8 Adarê Pîroz’be

  • 2018 adar 8 | Gotar

             Roja 8’ê Adarê di serî de Rêber Apo, Şehîdên şoreşê, Hevalên girtîgehê yên li henberî zextên zordariya dagirkeriyê berxwe didin, Jinên ku niha çeperên şer de şer dikin û Jinên cîhanê re pîroz dikim. Roja 8’ê Adarê bi avakirina tevgera azadiya jinê re xwe gîhand wateyek mezin. Îro jinên Kurdistanê yên ku xwe di bin bana felsefe û ramanên Rêber APO de rêxistin kiriye, tekoşînê didin bi awayekî herî xurt li roja 8’ê Adarê derdikevin. Ev heqîqeta jina Kurd xwe gîhandiye bi saya Rêber APO ye. Jin îro 8’ê adarê bi coş Û kelecanekî mezin pêşwêzî dikin. Rêber Apo li henberî feraseta zilamê serdest jina berxwedêr û tekoşînvan afirand. Serî li hember hemû dewletan rakir û pergala netewa demokratîk diyarî tevahî civakan kir. Rêbertî bi tekoşîna ji bo gelan dide re xwe gîhand rêberê hemû gelan. Rêbertiyekî xwezayî çebuye û gel jî xwezayî bi îradeya xwe qebul kirine. Rêber Apo di dest pê ka tekoşîn dest pê kir rewşa jin û azadiya jinê ji xwe re esas girt û her tim tekoşîn kir.  Tu rêxistinan de cih ji jinan re nahetiye dayîn lê, Rêber Apo got jin pewîste werê rêxistinkirin û di her qada tekoşînê de cih bigrin. Jina rêxistin kirî jina azad e. Jin dema tekoşîna azadiyê de cih girtin, bedel dan jinên fedaî û qehreman derxistin, ketin zanista rastiya xwe û bi wê zanista qezenç kirine timî di nav tekoşîna azadiyê de girtin. Jin dema nav civakê’debin her tim karê malê ve mijûl dibûn û nediketin ferqa rastiya xwe de, her tim di gotin ev qedera meye û koletî ji xwe re qebul kirin dema tevlî rêxistina şoreşa jinê bûn zanîn ku karê jinê ne tenê di malê de ye, dîtin ku jin temsîla îradebûna civakê dike. Dîtine îrade û bawerî çiqas mezin be çi bibe bila bibe îrade ya jinê her tiştî ser dixe û mezintir dike. Jin êdî wekî berê bê zanist nînin û her tim di nav tekoşînê da ye. Rêbertî got jin ji bo jiyanê hîn zêdetir xweşik bike pêwîste fikrên xwe azad bike, bedena xwe azad bike û hestên xwe civakî û polîtîk bike. Ger ev pêk werin wê jin û civak azad bibe. Rêber Apo bi tekoşîna xwe ya dîrokî jin heya vê astê anî her sal 8 adarê roja kedkarên jinen cîhanê tê pîroz kirin, jin her tim bi ked û îradeya xwe ya xurt tê naskirin û hertim ji ewê wisa berdewam bike, ta ku em serkeftinê bi dest bixin. Meşa bê dawî ya jinên tekoşer wê bê navber berdewam bike…

                                                                                NERGÎZ BOTAN