Adar Meha Jinan û Gelan e

  • 2018 adar 8 | Gotar

 Berxwedana serdemê 48 roj li pişt xwe hêşt. Dewleta tirk ya dagirker bi armanca qirkirin, talankirin, tinekirin, xirakirin û hwd êrîşî yek ji bajarê ku mirov dikare bibêje ceneta li ser rûyê erdê ye dike lê, mixabin li hemberî sekna mirovên weke polayê, bi xaka xwe ve girêdayîne di çirava serdemê de ber fetisandinê ye. 48 roje lê, cewherê 40 salî ya tekoşîna gelê Kurd e. 48 roje, bê navber di rûpelên dîroka gelê me de berxwedanekî di tu deman de nehatiye jiyîn, nehatiye nivîsandin, nehatiye bihîstin, nehatiye vegotin, nehatiye û nehatiye dîtin tê nivîsandin.

   Gava mirov li şirîda 48 rojê derbas bûyî dizivire û di ber çavan re derbas dike tenê yek tiştî dibîne ew jî rê û resma berxwedana serdemê ye. Di şeran de her tim gel, jin û zarok bûne qurbanî û bedelên herî giran û nirxdar dane lê, tu carî di cewherê civakan de xiyaneta li nirxên xwe, li hebûna xwe, li kerameta xwe nehatiye kirin û dîtin. Lê cewherê dewlatan timî bûye xiyanet, bin pêkirina nirxên mirovahiyê. Her gotin ji kiryarên zihniyeta dewletê re ya ku dikuje hatine kirin lê dîsa jî dilê ew zarokên hêj bi jiyanê şa nebûne nehatiye rihetkirin. Ew zarokên ku giraniya bedena wan ji topan siviktire îro di bin topbarana wan topan de têne şehîd xistin. Ew hêj ji remza li wan têne kirin ne agahdarin. Mirov li ber resmên wan zarokên di pêçekan de bê can dibe, bê ziman dibe, bê gotin dibe.

    Zarokatî halê însan yê herî azad e. zarokatî halê însan yê herî şa dibê ye, zarokatî halê herî bedew yê xwebûnê ye. Mirov gotina Rêber APO ya dibêje ‘Azadî ji zarokatî dest pê dike’ nebêje nikare bibohure. Dewleta dagirker ya tirk ku bi hevkarên xwe yên xwînxar li Efrînê dixweze vê zarokatiya ji nû ve dize tine bike, dixwaze civaka hatiye halê xwe yê carekî din zarokatiyê tine bike. Azadîbûyîn tişta herî narîne di jiyana însan de. Rê nade ji tu cureyên xirabiyê re. Îro şoreşa Bakûrê Sûrî bi bedel dayîna xwîna bi hezaran keç û xortên çeleng ve hatiye stirîn. Mirovahî, vedigere zarokatiya xwe ya azad. Cewherê şoreşa Bakûrê Sûrî mirov xwedî pênaseyek wisa ya bi nirxdare. Şoreşa gelan ya di vê serdemê de weke zarokê nû hatiye dinê. Serdestên cîhanê, di vê serdemê de mirov fêrî şerê dij xwezaya wane kirine. Serdemekî ku tê de bedena jin dibe perçe perçe û li kolanan di poşêtan de têne dîtin şansê mirovên viya dibînin ji bilî tekoşînê çi dimîne. Gelê Kurd rêya tekoşîn û berxwedanê hilbijartiye.

    Her çendî li ser sifra guran pîlangeriyên qirêj li ser gelan di meriyetê de hebin jî lê, dilên ku ev 40 sale xwe bi tama azadiyê temijandine îro di meydana cengê da ne. Şervanên parastina gel û welatên xwe, şervanên ku tenê bi bawerî û vîna xwe bawerin ji zûve kelehên zilmê hilweşandine. Kelehên zilmê li Serêkaniyê, Kobanê, Minbicê, tepqayê, Reqqayê, Dêre zorê û îro li Efrînê bi destê mirovên ku xwe ji kaniya azad ya 40 sale diherike, temijandine yek bi yek hatin hilweşandin.  Kesên ku ne bawer bûn ev berxwedan heya 48 roj derbas bibe rûpelên dîroka 40 salê derbas bûyî vekin û bixwînin wê bibînin ka çawa azadî hatiye hunandin di rehên van xakên pîroz de. Wê bibînin ka çima rihê serhildêr, rihê tekoşînvan, rihê bi rêxistin bûyî, û rihê nayê teslîm girtin ev çend hevgirtiye û ji hev nayê perçekirin. Rêber APO, dilê her ferdekî li Kurdistanê kiriye esîrê azadiyê wê kî bikare vê gelî bi bin bixe, kî bikare vê heqîqetê ji holê rabike? Belê, tu kes nikare… ji ber îro gelê me esîrê azadiyê ye û dizane azadî bi tekoşîn, berxwedan û bedelan tê bi dest xistin…

Em ketina meha Adarê, meha rengîniya gelan di nav xwe de temsil dike. Meha bihara xweş û geş. Meha jinan û gelan e Adar. Angu demekî bi dawî dikin û demekî nû pêşwazî dikin. Ev bihar wê bibe bihara zarok û jinên Efrînê. Bihar timî bi xwezaya gelan re tê nasîn. Bi taybet ji bo gelên rojhilata navîn bihar weke dest pê kirina demekî nû tê pêşwazî kirin. Du rojên herî girîng di meha Adarê de ku xwedî wateyên mezinin hene. Roja cejna gelên Medya yî Newroz û 8’ê Adarê roja jinên kadkarên cîhanê. Mirov dema li ser rastiya dîrokê diponije dibîne ka dîrok çiqas zindiye, çiqas bi dersan ve dagirtiye. Dîrok paşeroje, paşeroj nayê wêrankirin û kuştin. Efrîn bi zarok, îxtiyar, kal, pîr, jin û bi şervanên di oxira Heqîqetê de canê xwe feda dikin li berxwe dide li ser navê mirovahiyê.

                                                                                                       Şaristan Nurhak