AKADEMİYA ŞEHÎD NECBÎR BI DAWÎ BÛ

  • 2018 7 8 | Nûçe

 

Akademiya Şehîd Necbîr Devreya perwerdehî ya şevanê nû bi dawî kirin. Bi beşdarbûna pêkhateya jinên ereb û kurdan perwerdeyeke birdozî û leşkerî hate dîtin. Bi merasîmeke leşkerî hate bi dawî kirin. 

Beşdarbûna nava refên YPJ’ê roj bi roj zêde dibe. Hejmarek şervanên YPJ’ê perwedeya bingehîn bi dawî kirin. Bi merasîmeke leşkerî şervanan soza xwe dan. Di merasîmê de yek jê fermandara YPJ’ê Leyla Waşokanî axivî û di axaftina xwe de wîha got; “Em weke YPJ’ê hêza xwe hîn zêdetir û xurtir bikin. Êrîşên li ser  axa me û li ser jinan tê maşandin wê bê bersiv nemînê, emê bibin heza çareserkirin û parastinê û bi vî awayî serkeftinê bi dest bixin, gelên azadîxwaz di bin zor û zehmetiyan de li benda me ne. Ev êrîşên ku li ser gelê me tê meşandin em soz didin ewê bê bersiv nemîne û weke YPJ’ê emê parastina xakên xwe bikin.” Heman demê de şervaneke YPJ’ê bi navê Destîn Birusk, sedema tevlîbûna xwe ya YPJ’ê wîha anî ser ziman; “Sedema tevlîbûna min ji bo felsefeya Serokatî û ji bo ku di rêya şehîdan de bimeşim,  ji bo jinan û welatê xwe  beşdar bûm.” Şervana YPJ’ê Dîlan Hesekê ya eslê xwe ereb sedema tevlîbûna xwe wiha tîne ser ziman; “Dixwazim fikrê xwe azad bikim ji şehîd Avesta dema ku ji bo axa xwe canê xwe feda kir  ez pir bandor bûm ji ber vê dixwazim li ser rêya wan bimeşim.” Şervanake din Avesta Serhet ji bo tevlîbûna xwe wiha got; “Ez ji bo fikrê Serokatî beşdar bûm û ji ramanên wî bandor bûm, perwerdeya ku me dît hêz û bawerî pêş xist û me rastiya xwe nas kir.”

Pîştî soz dayînê şahî dest pê kir. Bi dawîbûna şahiyê re şervan çûn li ser erkên xwe.

                                                                                                          Navenda Ragihandina YPJ