Şervanên YPJ’ê yên li herêma Firata 8’ê Adarê Pîroz kirin

  • 2018 Adar 10 | Nûçe

Bi dehan Şervan û fermandarên YPJ’ê yên li eniya herêma Firatê bi rihê berxwedana serdemê roja 8’ê adarê pîroz kirin. Pîrozbahî bi merasîmek bi heybet ya leşkeri dest pê kir.

Di merasîmê de fermandara YPJ’ê Fîdan Qamişlo axivî û dest pê kê de li roja jinên kedkarên cîhanê li Rêberê Rêberan Rêber APO, jinên cîhanê, jinên rojhilata navîn û li tevahî şervanên di eniya berxwedana serdemê de ne pîroz kir û wiha got; “Em bi wesîleya vê rojê weke jinên kurd dixwezin xwe bighînin tevahî jinên cîhanê û em vê rojê bikin roja yekîtiya jinên Ereb, Asurî, Suryanî, Fars û tevahî Tirk û tevahî jinên cîhanê. Berxwedana YPJ’ê ya ku di hemû qadan de û di hemû pêngavan de çêbû, ji kobanê, Reqqa, Minbic û heta îro li Dêre zor û Efrînê ev berxwedanî îspata bilindkirina tekoşîna 8’ê adarê ye. Ji bo wê em weke jin pêwîste yekîtiya xwe, tekoşîna xwe û hêza xwe ya parastinê bi rêxistin bikin û xurttir bikin. Îro berxwedana Efrînê di pêşengtiya jin de tê meşandin. Di kesayeta Şehîd Avêsta, Barînan û bi sedan tekoşeran de careke din hêza jina tekoşînvan û berxwedêr derketiye pêş. Em ê vê berxwedana serdemê ji dil û can slav dikin û rêhevalên xwe yên bi qehremanî li berxwe dan û gihîştin şehadetê bibîrtînin. Em careke din vê rojê li tevahî jinan pîroz dikin û dibêjin bijî rihê 8’ê Adarê, bijî rihê berxwedana serdemê. Piştî merasîm bi dawî bû şervanan bi meşekî li darxistin û bi avêtina sloganên bijî berxwedana serdemê  desteka xwe ya ji bo berxwedana Efrînê anîn ziman. Koma ciwanan şahiya ku amade kiribûn kiribûn pêşkêşî şervanan kirin.