“ARMANCA ME XILAS KIRINA JİNÊN EREB JI ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê YE”

  • 2018 6 24 | Nûçe

 

Şervanên YPJ’ê ên ku bi giranî ji Dêre zorê ne û beşdarî nav refên YPJ’ê bûne cihê xwe di pêngava Bagera Cizîrê de digirin. Şervanan anîn ziman armanca tevlîbûna wan ya pêngava Bagera Cizîrê xilas kirina jinên Ereb ji bin zordariya çeteyên Daîş’ê ye.

Şervanên YPJ’ê yên li eniya şer nêrînên xwe li ser pêşveçûna pêngavê anîn ziman û her wiha armancên xwe yên tevlîbûna pêngavê vegotin. Şervana bi navê Mizgîn Dêre Zor axivî wiha behsa armanc û sedema tevlîbûna xwe ya nava şer kir; “ Ez tevî malbeta xwe demek dirêj di bin zordariya çeteyên daîş’ê de mam. Di hovîtiya çeteyên daîş’ê de herî zêde jina bê parastin mayî tê hedef girtin. Ez piştî tevlî YPJ’ê bûm bi vê rastiyê hesiyam. Jina Ereb ji hişmendiya xwe parastinê bê pare ez dibêjim bila hemû jinên Ereb dengê min bibhîsin û parastina xwe pêş bixin. Ji bo ez tola hemû jinên ku ev çend sale ji ber çeteyên daîş’ê nikarîn serê xwe ji malê derbixin hatime vir û şer dikim. Moral û manewiyeta min pir bilinde. Ev moral ji bo min dibe hêza serkeftinê û ji xwe bawer bûnê.”

 Şervana bi navê Newroz Şedadê ya bi eslê xwe Erebe cihê xwe di pêngavê de digire. Newroz,  kêfxweşiya xwe ya ji ber tevlîbûna pêngavê anî ziman; “Em xwe pir bi şans dibînin ber ku em çeteyên daîş’ê li ser xaka xwe paqij dikin. Daxwaz û armanca me ya tevlîbûna vî şerî ewe em her kesê koçber bûye vegerînin ser cih û warên wan. Bi taybetî jî em bibin dengê hemû jinên di vê şerî de êş û azar dîtine. Erka me parastine heya ji destê me werê  emê bi vê erka xwe  rabin.”

Şervana bi navê Perwîn Heleb ya ku cihê xwe di şerê Helebê de girtiye û niha tevlî pêngava Bagera Cizîrê bûye jî  wisa nêrînên xwe anîn zimên; “Min li Helebê jî rastiya hovîtiya çete li ser gel û jinê dikin dît hovîtiya çete li vir jî dikin eyniye. Xwesteka min ew bû ez beşdarî YPJ’ê bibim û cihê xwe di nav şer de bigirim. Ez hêza xwe û baweriya xwe vê xwesteka xwe bi cîh tînim. Em gelek zehmetiyan dibînin lê hêviya me ji ber xurte ew zehmetî nabin asteng li pêşiya me. Em her ku kenê li ser rûyê jinek ji çeteyan rizgar bûye dibînin hêviya me ya serkeftinê mezintir dibê. Gelê vê herêmê me bi dilgermî pêşwazî dike em jî heya ji me tê wan didin cihên bi ewle ta ku operesyon bi dawî bibe.”

Şervana bi navê Nalîn Hesekê ya ji Hesekê ye got em li vir ser navê her şervaneke YPJ’ê şer dikin. Armanca me ji pêngavê ewe, em xwe bighînin sînorê îraqê. Ji xwe kêm maye em bighînin sînorê îraqê. Çeteyan gelek mayîn bi cih kirine em neçarin van mayînan paqij bikin û bi pêş de herin. Cihê niha em lê dimînin herêma dişîşa ye. Dişîşa herêmek firehe, derdora wê gelek gund û mezre hene. Ji xwe em dorbera Dişîşa rizgar bikin digihînin ser sînorê îraqê, ev jî demeke nêz de pêk were. Em weke şervanên YPJ’ê parastina cihên hatine rizgar kirin dikin û di heman demê de cihê pêwîst dike di çeperên pêş de cih digirin. Û gav bi gav pêşde diçin. Ez jî weke gelek hevalên xwe li ser armanca xilas kirina jinên Ereb ji çeteyên daîş’ê hatime cihê xwe di vê pêngavê de digirim.  

                                                         Navenda Ragahandina YPJ’ê