AKADEMÎ YA ŞEHÎD NECBÎR Bİ DAWÎ BÛ

  • 2018 4 30 | Nûçe

Akademiya Şehîd Necbîr Dewreya Perwedehî a bi navê Şehîd Avaşîn bi dawî kir. Beşdarbûna nava refên YPJ’ê roj bi roj zêde dibe. Hêjmareke din yên şervanên YPJ’ê jî perwerdeya xwe yên bingehîn bi dawî kirin. Di perwerdeya leşkeri û birdozî ya hatiyê dîtin de şervanên YPJ’ê dan diyar kirin ku: Ew xwe ji bo tekoşîna demê amade dikin û bi awayekî herî xurt tevlî bibin.

Bi merasîmeke leşkeri şervana soza xwe dan. Di merasîmê de yek jê fermandara YPJ’ê Zîlan Efrîn axifî û di axaftina xwe de wiha got: “ Em weke YPJ’ê hêza xwe hîn meztir bikin. Bi perwerdeyen xurt em ê di tekoşîna azadiyê de tola jinên êzîdî û tevahiya jinan bigrin em ê her tim bi fikir û felsefeya Rêber  Apo bi meşin û em wekî YPJ’ê heza xwe hîn xurttir bikîn û ji pêvajoyêre bibîn bersiv ”. heman demê de şervana YPJ’ê Berîtan Rojava wiha got: “ Ez bi şehîdên şoreşê bandor bûm û min biryar da ku tevlî bibim. Dema ku me li vir perwerde dît ev ji bo pêşerojê aliyê xwe naskirin û tekoşîn kirinê de bû bingehekî herî xurt” Şervaneke din a YPJ’ê Warşîn Rojda da diyar kir ku: “ Di xebatê jin de jî min kar kir lê ji bo gavên meztir ez tevlî nava refên YPJ’ê bûm û ez dixwazim xwe di zanista jin de kur bikim”.

Piştî pîrozbahiyeke bi heybet şervanên YPJ’ê çûn li ser erkên xwe.

Navenda Ragihandina YPJ’ê

30-04-2018