Kêliyeke Ji Berxwedana Serdemê

  • 2019 2 4 | Gotar

Beşa 2.

Nîşaneya berxwedaniyên di lûtkeyan de: Avesta Xabur û rêheval Îlan

Dîsa li qada Cindiresî dijmin bi  hemû awayî êrîşê xwe berdewam  dikir. Di rojên destpêkê de li Gundê Hemamê û Girê Hemamê şer û pevçûnên dijwar çêbûn. Gawa ku dijmin bi tanga êrîşê gir dike û dixwaze gir bigire li wê derê heval Avesta XABUR bi bombeya xwe êrîşê tangê dike û çalakiya cangorî pêkanî. Di çi şeran de û di çi şoreşan de nehatiye dîtin ku li hemberî tang, teknîkên herî pêşketî û balafiran miroveke bi klêş û bomba bisekine. Dil û mêjiyê mirovan li hember îradeya şervanên azadiyê disekine. Di  dîrokê de jî tiştekî bi vî awayî nehatiye dîtin. Lê di şoreşa PKK’ê de bi sedan mînakên wê hatiye jiyan kirin. Ew bîr û baweriya ku Rêber APO daye jinên Kurd îro li qadên şer bûye vîn û bingeha xwebûnê. Îro li hemberî dagirkeriyê xelekên ji agir di mêjiyê faşîzmê de xwe diteqîne, nahêle  dijmin bê li ser axên pîroz.  Roja 8’e Adarê heval Îlan ku eslê xwe Ereb e, dema dijmin êrîş dike çalakiya  cangorî pêktîne. Hevalekî ciwan bû, bîr, bawerî û hevaltiya xwe ji dil bû. Bi taybetî jî piştî çalakiya heval Avesta XABUR hîn bi israr peşniyara çalakiya cangorî dikir ji ber ku heval Îlan di tabura heval Avesta de bû di biryara xwe de pir zelal bû. Heval Îlan ji ber ku hevalekî ciwan bû me hewlda ku wî ji biryara wî vegerînin lê belê me nekarî ku biryara wî bidin guhertin. Heval İlan digot: “Dijmin encax dikare pêle cenazeyê min bike û bikeve Efrînê” û di heqîqetê de jî wisa bû. Roja 8’ê Adarê dema  heval paşve kişiyan, heval Îlan li wir ma, xwe di komekî dijmin de teqand û darbeyên mezin li dijmin dan.

Di Berxwedana Serdemê de pêşengên cenga mezin

Roja 7’ê Adarê gundê Kefirsefrê ku girêdayî Cindiresî ye dijmin ji du baskan de hem hewayî hem jî bejahî êrîş dike. Li wir heval Tekoşîn SÊRT berpirsiyarê yekîneyê bû, dema ku dijmin bi tanga êrîş dikin ji bo ku êrîş bidin sekinandin bi tena serê xwe B-7 digire û êrîşê tangê dike. Gava guleya yekemîn diavêje û şûnve balafirên keşfê wê hevalê suîkast dikin. Lê belê heval Tekoşîn bi ruhê xwe yê fedayî êrîşên dijmin qismekî dide sekinandin. Di sekna heval Tekoşîn de ruhê êrîşê bi coş û fedakarî pêşdiket heman demê de, di nava şer de sekna jina fermandar a serkeftî bû.

