BÊRÎTAN BÛ SEMBÛLA XETA JINÊN BERXWEDÊR

  • 2017 25 COTMEH | Daxuyanî

Bi wesîleya salvegera 25’e mîn ya kesayeta pêşeng, şoreşger, tekoşînvan û fermandara mezin a jinên Kurdistanê, Gülnaz KARATAŞ (Bêrîtan Hêvî) de, tevahî şehîdên ku canê xwe di oxira şoreşa Kurdistanê de feda kirin e, her wiha hevrê Azîme, Gurbeteli ersöz, Arîn mîrkan, Stêrk, Hebûn, Rojda, Sema, Şevîn, Dilîşan yên li ser şopa Bêrîtan meşiyan û di şoreşa Bakûrê Sûriyê de gihîştin mertebeya şehadetê bi rêzdarî bibîrtînin. Em soza xwe ya bi şehîdan re carekî din nû dikin.

Di sedsala 21’mîn de, Fikir û felsefa Rêber APO ku pêşkêşî jina Kurd kirî re, di pêşengtiya tevgera jinên Kurd de tekoşîna jinan ya li hemberî feraseta desthilatdar û pergala mêrê serdest xwe gîhandiye astekî ya rêxistinî, leşkerî, civakî, siyasî, çandî û exlaqî. Lewma îro pergala serdest bi destê hêzên faşîst, nijetperest, olperest yên weke çeteyên daiş’ê êrîşî jinan dikin. Tirsa herî mezin ya pergala mêrê desthilatdar dijî tirsa ji jina azad e. jina Kurd di dîrokê de timî bi sekna xwe ya welatparêz, îsyankar û berxwedêr li hemberî zihniyeta fewdal û jinê bê vîn dîtiye li berxwedaye. Ji dayîka xwedewand Staran bigire heya Besê û Zarîfe yan, ji Leyla Qasim bigire heya şîrîn Elemûliyan, ji Sarayan bigire heya Zîlan, Sema, Viyan, Bêrîtan, Arîn, Şevîn û bi deh hezaran şopdarên weke wan dîroka jin ya azadiyê bi xwîna xwe nivîsandin.

Fermandara mezin Bêrîtan Hêvî di tevgera azadiyê de, ji bo tevgera azadiya jin bû sembûla xeta berxwedanê. Şoreşgera mezin rêheval Bêrîtan di şerê sala 1992’yan de, li hemberî artêşa faşîst ya dewleta Tirk û her wiha li hemberî Hêzên paşverû yên herêmê hatibû dest pêkirin de heya kêliya dawî şer dike û ji bo nekeve destê dijmin xwe ji zinaran ve daveje. Bi şehadeta fermandar Bêrîtan re Rêber APO yekemîn artêşa jina Kurd ava kir. Ji bona wê şoreşgera mezin Bêrîtan ji bo hemû jinên Kurd li hemberî xeta îxanetê temsîla xeta jina azad û berxwedêr dike.

Em weke yekîneyên parastina jin YPJ’ê xeta fermandar Bêrîtan ji bo xwe dikin çavkaniya tekoşîna li dijî çeteyên daiş’ê. Em tekoşîna xwe ne tenê ji bo azadiya jinên Kurd dimeşînin, em ji bo tevahî jinên Cîhanê tekoşîn dikin. Weke YPJ’ê em dibêjin heya ku jinekî blindest hebê em ê tekoşîna xwe bimeşînin.

Li ser wê bingehê em carekî din fermandara mezin Bêrîtan, şehîdên meha Cutmehê, şehîdên şoreşa Bakûrê Sûrî û tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bibîrtînin û cardin soza bi cih anîna hêvî û xeyalên wan tînin ziman.

          

Fermandariya giştî ya YPJ

24.10.2017