Axa pîroz bi nirxe ji ber wê çavê dagirkeriyê lê ye

  • 2019 2 13 | Gotar

Axa pîroz bi nirx e ji ber wê çavê dagirkeriyê lê ye

Beşa 3.

Gir bi xwe biçûk e ango ji seriyekî heya serê din dibe ku 500-600m heye. Şev û roj bi teknîk, keşîf, obûs, kobra û balafiranve lêdan, bi sedan leşker seferber dikirin gelo wê demê çend heval wê derê diparastin? Tenê yekîneyekê biçûk ji 8-10 hevalan zêdetir nebû. Herî dawî me bi tîmekê hevalan re bi ruheke fedayî dîsa girê girt. Rojên destpêkê, êrîşên destpêkê de taximek heval çûn, rojên pîştî wî jî çalakiyên ku piştî wî li ser Kevirêker çêbûn de me bi tîmek heval re ew êrîş şikand. Tenê tîmekî heval bi awayeke fedaî çûnû herî zêde di 15 dk de li ser gir paqij kirin, dijmin ji wir derdixistin. Zêdetirî heşt cara wisa çêbû bêguman ji bo mejî ev gir xwedan girîngî bû ji ber ku heger ew gir biketa tiştê ku dijmin armanc dikir ew bû ku; li ser bajêr venêrîn bike, tevgera me tengav bike, çûn û hatinê me asteng bike. Wek navendekî kordîne ji bo dijmin ew der dirastiyê de wisa bû ji ber wê jî me jî israr dikir da ku ew gir nekevê. Ji bona navçeya Raco nekevê xeteriyê divê em berxwe bidin û ew israr jî nêzîkê 20 rojan berdewam kir. Di 20 rojên destpêkê de her ew hatin heval jî lê dan,carna hin deveran digirtin lê piştî çend saetan di dest wan de dima hevalan careke din êrîş dikir û ji wan distandin ji ber ku herdem teknîk lê dida, tevgera balafirên keşfê hebû û ew jî lê dida me nikarî bû hevalan li ser girê bihêlin ji ber vê heval xwe didan kêlakê cîhên guncav ên nêzîkê girê. Dema ku dijmin dihat hema hevalan beriya ku dijmin xwe bi cîh bike êrîş dikirin û dijmin dişkandin bêguman di wir de yek jê hevalên ku pêşengtiya çalakiyên Kevirêker dikir heval Silava MAMXURÎ bû. Roja yekê di berxwedanê de koordîna nêz de bû û dema tabura heval Silava hat bi taximekî xwe ve çû gir û serketin, dijmin şikandin, piştre dijmin gelek bi teknîkê lê da û di wir de heval Silava bi parçe ya obûsê re şehîd bû lê di wê berxwedaniyê de êrîş şikest, bi dehan cenaze yên dijmin li erdê man, heval serketin, dijmin li wir şikandin. Ji wê serkeftinê şûnve hemû çekên giran ji aliyê wan ve li ser wir hat şixulandin. Di rastiyê de ew ne girekê ewqasî mezin bû lê di wir de berxwedaiyeke mezin pêşket, fermandara me a mezin hevala Silava bi qahremanî bi taximê xwe ve çû, li wir şer kir, di koordîna nêz de cîh girt, giran birîndar bû û di rê de beriya ku bigihîje nexweşxane gihîşt asta şahadetê. Çend hevalên din jî şehîd bûn. 

Şervanên azadiyê ji Efrînê heta her deverê Kurdistanê wê pergala dagirkeriyê biruxînê

Ne leşkerên wan ne jî çeteyên wan ne xwedan wê hêzê ne ku werin, şer bimeşînin, singe sing şer bikin, qadên me bigrin. Bêguman di Berxwedana Serdemê de ruhê fedayî yê şervanên azadiyê teknîkên modern vala derxistin. Êrîş bê navber berdewam kir, kêliyek jî nesekinî, di encam de windahiyên me çebûn lê ew jî bi ruhê fedayî hat jiyan kirin. Piştî berxwedaniya Kevirêker di pêşengtiya hevala Silava de asta berwedaniyê hîn zêdetir bû, weke fermandareke jin dema ku koordîne dikir gelek moral dida hevalan, sekin û îrada ku nîşan dida  ne gengaz bû ku dijmin bikaribe xwe di wî girê de bigre wisa hêsan bikevê wî girê.

Her wiha hemû qadên ku şer û pevçûnên hatî meşandin de lehengiya hezaran keç û xorten Kurd heye. Li çiyayên Kurmênc şer kirin û gihîştin asta şehadetê. Li hember dagirkerî û pergala modernîteya  kapîtalîst ya ku tine dike, nirxên heyî ji nedîtî tê, siyaseta înkar û qirkirinê li ser civaka Kurd dide meşandin bêguman li Efrînê şerekî destanî ya hebûn û tinebûnê hat meşandin, ev bi vîn û şerê jiyana azad hat meşandin.

Ruken Kobanê