Welatê Min Şahîdîya Keçên Berê Xwe Li Rojê Ne Dike

  • 2018 12 19 | Gotar

Her yek ji wan xwedî çîrokên cûda ne. Her yek ji wan di demsalên cûda de dibin evîndarên azadiyê. Bêyî ku dudilî jiyan bikin bi hêviyên mezin dibin rêwiyên jiyanên nû. Şerê naskirin û ava kirina azadiyê didin. Jin, bi hemû bedewiyên xwe, têkoşîna afirandina jiyana bi wate didin. Her ku tekoşîn mezin dibe êşên xwe jî bi xwe re mezin dike. Piştî her şerî, ev dilên me yên ku bi lez lê didin fêrî vê êşê nebûn û wê fêr nebin. Fêrbûn wê bibe xiyanetê. Ji ber vê ye piştî her çûyînekê perçeyekî me jî digirin û perçeyekî ji xwe ji me re dihêlin û diçin. Di oxira jiyanê de, êşa bedenên herî ciwan dikeve ser axê, tişta ku me bi hêz jî dike eve.

Îro careke din ezman giriyan. Dilê mirovahiyê bi rondikên çavên dayîkan tijî bû. Çûyînên nû çêdibûn. Hûn tevahî bi axê re dibûn yek. Ji bona hêviyên mezin her yek ji we bûn stêrk. Her rojê stêrkek tevlî nava govenda stêrkan dibe û govend mezin dibe. Belê jina dilwêrek, te jî îro bêdeng û bêxatir çavên xwe girtin. Ez carina difikirim, ewqas êş, bê ku em hilweşin me çawa radikir? Ji bona afirandina jiyaneke azad piştî her çûyînekê me xwe bi hêz kir.

Min qet bawer nedikir wê çûndina te bi vî rengî be. Lê niha tu li pêşiya minî û ber bi bêdawî bûnê ve tê oxir kirin. Agahiya derdor nîne lê ez di dilê xwe de bi te re diaxivim. Gotin di nava nepeniya de dimînin. Aniha dayîka te ya ku dilê wê bi êşên mezin ve tijî bûye li kêleka mine. Feryada dayîka te ezmanan derbas dike û dilê me perçe dike. Em jî qêrînên xwe di dilê xwe de vedişêrin. Di dilê xwe de li hemberî vê çûyînê serî hildidim ez dixwazim bibêjim Evîn rabe, di aliyê din de ez dibêjim tuyê aciz bibe ji bona vê jî ez nikarim û bêdeng dimînim.

Şaş fêm neke ez mirinê bê wate nabînim. Lê li hemberî çûyînên bê dem ez serî hildidim. Te jî weke hevalên din di vê demsala payîzê de bîranînên xwe ji me re hişt û tu çû.  Tu diçî û dibe rêwiya demeke din. Di wê kêliya ku tu diçê de weke leza ronahiyê xwe digihînî azadiyê.

Min di nivîsekê de xwendibû, di nivîsê de wiha digot; Mirin cîh guhertine. Îro ew nivîs hat bîra min. Te çima cîh guhert? Pir tiştên ku te dixwest bikê nîvçe man. Xeyalên me yên bi hev re hebûn. Me yê cîhaneke ku bê şer, bê zilm û bê zordarî ava bikira. Me yê wargehên ku di nav de her tiştên azad ava bikirana. Bi rojê re emê biçûna serbircên Amedê. Di demsala baharekê de, emê bi rubarên welatê xwe re biherikiyana û li welatê xwe bigeriyana. Dema ku me bêhna welat bikşanda me yê gotibana ku; ey Kurdistan ji bona vê bedewiya te me ev şer da ber çavê xwe. Ji Efrînê me yê dest pê bikira ber bi Cûdiyê mirada û Ararata ku ji heybeta xwe serî natewîne himbêz bikira. Weke navê xwe tu bû Evîna welat. Tu bû Evîna rast, ya welatê ku di bin dagirkeriyê de mayî. Ey keça bedew ya ku evîndara her bihostek vê axê ye, di nava dilên paqij yên vî welatî de tu yê bijî. Di demsala bihara ku bêhna xweşikbûna wê li rûyê me bide û em ji ber bêhna gul û rîhanan mest bibin de emê te bijîn. Evîndara çiyayên azad, heta ku xeyalên te werin pêkanîn, wê dengê heskirina te di vê axê de belav bibe. Ji bona ew mirovahiya ku te dixwest ava bikî, ew rojên xweş wê ava bibin emê jî, ji bona bicîh anîna xeyalên te bijîn.

Asîbûn herî zêde li te dihat.

Tu di welatê rojê de bû hêviya gelê ku xeyêl jî ji destê wan hatibû girtin.

Jinên Kurd xwe ava kirin, bûn rêwiyên pêşerojê

Jinên Kurdistanî li hember zilma dagirkeran serî netewandin.

Navên wan li bilindahiya çiyayan hat nivîsandin, ji ber ku ew karwanên azadiyê bûn.

Kurdistan warê jinên berxwedêre.

Evîn; Tu jî bû evîna welatekî ku serê xwe qet natewîne.

 

Zîlan Zerdeşt