Dİ ARMANC DE ZELAL BUYîN

  • 2018 sıbat 10 | Gotar

Rêbaz; rêya bi wate kirina  jîyanê ye. Her rêbaz rêyekî nişan dide. Rêya ku tê şixûlandin armanca heyî  jî digrê nava xwe. Rêya gihandian armancê jî bi rêbaza herî  xurt ve pêktê. Pirsgirêka heyî bi rêbaza rast tê çareserkirin. Jîyan bi şîyar buyîneki xurt tê bi watekirin. Xweşik buyîn bi dilekî paqij têdîtin.Her rêbaz evîna xwe jî dide nişandan. Jîyan bi watekirin, xweşik bûna wê dayîna berdewam kirin qasî paqijbûna  armanca heyî pêwîst dike ku rêbaz jî paqij be. Rêber Apo dibêje; ‘’Mirovekî di armanca xwe de zelal be wê rêbaza rast jî bibinê.’’

Di milê jin de ev hîn bêhtir derbasdare. Em di armanca  xwe de ciqasî  zelalbin bi qasî wê jî rêbaza rast û zelal bibinin. Mirovê ku bizanibe çi dixwezê ji bo wê pirsgirêka rêbaz dîtinê nîne. Lê belê ger ku nizanibe çi dixwaze wê demê gelekî zahmetî  were jîyankirin. Ev rastî di milê takekesî ve  derbas dar dibe û ev rastî ya heyî ji bo mirovên ku pirsgirêka civakê çaresarbikin tekoşîndikin derbasdare.
  Heta rojameya îro tekoşîna bindestan ya bê hejmar hatiye jîyankirin. Fedakari û tekoşinên ku hatîye dayîn de yek jî  bingeha  ne serketinê; nakokîyên heyî bi awayeki rast pênase ne kirin bû. Ger ku di bingeha nakokîyan de tu aborîyê deynê wê demê pêwîste li gorî wê tu rêbazekî rast bigerî. Mînak; dema ku Marx û Lenin xwestin pirsgirêka civakê tehlîl bikin gotin nakokîya bingehîn  aboriye. Kesên ku tê perçiqandin û yê ku dide perçiqandin.  Dibêjin ger ku nakokiyên di navbera karker û patron de bê çareser kirin wê demê wê pirsgirêkên civakî jî bê çaresekirin. Ji bo ku heqê karkeran bigrin bi awayeke mezin tekoşîn dane meşandin û di sala 1917’da Şoreşa Bolşevik pêk hat ango weke em pênase dikin Yekîtîya Komara Sovyet ya Sosyalîst SSCB hatîye ava kirin. Hegel nakokîya bingehîn weke nakokîya kole û efendiyê datîne holê. Bi gîhiştina serxwbûna netewan wê ev nakokî bê çareser kirin û wekî çareserî jî Netew Dewlet pêşxistiye. Ev rêbaza çareseriyê jî bi nîjadpereztî yê ve bi dawî bû. Rêber Apo ji dibêje;  nakokîya bingehîn di navbera jina kole û zilamê fênek de ye. Ev pênaseyekî dirokîye. Pirsgirêka herî bingehîn ya ku di navbera zayendan de ye. Rêber Apo di vê mijarê de mînaka mîtolojî û olên yek xwedayî dide. Wê destpê kirina mîtolojî yê ji Adem û Havva  ne tesadûfe tîne ser ziman.’’­ Azadî ne ji bo koletî yê ji bo yê ku li hemberî koletîyê serî radikin heye. Rêber Apo dibêje; ‘’ jina kole encax bi tekoşînê wê bikaribe xwe bigihîne azadîyê’’.Zilamê bê hêz û fênek ketine vê zane bûnê ku bi pêşengtiya jinê wê gûhertin û veguhertinê pêk werê. Di vê mijarê da destpêkê jin ketina ferqa koletîya xwe girînge. Ger ku nekeve ferqa wê xwe gûhertin û veguhertin jî wê ne misoger be. Di heman  demê de jî zilam, zilamê  xort û fênek dîrok ser û bin kiriye ketina ferqa vê jî girînge. Ev zanebûn jî wê ber bi rêya azadîyê ve bibe. Ger ku têkîliya di navbera jin û zilam da ya ku perciqî ye û tê perciqandin ger ku neyê gûhertin azadîya civakê ne misoger be. Di despêkê de tevlîbûna YPJ û YPG giringe. Lê belê ev destpêk ger wekî ku em azad bûne were desgirtin wê bi xwe re xeteriyên mezin bine . Ji bo tekoşînê gavek hatîye avêtin lê belê ya giring hertim domandina tekoşînê ye. Ger ku em vê nekin emê pir zû aciz bibin û em nakevin ferqa wateya jiyana xwe. Ev cesaret û danehevên YPJ ê ya ku bala cîhanê  dikşînê, bingehê xwe ji kur digrê pêwîste mirov pirs û lêkolîn bike, diroka jinên cîhanê, dîroka jinên Kurdîstanê û diroka tekoşîna jinê ya Tevgera Azadiyê ve girêdana wê pêwîste mirov baş çêbike. Bi vê zanebûyinê ve nêzî dîroka xwe bûyîn wê bibe garantiya serkeftinên me. Zelal bûna armanca me wê xwe di jiyana me de jî biteyîsîne. Xwe di azadî yê de kilît kirin û bi rêbazên rast tekoşîn dayîn mifteya jiyana azade.                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                        Zilan Xelikan