‘Daxwaza Min Azadiya Hemû Jina Ye’

  • 2019 2 7 | Gotar

Şervana YPJ’ê Viyan Dêrezorê, ya ji Dêrezorê armanca tevlîbûna xwe ya nava YPJ’ê anî ziman û bang li hemû keçên Dêrezorê kir werin beşdarî nav YPJ’ê bibin.    

Viyan Dêrezor, piştî hêzên QSD-YPJ’ê ji bo rizgarkirina Dêrezorê dest bi pêngava Bagera Cizîrê kirin, ji herêmê êdî tevlîbûna nava YPJ-YPG’ê çêbû û wiha got; “Min dema dît tevlîbûn ji herêma me çêdibe min jî xwest ez beşdar bibim. Li ser YPJ’ê gelek tiştên nebaş hatin gotin lê min qet bawer nekir. Li herêma me derketina keçan bi serê xwe, an jî vekirina por qedexeye. Di dîtina civaka min de keç nikare çek rake, nikare şer bike, li pêşe. Lê tevî vê dîtinê jî ez beşdarî nava YPJ’ê bûm.”

Viyan Dêrezor, her wiha da zanînin ew bi sekna jinên ji bo xaka xwe şer dikin bandor dibe û wisa axaftina xwe dewam kir; “Helbet sedema herî zêde li ser beşdarbûna min bandor da avakirin tevlîbûna jinan ya nava şer bû. Daxwaza min ewe hemû jin xwe ji jiyana kole ya ku li ser wan hatiye ferzkirin rizgar bikin. Pêwîste jin, ji nav wan dîwarên hatiye hepis kirin derkeve, hêza xwe derxê. Min dît hêzekî jin ya xurt heye lê dernexistiye holê. Ez bi taybet ji bo keçên Dêrezorê dibêjim bila werin ji bo azadiya xwe tevlî bibin.”

Dêrzorê di dawî de wiha got; “Ez niha xwe ji bo tevlî şerekî pêşbikeve amade dibînim. Manewiyeta min bilinde. Ev welat welatê me ye, em çima destor bidin dijmin bikevê xaka me. Niha li girêsipî gel bi hevre dijîn û bi hevre di nava aramiyê de ne. Em dibînin, rewşê dişopînin û parastina vir dikin. Em li vir ji bo her êrişekî pêş bikeve amade ne bersiv bidin.”     

Aras Masum/Rêjîn Lezgîn/Herêma Firatê