Di Roja 27'ê Kanûnê de Hêzên YPJ û QSD'ê Careke Din Erişên Çeteyan Têkbirin

  • 2018 12 28 | Nûçe

Di 27’ê Kanûnê roja pênçşemê sihara seet 8’an de di herêma Hecînêde ji sê aliyan ve çeteyên Daîşê herêmên ku hêzên QSD’ê û YPJ’ê rizgarkiribûn, çeteyên Daîş’ê êrîşê wan eniyan kirin. Pevçûn heya seet 12’an bê navber berdewam kir. Ev êrîşa ku ji aliyê çeteyên Daîş’ê ve hatî pêkanîn, hêzên QSD’ê û YPJ’ê bi berxwedanek mezin têkbirin.

Şervana YPJ’ê a bi navê Ekîn Rojava ku di herêma Hecînê de cihê xwe digre, di wê germahiya şer ya ku tê jiyankirin, pevçûnên ku tên jiyan kirin bi vî awayî anî ziman: “ her roja ku derbas dibe li herêma Hecînê de hêzên çeteyên Daîş’ê ber bi tunebûnê ve diçin. Pevçûna ku duh hatî jiyankirin gelek cenazeyên çeteyên Daîş’ê û di heman demê de gelek cephane ketin destê me de.”

Ekîn Rojava herî dawî bi van gotina dawî li axivitinên xwe anîn: “ çi êrîşên ku li himber gelê me çêbin û li kuderê  û çawa pêşbikevin, emê heta dilopa  xwîna xwe ya dawî şer bikin û ji bo her êrîşê jî amedene.

Di herêma Hecinê de cih cih pevçûnên giran berdewam dikin.

Navenda  Ragihandina YPJ’ ê