“GERÎLAYÊN EZÎZ DIL Û MEJİYÊ XWE SEXLEM BIGRIN”

  • 2018 7 28 | Gotar

     

 

Pêwîste mirov li beramberî jiyana Tevgera Azadiyê bi nirx û bi rêzdar nêz bibe. Ji ber ku di encama berdêlên gelek giranbûha re destana berxwedaniyê ya gelekî bi destê mirovên kedkar re tê nivîsandin û ew evîndarên xwedî biryarên serdemê bi ronahiya Rojê re bûn wateya jiyanê. Ji ber vê yekê mirovên xwedî hewldana azadiyê pêwîste bi her aliyan ve bibin xwedî biryarên xurt. Bi rastiya Rêber Apo re kesayetên herî xurt ava kirin wê bibe bingeha jiyana azad û wekhev. Kesayetên ku xwe ji nû ve ava bikin dikarin bibin bersiva demê.

Her milîtanek bi taybetî jî jin di warê rih û mejiyê de bikaribe felsefe û tekoşîna azadiyê biparêze, li ku derê dibe bila bibe weke berpîrsayartiya dîrokî, em xwedî erkên demê ne ji ber vê yekê pîvanê partîbûnê ya ku mirovan dike mirov wê di gihîştina heqîqetê de encamgir be. Dil û mejiyên xwe sexlem girtin û bi Serokatî re jiyan kirin, di jiyana rast de bi israr nêzbûn ji bo her kesê bibe dest pê kirineke nû. Ji ber vê yekê dest pê kirina her tiştî fêm kirine, bi wate jiyan kirine.

Jin di nava Tekoşîna Azadiyê de bi birdoziya rizgariya jin û pîvanên jina azad re di ava kirina jiyana wekhev de pêşengtiyeke dîrokî ve li ser erkên demê disekine. Bi tekoşîneke xurt û fêm kirina şoreşê re serkeftin were mîsoger kirin. Serokatî dibêje;  “Mirovên ku xwe ava dikin ew mirovên mezin in” ji ber vê yekê bi nas kirina dîroka rast ya mirovatiyê re em ê li hember hemû êrîşên dagirkeriyê bisekinin. Di oxira parastina nirxên mirovî de em ê bibin şopdarên Avesta, Amargî û Îlanan.   

                                                   Berîtan Zagros