Di 26-27’ê Sibatê de girêdayî Şiyê gundê Anqel û Senarê dijmin êrîş dike, şer û pevçûnên dijwar rû dide. Dijmin wan herdu gundan, ji hevalan digre lê dîsa heval bi ruhê êrîşê wan herdu gundan, ji dijmin distînin û dijmin ji wir derdixin. Ev herdu gund dikevin bin venêrîna hevalan. Dijmin di 27’ê Sibatê de piştî nîvro saet 3’ê an de ji bejahî bi 300 çete, tang, panzêr û hewayî jî bi du balafirên şer, kobra, bi sê balafirên keşfê û obusan re êrîşê wan herdu gundan dike. Êvarê saet  3’ê heya siharê saet 5 an şer û pevçûnên dijwar çêdibin. Li vir Heval Tekoşîn BOTAN  û Heval Cîger ROJHILAT fermandarên wê eniyê ne. Di kesayeta heval Tekoşîn de fermendariya ku şer dike û dide şer kirin bi coş û îdda li ser dijmin de diçe tê jiyan kirin. Hevaleke kevin bû danehevên wê yê salan hebû, herdem ruken bû û ji xwe bawer bû, cesaret dida der dora xwe. Dîsa li wê qadê heval Ekîn MARDÎN ji roja dest pê kê ya şer heya keliya ku şehîd bû li herêma Şiyê bê navber li kêleka hevalên xwe şerekî mezin meşand. Ruxmê ku careke birîndar jî bû lê belê, çeperên şer berneda û heta dawî li wir ma. Dema dijmin êrîşê Şiyê dike heval Ekîn cara duyemîn birîndar dibe û dema ku dijmin tê ser da ku wê bigre wê demê ew jî ji bona ku dîl nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe û dijmin de diteqîne. Ew jî bû mînaka jina ku radest kirinê qebul nake di şer de xwe diafirîne heman demê de di  şer de tê hezkirin, di şer de xwe azad dike. 

Berxwedan jiyan e ji ber wê sekinandin tine bû

Li Raco jî wekî qadên Cindirêsê, Şiyê, Mabeta, Bilbilê, Şera şerekî dijwar pêkhat û gelek berxwedaniyên pîroz tê de hatin meşandin, gelek gund, çiya û girên Raco de bi roja berxwedanî çêbû, bi rojan şer pêşket, windahiyên giran bi dijmin hat dayîn, dijmin darbeyên giran xwar. Bêguman ew berxwedaniya ku me li herêma Raco jiyan kir bi taybetî li; Kevirêker, Tepê Qudê, tepeyên Bîlîlka û her wekî din di deverên din de asta berxwedaniyê pir mezin bû û derbeyên mezin li dijmin hate dayîn, ew bi rojan nedikarîn wan gira bigrin. Bêguman girê Kevirêker ji bo dagirkeriyê jî xwedan girîngiyeke mezin bû gelo ji ber çibû? Taybet di rojên dest pê kê de çawa dagirkerî xwest wî girê bigre û şervanên me jî bi roja di wir de li ber xwe dan nehiştin da ku dagirkerî bikevê wir. Armancê dagirkeriyê ew bû ku bikevin gir de ji ber ku ew der nêzî bajarê Raco bû, dema ku tu wî girê bigrî wê çaxê dikarî hemû tevgerê bajêr bixî di bin venêrîna xwe de. Mesafeya di navbera bajêr û gir de(ji hewayî)dibe ku kêmî 2 km heye, ji ber wê hemû tevgerên ku li bajêr çêbibe dikarin venêrîn bikin û bişopînin ji bo wê dagirkerî dixwest dest pê kê wir bigre, bi giştî tevgerê me ê di nava bajêr de felç bike, nehêlê da ku  heta em di bajêr de jî şer bikin. Heman demê de girekî din jî li derdorê wî hebû ew jî girê Moseka, Hopîka, ji jortirê wî Hecîka hebû. Dest pê kê dijmin êrîşî van qada nekir ji ber ku Kevirêker ji sînor ve nêze ger ku dijmin vir bigre dikare hêsanî taktîk bike venêrîna xwe ava bike û li ser wî jî serwêriya xwe li ser bajêr çêbike û piştrê jî belavî qadên din bibe ji bona pêkanîna vê dijmin gelekî hewilda û her hewildanê de ji alîyê şervanên me ve hat şikandin. Zêdetirî heşt cara dijmin li vir hat şikandin. Ne bi hejmarekê biçûk,  carina jî bi sedan leşker û çete dihatin lê pişta xwe didan teknîkê xwe.

wê berdewam bike...

Ruken Kobanê