Akademiya Ş Sadiq Dewreya Ş Bêritan Dewreya xweya Perwerdê Bi dawî Kirin

  • 2013 adar 13 | Dîmen

Dewreya şervanên Ereb ya YPJ’ê bi dawî bû Dewreya şervanên Ereb ya YPJ’ê a girêdayî akedemiya şehîd Sadik bi navê Şehîd Bêrîtan li herêma Firatê bi merasîmek leşkerî hate bi dawî kirin. Di merasîmê de fermandara YPJ’ê Sozda Efrîn xîtabî şervanan kir û serî de roja 8’ê adarê li şervanan pîroz kir û wiha axivî; “Ez bi rihê berxwedana serdemê û bi rihê 8’ê adarê we pîroz dikim. Em weke jin fêr bûn çawa li berxwe bidin çawa tekoşîn bikin ku em li hemberî ev xiyaneta bi salan li ser me hatiye kirin. Em fêr bûn çawa serkeftinan bi dest bixin, çawa têbikoşîn û bibin tekoşerên tevahî jinên rojhilata navîn û cîhanê. Jin di fabrîqayan de şewitandin ji bo nekaribin daxwaza mafê xwe û jiyana azad bikin, lê tenê daxwezekî wan hebû ew jî yekîtî û wekhevî bû. Wan daxwaz kirin ji bo wekhevî di navbera herdu cinsan de werê avakirin. Hevalên hêja hun di vê perwerdê de bûn xwedî hêz û vîn. Û em dibêjin bi rihê Avêsta û Barîn em ê bibin tekoşerên jinên rojhilata navîn û hemû jinên cîhanê. Em ê bibin hêz, hêvî û bersîv ji berxwedana serdemê re, ji jin û zarokên ku rastî êrîşên dagirker tên. Hun bi hêza we ji vê perwerdeyê girtiye bibin hêviya serkeftinê û carekî din ez ji we re serkeftinê dixwezim û dibêjim serkeftin, serkeftin û serkeftin.” Şervanan piştî merasîmê sond xwarin û wergirtina dîplomayan nêrînên xwe anîn ziman. Fermandara dewreyê Berfîn Efrîn axivî û wiha behsa girîngiya dewreya xweser kir; “xwesteka hevalan ya xwe naskirin û dîroka xwe naskirinê gelek zêde bû. Her hevalekî bi awayekî xurt beşdarî perwerde yê bû. Ev jî hêşt dewre bi serkeftî dawî bibe. Weke jinên ereb aliyê leşkerî de, siyasî û civakî de perwerde kirin bê guman ne tiştekî biçûke. Hemû hêviya wan ew e bibin dengê tevahî jinên di bin zilmê de dijîn. Dewre di rojên em berbi 8’ê adarê ve diçin de bi dawî bû ev jî wateyek xwe ya mezin hildire nava xwe.” Şervana bi navê Efrîn Şedad jî axivî û nêrînên xwe wiha anî ziman; “Em ji bo xwe heval Avêsta bikin mînaka tekoşînê. Armanca min ew e ez hemû jinan azad bikim. Em niha 8’ê adarê pîroz dikin û ew jinên ku hatine şewitandin bi bîrtînin. Niha armanca min ez biçim tevlî berxwedana serdemê bibim. Tevgera em di navê de cih digrin tevgera hemû gelan e. Dema hinek alanên Kurd têde dijîn hatin rizgarkirin Serok APO got netenê herêmên Kurdan rizgar bikin yên ereban jî ji çeteyan rizgar bikin.” Şervana bi navê Kobanê Dilsoz jî axivî û wiha got; “ ez di 15’ Sibatê de beşdar bûm. 15’ê Sibatê roja komploya li ser Rêber APO ye. Serok APO dibêje ez ne dewletekî Kurdan dixwezim ez yekîtiya hemû galan ji bo ava bibe tekoşîn didim. Em jî bi vê fikirê bawer dikin. Roja 8’ê adarê roja cejna jinan e. berê mafê jinan nebû niha li hemû qadên civakê de xwedî mafe, di çeperan de şer dike. Heval zilan û Bêrîtan bi çalakiyên xwe îspat kirin jin xwedî vîneke mezine. Îro jî ev îrade di şexsê heval Avêsta de hate îspatkirin. Ez weke jinekî ereb beşdarî bûme ji bo em tevahî jinan azad bikin. Me perwerdeya xwe qedandî ez amade me biçim Efrîn biparêzim. kesayeta heval avêsta bi çalakiya xwe li ser min pir bandorekî mezin da çêkirin. Ti ferq di navbera me jinan de tuneye em hemû jin yekin. Ez dawî de hemû şervanên niha di çeperên şer de li berxwe didin silav dikim.” Şervana bi navê Avêsta Zagros ya navê Şehîd Avêsta girtiye û ji bajarê Minbicê ye nêrînên xwe anîn ziman; “ Dewreya me di meha adarê de bi dawî dibe. Di meha adarê de roja jinên kedkarên cîhanê heye. hemû roj rojên jinên e. ji ber ku jin bingeha avakirina civakê bi xwe ye. Me di vê dewreya perwerdeyê de perwerdeyên jiyanî, leşkerî, siyasî û civakî dîtin. Ez herî zêde bi rastiya fikirên Rêber APO bandor bûm. Ez berxwedana serdemê silav dikim û dibêjim wê dagirkeriya dewleta tirk bi binbikeve. Armanca me ew e em hemû jinan azad bikin.” Şervanan bi stran û şanoyê dawî li pîrozbahiya xwe anîn.