BÊRÎVAN BÛ NAVÊ HESKİRİN WÊREKÎ Û RÊHEVALTİ YÊ

  • 2018 4 13 | Gotar

 

Di hindek demên zehmet de heskirin û girêdan bûyîna rêhevaltiyê ji mirovan re dibe hêza herî mezin. Wate dayîna jiyanê, demên zor û zehmet jî ji girêdanbûyîn û hes kirina jiyanê derbas dibe. Ji ber vê ye ku Bêrîvan bi lehengiya xwe ji bona pir rêhevalên xwe bû mînaka jiyan rast jiyan kirinê.

Nas kirina min bi Heval Bêrîvan re 2016 çêbû. Dema ku dest pêkê min Heval Bêrîvan dît tişta ku bala min kişand rûkeniya li ser ruyê wê û ew çavên wê yên xweşik û bi xweşik bûyîna wan çavan li jiyanê mêyze kirina wê bû. Di nava jiyanê de dorhêla ku tê de bû bi kenê xwe Heval li derdora xwe kom dikirin. Tişta ku dihişt Bêrîvan her demê rûken be hes kirina wê ya jiyanê bû. Her demê digot ku ‘’eger mirov ji jiyanê hes bike û bi wê hes kirinê nêzî derdora xwe bibe wê demê emê karibin bibin hevalê rêhevalên xwe’’. Piştî ku demekî di nava yekîneyê de em bi hevre man pêngava rizgar kirina Minbicê dest pê kir. Di pêngava Minbicê de rêheval Bêrîvan di nava grûba me de wek  alîkarê B7 cihê xwe digirt. Di nava grûbê de jî ji hevalên ku moral didan Hevala yek ji wan jî heval Bêrîvan bû. Hêrsa wê ya li hemberî dijmin li kêleka vê hêrsê yekemin car tevlî bûyîna wê ya ji pêngavê re dihişt ku kelecana wê ya Tolhildana rêhevalên Şehîd û Rizgar kirina ax û gelan hîn bêhtir zêde bibe.

Di rojên ku Pêngav bi hemû germahî ya xwe berdewam dikir, di milekî de hêstên kêyfxweşî di me de dida ava kirin di milê din de jî xemgînî ya Şehadetên rêhevalên me hebû. Lê me zanî ku her rêhevalê kî me dema Şehîd dikeve bi hêviyên tekoşîn wê her demê berdewam be çavê xwe li jiyanê digre û ber bi bê dawî bûyînê ve diçe.

Di şevekî ku hemû stêrkên ezmana û heyverona ku bi hemû ronahiya xwe şewqa xwe dida rûkeniya hevalan em ber bi gundekî ku ji çeteyan paqij bikin ve dimeşiyan. Bi ketina me ya malên destpêkê gund re Heval Bêrîvan ji min re got ‘eger di gund de pevçûn dest pê bike tû yê min di grûba parastinê de nehêlî’’ bi wan gotinên Hêval Bêrîvan re carekî de li şûna bê dengiya gund dengê fîşek û allah ekber cihê xwe girt. Pevçûn dest pê kir. Heval Bêrîvan bi çek, slogan û tilîliyên xwe bersiva dijmin da. Piştre dema ku bi telîmatê Hevalan em sekinîn ber bi siharê ve Rêheval Bêrîvan bi pênûsa xwe dest bi nivîsê kir. Dema ji bona rewşa hevala pirs kirinê ez hatim gel wan min mêyze kir kû Bêrîvan bi pênûsa xwe ve berê xwe daye ronahiya heyveronê û dinivîsîne. Dema min heval Bêrîvan wisa dît min jê re got ‘’ Di nava vê pevçûna di navbera me û ya dijmin de tu çi dinivîsînî’’ H. Bêrîvan bersiva ‘’ dest pê kirina her tiştekî bi wateye ji bona vê ez jî tevlî bûyîna xwe ya pêngava destpêkê dinivîsînim. Wê demê ji ber rewşa me ya di nava dijmin de nivîsandina wê pir zêde di min de fikra wate dayînê ava ne kir. Lê piştî ku Şehîd ket min dît ku her girêdan bûyînêkî wê ya bi kêlîyekî jiyanê re di çi astê de mezine. Dema ku derdor rohnî bû bi vê re ketina me ya nava gûnd ew sekna rêheval Bêrîvan ya li hemberî dijmin ji bona me hemû yan jî dibû çavkaniya hêz girtinê. Her demê digot ku pêwiste heta dawiya pêngavê her bihostek axa ku em gav bavêjinê em biser bixin. Roja ku vesaziya H.Bêrîvan ji grûbekî din re çêbû min nizanî ku wê zivirandina wê nebe. Beriya ku Şehîd bikeve bi çend roja di rojnivîsa xwe de ji ber ku ez ji jiyanê pir hes dikim ez naxwazim zû Şehîd bikevim nivîsandibû. Lê wekî her rêhevalekî me yê Şehîd Rêheval Bêrîvan jî di nava dîroka berxwedaniyê de navê xwe hişt.

 

                                                                       Ülkem Tekoşîn