DELÎLA BÛ HÊVÎ Û SEDEMA SERÎ RAKIRINÊ

  • 2018 7 9 | Gotar

 

Bi awayekî dagirtî pênase kirina rastiya jiyana şehîdan bi dest xistina serkeftinê re jî girêdayî ye. Ji bo ku em bikaribin rast jiyan bikin di dest pê kê de emê vê rastiyê hindirîn bikin û xwedî ked bijîn.

Heval Delîla jî yek ji wan hevalên sozdarê welatê xwe bû û ew di jiyanê de her tim ji bo hevala çavkaniya hêzê bû. hevaltiyê wê ji bo me mînak bû. bi taybet di warê jin de pir girîngî dida pêşketinê. Ti carî di nav bera hevalan de farq û cudabûn ne dixist. Di pêşxistina îrade û baweriya jin de her tim derdora xwe perwerde dikir ji ber vê yekê mînaka şênber ya jina ku ji bo azadiyê têkoşîn dike bû. ji bo ku hevalên derdora wê pêşbikevin pêwîste bi ramanên Rêbertî xwe perwerde bikin ji bona vê ew jî danehevên xwe yên jiyanî û di nava şer de bi me re parve dikir da ku em hîn zûtirîn pêşbikevin. Xeta jina azad bi heskirin fêrî me dikir ji bo ku em fêmbikin ew ji bo me mînakeke şênber yê jiyanî bû ji ber vê em bi jiyanê re dihatin girêdan.

Ji bo ku em zehmetî nekişînin alîkariya herî mezin dida bi taybetî di şertên herî tengav de heval Delîla ji bo me dibû çavkaniya hêzê. Weke jin ji bo ku em di rêya rast ya tekoşînê bibinin pêwîst dikir ku xwe bi her aliyan ve ava bikin û bigihîjin hebûna xwe. Weke ku Rêbertî jî dibêje; “Pewîste jin di dest pê kê de ya xwe be, di pêş xistina xwebûn de berpirsiyartiya herî mezin ya jina ye.” Dema ku mirov li heval Delîla dinerî wê demê me fêm dikir ku jin dikarê li hember her tiştî berxwe bide û heman demê de ew xwedî taybetmendiyên afirîner e. Astengî nas nake ji ber ku ew êdî xwe nas dike.

Hebûna jin di nava şer de bi taybet di encam girtinê de diyarkere ji ber ku ew ji bo dorhêla xwe dibe çavkaniya berxwedanê. Rêheval Delîla jî di nava şer de her tim ji bo me çavkaniya moralê bû, dibe ku di şer de gelek caran em berdêlên pir giranbûha jî bidin lê ev nabe sedem ku em gavên xwe paşve bavêjin. Têgîhîştina vê rastiyê bê gûman bi kedê heval Delîla pêk hat. Ji ber ku ew xwedî hêzeke pir xurt bû.

Her demê jiyanê de, her tevgerandineke wê ya jiyanê bi armanca perwerde kirinê bû. Di rewşên herî xeter de jî dihîşt ku mirov ji xwe bawer be û ser bixe. Ti carî bê moral ne dibû ji ber ku ew hêza xwe ji Rêbertî û ji hevalên şehîd digirt ji bona wê ew jineke pir bi hêz bû.

Dema şerê Til Rifat de em li gel hevdû bûn. Ew weke rêhevalekî her tim hevalên kêleka xwe diparast. Jibo me rê nîşan dida û ji bo ku em bi hêz nêz bibin bi her awayî me perwerde dikir. Weke ku ew rênîşanî me da emê her tim di rêya wan de bimeşin. Ji bo ku em daxwazên hevalên xwe pêk bînin heta dawî tekoşîn kirin ji bo me sereke be da ku em bigihîjin xeyalên wan.

                        Zîlan Dersîm