Şervanên YPJ’ê li herêma Firatê 8’ê Adarê pîroz kirin

  • 2019 3 9 | Nûçe

Bi sedan hêzên yekîneyên parastina jin YPJ’ê û şervanên QSD’ê li herêma Firatê Eyîn îsa roja 8’ê adarê, bi merasîmeke leşkerî ya bi heybet pîroz kirin. Di merasîmê de seroka desteya rêveber ya MSD îlham Ehmed, fermandarên YPJ’ê Zinarîn Kobanê, Avaşîn Efrîn û Rojda Minbic amade bûn. Di merasîmê de Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê îlham Ehmed axivî ev roj li tevahî jinên cîhanê, şervanên YPJ’ê û jinên tekoşînvan pîroz kir û got; pêwîste em xeta jiyana xwe bikin xeta berxwedan û tekoşînê ji bo afirandina jiyaneke azad.

Ehmed, li ser girîngî û wateya vê rojê bal kişand ser van xalan; “Di rûpela dîrokê de ev roj rojekî ku di jiyana jinan de nayê ji bîrkirine. Jinên berxwedêr û tekoşînvan, di destpêka dîrokê de ji bo, bi destxistina mafê xwe û avakirina wekheviya di navbera herdu cinsan de têkoşiyane. Di roja îro de jinên Sûrî hîna ji ber teror û hişmendiya mêrê serdest di nav şer, şidet û zilmê re derbas dibin. Di nava şerê tê jiyan kirin de enerjiyek cidî winda dike. Li hemberî vê, jinan bi tekoşîna xwe di nav civaka Kurd, Ereb, Sûryan û Tirkmenan de rêxitina rizgarkirina jinê ji hişmendiya serdest avakirine. We bi sekna xwe ya berxwedêr di roja îro de rêxistina terorî têk bir. We pêşengtî ji serkeftinên mezin yên di her qada şoreşê de ava bûne re kir. Ev tekoşîna we di rûpela dîrokê de efsane nivîsand.

Her wiha Ehmed, anî ziman ku pêwîste em xeta jiyana xwe bikin xeta berxwedan û tekoşînê ji bo afirandina jiyaneke azad û wiha berdewam kir; “Ji bo wê pêwîste em terorê bi dawî bikin, lê ne tenê terora ku bi çeteyên daiş tê naskirin, berovajî em terora ku bingeha xwe ji pergala baviksalarî digre nas bikin ku em bikaribin di jiyana xwe de xeta berxwedanê misoger bikin. Em îro bi sekna we ya pîroz gav bi gav berbi azadiyê ve diçin, ji ber we, bi tekoşîna xwe jin rizgakir kirin. Ceribandina ku we di vê warî de girtî tenê di perçeyekî biçûk de namîne, wê belavî tevahî rojhilata navîn bibe. Wê ev ceribandin bibe ya hemû jinên cîhanê ku îro bi serekftinê we serbilindî dijîn.

Di dawî de îlham Ehmed, ev roj li hemû jinên berxwedêr, xwediyê fikra azad û hemû şervanên ku di çeperan de li ber xwe didin pîroz kir û wiha dawî li gotina xwe anî; “Em li ser wê bingehê soz didin, emê tekoşîna xwe bimeşînin û li ber xwe bidin. Daxwaza serkeftinê ji were dikim. Di şexsê şehîd Barîn, Arîn û Avesta de hemû şehîdên ku di oxira pêkanîna azadiyê de canê xwe feda kirin bibîrtînin.

Piştî merasîm bi dawî bû gul, li şervanan hatin belav kirin û pîrozbahî bi şahiya şervanan amade kiribû berdewam kir. 

Navenda Ragihandina YPJ