Şervanên YPJ’ê Bi rihê berxwedanê 8’ê Adarê pîroz kirin

  • 2019 3 8 | Nûçe

Li herêma Cizîrê bi sedan şervanên YPJ’ê roja 8’ê Adarê bi coşekî mezin û bi rihê berxwedanê pîroz kirin. Pîrozbahî bi merasîmekî leşkerî hat dest pêkirin.

Li herêma Cizîrê bi sedan şervan û fermandarên yekîneyên parastina jin YPJ’ê roja 8’ê adarê pîroz kirin. Pîrozbahiya şervanan bi merasîma leşkerî dest pê kir. Di merasîmê de ji fermandarên YPJ’ê Axîn Nucan, Rojda Felat, Evîn Efrîn, Leyla Waşûkanî amede bûn. Fermandar Axîn, di merasîmê de axivî û di destpêka axaftina xwe de ev roj li tevahî jinên cîhanê, Rêber Abdullah Ocelan, di şexê Leyla Guven de li berxwedêrên grava biçîbûnê û hemû tekoşerên jin pîroz kir.

Fermandar Axîn Nucan da zanîn ku ew roja 8’ê adarê di demek girîg de pêşwazî dikin û wiha axaftina xwe dewam kir; “Em weke hêzên parastina jin YPJ’ê nêzî 6 sale li hemberî çeteyên DAIŞ’ê tekoşînekî mezin didin. Di roja îro de ev hêza ku bi hovîtiya xwe tevahî dinya xistibû bin metirsiyê li hemberî hêza jinan di warê coxrafîk de têkdiçe. Em vê têkçûnê re tekoşîna xwe ya di qada parastinê de bi dawî nakin. Ji ber ku hîna hişmendiyekî qirker û dagirker li ser jinan heye. Ev hişmendiya kuştina jinan rewa dibîne ji bo me sedema tekoşîn meşandinê ye. Me weke hêzên parastina jin hêz, moral û îlhama tekoşînê ji mîrasa berxwedaniya jinan di dîrokê de da ye girt. Ev mîrasa bi berxwedanê ve tijiye di roja îro de careke din di şexsê Leyla û hevalên jin yên di grava biçîbûnê de dîsa zindî bûye. Ev tekoşîna jinan ya di cîhanê û Kurdistanê de tê meşandin ji bo me her tim bû bingeha xurtkirina şerê paratina cewherî.

Fermandar Nucan, her wiha bal kişand ser erkên di demê pêş de ji wan tevahî jinan tê xwestin û wiha got; Pêwîste em hemû rojan bikin rojên tekoşînê û bi destxistina serkeftinên mayînde ji bo jinan. Ev ji bo me erka sereke ya dema pêşe. Em bi wesîla vê rojê bang li hemû jinan dikin û dibêjin em tekoşîna xwe hevpar bikin û li hemberî pergala baviksalarî, yekîtiya xwe ya ruhî, rêxistinî ava bikin. Em tekoşîna xwe dijwar bikin û hêza xwe ya parastinê mezin bikin.”

Fermandar Axîn, herî dawî careke din ev roj li hemû jinên cîhanê û dayîkên şehîdan pîroz kir û dawî li axaftina xwe anî.

Piştî merasîma leşkerî şervanan şahiya ku amade kiribûn pêşkêş kirin û bi gerandina govendê dawî li pîrozbahiya xwe anîn.

Navenda Ragihandina YPJ