Akademiya Şehîd Bêrîvan 2 dewreyên şervanê nû vekir

  • 2109 3 16 | Nûçe

           Akademiya Şehîd Bêrîvan 2 dewreyên şervanê nû vekir

  Akademiya şehîd Bêrîvan a şervanê nû 2 dewreyên bi navê şehîd Barîn û şehîd Amara, ji pêkhateya Kurd û Ereb hatin vekirin.

Li kantona Hesekê herêma meqloca ,bi dehan keçen Kurd û Ereb ji herêmên cuda yên Sûriyê tevlî nava refên YPJ’ê bûn.Ev perwerde wê 40’ rojî dewam bike. Wê dersên bîrdozî,leşkerî,siyasî û çandî wê were dayîn.

  Her du dewreyên perwerdê bi meresîmek leşkerî destpêkir. Piştî wê fermandariya YPJ’ ê Leyla Weşokanî, vekirina herdu dewreyan li şervanan pîroz kir û wiha got: ´´Em dewreyên xwe yên perwerdê destpê dikin, dewreya hêzên YPJ’ê ya bi pêkhateya Ereb û Kurd, Bi rihê 8’ê Adarê,bi rihê Birdoziya Rizgariya Jin û emê bi rihê Newrozê van perwerda bi rêve bibin. Û bi wî rihî wê heval tevlî pratîkê bibin.

Her wiha waşokanî bi bîr xist: ´´Bihar bihara gelane û bihara jina ne.’’Em di wê baweriyêdene ku wê heval bikaribin bi kesayetekî nû,bi hişmendiyekî nû li ser bingeha rizgarkirina jin û rizgarkirina gelê Rojava, wê heval bi rengekî ji xwe bawer û xurt  tevlê bibin.

Her wiha fermandara YPJ’ê Leyla Waşokanî axavtinê xwe wiha berdewam kir; Ev perwedê li ser rihê Zîlan, Bêrîtan û Avestayan wê were meşandin û li ser van bingehan hişmendiyeke nû, rihekî nû û bi fedakariyeke mezin ji bo xilasiya gelan, yekîtiya gelan û yekîtiya hemû jinan em dibêjin; pîroz be

Waşokanî bi van gotinan dawî li axavtina xwe anî:´´Em di wê baweriyê dene ku wê heval bi rengekî xurt xwe tevlî perwerdê bikin û bi rengekî serkeftî bi dawî bikin.

Piştî şervanan soz dan ku ewê welatê xwe û xaka xwe heya serkeftinek mayînde biparêzin, merasîma leşkerî bi duruşmeya; Bê Serok jiyan nabe,Şehîd namirin, Jin Jiyan Azadî ´bi dawî bû.

Piştî wê şervanan bi heycan û moraleke bilind govend girtin.   

Navenda Ragihandina YPJ