Avesta sembola jina azad e!

  • 2018 kenon 28 | Daxuyanî

Ji çapemenî û raya gîştî re:

 

Êrîşên Dewleta Tirk a Dagirker dijî herêma Efrînê û gelê wê di roja xwe ya nehemîn de bi hemû dijwariya xwe didomin. Dewleta Dagirker bi van êrîşan re armanc dike ku projeya gelê me ya Federaliyê û biratiya gelan li Bakurê Sûriyê derb bike û car din wehşeta barbar û mogolan li cîhanê vejîne.

 

Maşîneya kuştinê ya Tirkî bi deh hezaran çete ji komên terorîst ên El-Qaîde/Cebhet El-Nusra, DAIŞ û artêşa Azad, tevî tank û balafirên xwe kom kirin û ajotin ser gelê me. Di encama van êrîşan de jin û zarok di nav de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li ber vê jî di oxira parastina deskeftiyên şoreşê de gelê me li ber yekîneyên me berxwedanek dîrokî ya ji pola raber kirin.

 

Di roja 8’emîn a berxwedanê de (27’ê Çileyê) çeteyên dagirker bi tank û balafiran êrîşî gundê Hemam ê navçeya Cindirêsê kirin. Êrîşên çeteyan li vî gundî rastî berxwedan û bersivên şervanên me hatin. Şervana YPJ’ê Avêsta Xabûr bi hêz û îsrara ku ji giyana hevrêyên xwe Jînda, Newal û Silav girtibû û li ser şopa fedaî ya Arîn Mîrkan û Rêvana Kobanê, tevî bombeyên xwe êrîşî tankek ku hewl dida derbasî gundê hemamê bibe, û li hember wê çalakiyek fedaî pêk anî.

 

Keçika Çiyayê Kurmênc Avêsta Xabûr (Zalûx Hemo) ku di hembêza malbatek welatparêz a gundê Baliya yê navçeya Bilbilê de li ser fikir û felsefeya hezkirina welat û azadiyê mezin bibû, bi vê çalakiya xwe re gihişt asta şehadetê û tevlî karwanê nemiran bû û soza xwe ya parastina gelê xwe û deskeftiyên wî bicih anîn.

 

Avêsta ji bo yekîneyên me sembola jina kurd a azad ku bi fikir û hêza îdeolojî têrûtije ye û ji bo gelê xwe û doza wî xwedî ruhek fedaî û nêrînek kûr a taktîk û teoriya leşkerî temsîl dike. Avêsta xetereya terorê ya li ser cîhanê hîs kiribû û biryar da ku tevlî yekîneyên Antî Teror bû, li wir jî tevlî dehan çalakiyên dijî rêxistinên terorîst bû. Çalakiya Avêsta li hember hişmendiya faşist a dewleta Tirk, hevkarên wê û terora wan û bêdengiya cîhanê, bersivek tund bû.

 

Em di Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin de soz didin şehîd û gelê xwe ku em ê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li hember dagirkeriya Tirk têbikoşin û mafên xwe yên rewa di jiyaneke azad û bi rûmet bidist bixin. Şervanên me wê li ser şopa fedaî ya Avêsta, Arîn û Rêvana bin û Efrînê veguherînin goristana van faşistan; dijminên jin û mirovahiyê.

 

Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin | 28 Çile 2018