JI BO RAYA GIŞTÎ

  • 2018 Adar 12 | Daxuyanî

   Berxwedana serdemê ya ku ev 52 rojın bi hemû hêza xwe berdewam dike li hember dijmine kî qirker ku di NATO yê de weke artêşekî duyemîn cih digre tevî hevkarên xwe artêşa  azad, daîş, mertalên firatê û komên dîtir berxwedanek bê hempa şervanên YPJ, QSD û YPG didin meşandin. Di vê berxwedanê de gelek qehremanên ku xwe kirin mertal û bi rihekî fedaiyane, bi lehengî, destanî û efsaneyî didin nivîsandin derketin pêş. Li ser şopa Xerîb, Rûmet, Fîraz, Eylûl û Tolhildan rêhevala me Ruhenda Xemgîn dema ku bi erka xwe ya şopandina şerê efrînê û rastiya şerê qirkirin û tune kirina gelê xwe dikir, di eniya Cindirêsê de gihîşt şehadetê.

   Rêhevala me Rohenda bi rihê xwe yê ciwan, bi moral û bi girêdana xwe ya bi felsefeya azadiyê re dihat nasîn. Ev rihê welat parêziyê ku ji malbat û kîna tolhildana şehîdan; xûşk û rêhevala xwe Denîz Xelat a ku di berxwedana Helebê de şehîd bûye girtiye. Tev bavê xwe Mihemed bi nas nav bavê Azad ê ku bi welat parêzî û girêdana welat ve dihat nasîn dev ji ax û gundê xwe berneda û li kêleka hêzên parastinê çek hilda û welatê xwe parast. Di oxira parıstina axa Efrîn’ê de tev keça xwe (Rêhevala me Rohenda Xemgîn) gihîşt asta şahadetê. Em wek navenda ragahandina YPJ’ê ya soza şopandina rêya heval  ROHENDA, XERÎB, MAZLUM, EYLÛL RÛMET Û TOLHILDAN ku di oxira danasîna rastiyê de xwe feda kirin didin û sersaxiyê ji malbatê re dixwazin. Bi rihê welat parêziya bavê Azad dayî nîşandan soza serkeftinê didin.

                                             Navenda Ragihandina YPJ’ê