Emê heta dawî gelê xwe biparêzin û tekoşîn bikin

  • 2019 3 16 | Nûçe

     Şervanên YPJ’ê bi biryarin heta dawî  tekoşîn bikin ji bo rigarkirina gelê Êzîdî û parastina xaka xwe. Şervana YPJ’ê Delal Qamişlo ji kemera me re axivî û got: “heta dawî emê gelê xwe  ji zilma çeteyan rizgar bikin û emê heta dawî axa xwe biparêzin”.

Şervana YJP’ê  Delal Qamişlo di destpêka axivtina xwe de balkişand li ser şerê li herêma Dêrezorê û wiha got: “Em weke şervanên YPJ’ê  di pêngava bagera cizîrê  ya herî dawî de cihê xwe digirin. Gelek sivîlên ku ji dagirkeriya çeteyên Daîş’ê me rizgar kirîn, malbatên çeteyên Daîş’ê yên ku xwe radestê me hêzên YPJ’ê kirî, jin û zarokên gelê Êzîdî yên ku bi zilm û zorî ketîn destên çeteyên Daîş’ê de, rizgarkirina wan a ji zilm û zora çeteyên Daîş’ê ev keyifxweşiyek mezine ji me re”.

Delal Qamişlo di berdewamiya axivtina xwe de balkişand li ser rizgarkirina zarok û jinê Êzîdî û wiha pê de çû:” Îro jî me zarokek Êzîdî ji dagirkeriya çeteyan rizgarkiriye, ev ji bona me keyifxweşî û moralek mezine. Gelê Êzîdiyên ku em wan xilas dikin, ew jî beşek ji gelê Kurdin.  Ji ber zilm û zora çeteyên Daîş’ê ketine rewşek wisa ku êdî zimanê xwe jî ji bîr kirine.  Dema ku em bi wan re diaxivin û nîqaş dikn, dibêjin Daîş’ê ji me re digotin; “nebêjin em Êzîdîne û em ji Şengalê ne, bêjin em ji cihên cudane”. Rizgarkirina wan ji bo me dibe moralek û hêze mezine.  Gelê Êzîd û gelên din yên ku bûne mexdorê dagirkeriya çeteyên Daîş’ê xilas kirin moralek mezin dide me. Bi taybet jî malbatên çeteyan ku xwe radestî me dikirin, em ji bo me serbilindiyek ku çete bi xwe radestî me dikin. “

Delal Qamişlo bi bîr xist ku Daîş’a ku bi hişmendiya xwe ya qirêj li bazar difirot,îro jî xwe radetî şervanên YPJ’ê dike û wiha şirovekir: “Tişta niha tê jiyankirin, êdî tu çareserî nemaye ji bo wê neçarin kom bi kom tên xwe radestî me dikin. Gava wan a dawî ev ku tenê werin xwe radestî şervanên YPJ’ê û QSD’ê bikin. Çeteyên ku jin dibin paçê reş de ku li bazaran difirotin, îro tên xwe radestî jindikin û di vir de hêza jin jî dîtin. Çidibe bila bibe heta dawî hêza jinê û vîna jinê heta dawî heye, jin tu carî pes nake. Yên ku jin nasnakin û vîna wê nasnekin, bila werin nav refên YPJ’ê de wê jin û rastiya jin nasbike.”

Delal Qamişlo çidibe bila bibe emê heta dawî li vir bin û em devji axa xwe jî bernadin û bi van gotina dawî li axivitina xwe anî: “ Bila herkes bizane ev ax, axa meye, em weke hêzên YPJ’ê û QSD’ê emê hertim gelê xwe ji dagirkerî rizgar bikin û biparêzin. Emê şer bikin heta em axa xwe rizgar bikin û emê heta dawî jî tekoşîn bikin.”

Navenda Ragihandina YPJ