Şervanên YPJ’ê bi hinaseya berxwedanê 8’ê Adarê pîroz kirin

  • 2019 3 11 | Gotar

Şervanên YPJ’ê li herêma Cizîrê bi çoşekî mezin roja 8’ê Adarê pîroz kirin. Şervanan bi xemla xwe, bi bedewî û rûkeniya xwe, di seatên siharê de xwe amedekirin û herikîn berbi qada pîrozbahiyê. Me li sê qadan şahiya pîrozbahiya şervanan kir, li her sê qadan jî hesta kêyfxweşiya şervanan dida nişandan wateya vê rojê wan gelekî bihaye. Dema em ketin qada pîrozbahiyê de ew coş û kelecana ku şervanan  ji serkeftina Dêrezorê girtine, li ser rûyê wan bi her awayî xuya dibû. Ew sekna wan ya bi rext û çek hêjayî dîtinê bû. Şahiya şervanan bi meresîmek bi heybet, ya leşkerî hate dest pêkirin. Şervanên ku bi sekna xwe ya leşkerî bandor li ser tevahî jinan di qada nevnetewî de kirin îro carekî din dest nişan kirin ew parazvanên tevahî jinane. Îro di meresîma ku li darxistin de jî, carek din dan raberkirin, wê heta dawî bi tekoşîna xwe nirxên civaka xwe bi parêzin. Wê heta dawiyê di tekoşînkirina xwe ya li himber hêzên desthilatdar de bi israr li ser erk û berpirsyarên xwe de biçin.

Keçên rojê, jinên berxwedêr yên ji her netewî, bi berxwedana xwe ya dîrokî ku ev 8 salin li himber hişmendiya baviksalarî berxwedaniyekî bê hempa dide meşandin. Yek jî cardin dîroka dayîk xwedawend li ser xaka Rojavayê Kurdistanê, bi tekoşîna şervanên li ser şopa Roza, Sarayan, Silava û Bêrîvanan,  tekoşîn dikin,  kêliyên çanda xwedawendaniyê bi gelê xwe didin jiyankirin. Şervanan ew çand bi şanoyên xwe bi hevalên xwe û mêvanên ku ji dervede hatin re dan nîşandan, peyam dan û gotin: “Me çawa bi çanda xwedawendiyê navên xwe di dîroka mirovahiyê de bi tîpên zêrîn dane nivîsandin. Îro jî em bi tekoşîna xwe têkçûna dijminê mirovahiyê çeteyên Daiş’ê, kêlî bi kêlî bi raya giştî re parve dikin. Şervanan bi wê keyifxweşa xwe ya ji Dêrezorê girtine, bi hevalên xwe yên ku ji herêma Dêrezorê tevlî nav refên YPJ’ê bûne, bi coşa şahiya 8’ê Adarê parve kirin.  Heta me di govend gerandina wan de jî kêlî bi kêlî şahidiya wan kêliyan kir ku şervanên YPJ’ê bi keyifxweşiya xwe ya ketina meha Adarê re, wê heta dawî jî li himber hêzên desthilatdar tekoşîn bikin.

Di nava şahiyê de tişta pir bala me kişand, ew jî her şervaneke YPJ’ê bi keziyên xwe em cardin kirin heyran ji bejin û bala xwe re û bûn sedem ku kemereyên me cardin bizivirin li ser wan. Ew xweşikbûna şervanan berê ojektîfan dizivirandin ser xwe. Şervanan ev roj bi gerandina govenda azadiyê û bi dirûşmeyên jin jiyan azadî ji jinên cîhanê re peyama em li her dera nefesa jiyanê lê heyî ne werin em bi hevre enerjiya xwe biherikînin berbi vê jiyanê ve. Di dema govend girtinê de jî rûkenî li ser rûçikên wan qet kêm nebû. Di heman demê de dema dirûşima jin jiyan azadî diqîran, te digot qey bi dengê hemû jinan qîr dikin li warê berxwedanê de. Her kêliya hatî jiyankirin li gel şervanên YPJ’ê, ji bo me kêliyên ku tucaran nayên ji bîr kirinin. Di heman demê de wê hertim bi wan kêliyan şervanên YPJ’ê bi wan wêneyên xwe yên xweşik di mejiyê me de zindî bin. Bijî 8’ê Adara, bijî berxwedana jinên tekoşer.

Pelşîn Bêrîtan