Amedekariya Şervanên YPJ’ê Ji Pêngava Dawî Ya Bagera Cizîrê re

  • 2018 9 15 | Nûçe

Şervanên YPJ’ê yên ku cihê xwe di pêngava dawî ya Bagera Cizîrê de girtine bi kêyfxweşiyek mezin û amedekariyek tijî berê dane çeperên şer. Ji şervanên YPJ’ê ya bi navê Zeynep Dêrîk ku ew jî cihê xwe di nav de digre qala tevlîbûna wan ya nava pêngavê kir û wiha got; “Em weke yekîneyek YPJ’ê niha ji bo tevlî operesyona dawî bibin hatine vir. Amedekariyên me di her alî de temam bûne. Em ji xwe bawerin ku emê welatê xwe ji vê zilmê rizgar bikin. Ji bo wê pêwîste em bibin yek dest ku karibin bi hev re welatê xwe biparêzin. Em niha amede ne herêma Hejîn rizgar bikin, ne tenê hejîn emê hemû herêmên di bin serweriya çeteyên DAİŞ’ê de mane êdî tevahî rizgar bikin.”