist, ji ber wê jî em birîndar bûn. Hevalan em rakirin nexweşxanê, piştî me tedawiya xwe dît, em careke din vegeriyan çeperên xwe. Ji bo em vê pêngavê bi rengek serkeftî bi dawî bikin, çi pêwîst be emê pêk bînin. Di vê mijarê de em bi biryarin û heya serkeftinê wê ev şerê me bidome”.

Dilovan Gever/Avrîn Masûm