Bİ RONAHİYA ROJÊ EVÎNA AZADİYÊ MEZİN DİBE

  • 2018 5 7 | Gotar

 

Ev demekî dirêje dixwazim ji bona te binivsînim lê belê bi rastî zehmetiyê wê pir zêde ye ji ber ku kêlî bi kêlî xwe lêpirsîn kirin dibe mijara sereke. Beriya ez dest pê bikim dixwazim kêm be jî xwe bidim nasîn. Ez li Rojhilatê Kurdistanê mezin bûm û bi eslê xwe ji Makû’ yê me. Hîn temenê min pir biçûk bû lê min her tim dixwast li çiya jiyan bikim ji ber ku min nav û dengê Tevgera Azadiyê û ya te jî bihîstibû. Min heta 15 saliya xwe her tim bi xeyala dîtina te û tevlîbûna Tevgera Azadiyê re jiyan kir. Rojek ji rojan heval hatin gundê me û ez beşdarî refên azadiyê bûm, piştre jî ber bi çiyayên azad ve meşa min ya bê dawî dest pê kir. Di qadên azad de çav û dilê min her tim li benda dîtina te bû. Dema ku ez derbasî perwerdeya şervanê nû bûm wê demê hevalên li wir gotin; “Serokatî girtiye”. Bi rastî dema ku min bihîst û heta niha jî ji ber vê yekê gelek tengasî jiyan dikim lê heta niha bi kesekî re jî min parve nekiriye. Bi vî rengî ez beşdarî jiyan û fikrê te yê azad bûm.

Dema ku difikirim gelo ezê çi li ser te binivsînim, wê demê pir zehmetî dikişînim. Rêberê min heta niha mirovekî wekî te ne hatiye li ser rûyê erdê. Pir kes derketin lê belê kesekî ji bo wekhevî an jî ji bo azadiya jinê encamên diyarker negirt. Ez dizanim em weke jin di gelek mijaran de kêm dimînin, tekoşîn dikin lê çiqas encamên xurt digrin an jî jiyanekî serkeftî de bi israr nêz dibin? Ji ber vê yekê her tim li navenda dil û mejiyê min de tenê hebûn û evîna mezin ya Rojê cîh digre. Ez dixwazim mezin bifikirim û bibim şopdara şehîdan. Bi salane ji bo azadiya gelan têdikoşî û berxwe didî ji ber vê yekê ji bo ku ez bikaribim bibim bersiva jiyana te ez ê her tim hewl bidim. Te heta niha ji bo azadiya tevahiya jinan tekoşînekî bê hempa da û her berdewam dikî ji bo vê em bi hebûnê te re xurt dibin û mezin dibin. Ji nava tarîtiyên herî kur, te em derxistin û berê me da Roj’ê. Bi hezaran jinên weke; Berîtan, Zîlan û Semayan ji bo rêya azad canê xwe dan ber agiran û bûn remzên ronahiya jiyanê. Ji bo ku ez bikaribim bibim şopdara wan hevalan ez ê her tim mezin jiyan bikim û mezin bifikirim.

Hebûna te di dilê dijmin de tirs û xofên mezin ava dike. Ji ber ku tu di rêya heqîqetê de tekoşînekî bê eman didî ji bo vê hêza herî xurt derdikevê holê. Gelên azadixwaz bi vê hêzê roj bi roj nêzî serkeftinê dibin. Bi ronahiya rojê evîna azadiyê mezin dibe. Ger ramanê te rast were xwendin wê demê em ê ber bi jiyana rast ve bi kelecanekî mezin bimeşin.

Ez dizanim li hember rastiyê te ez pir kêm dimînim ji ber vê yekê her tim bi xwe re di nava şerekî de me. Dema ku mirov bi rastiya xwe re rû bi rû werê wê demê dikarê gav bavêjê. Jiyana ku li derdora ramanên te ava bûye weke deryayekî kur û dagirtiye. Rêberê min ez ê di nava vê deryayê de bibim dilopekî av û ji bo mezin jiyan bikim her tim xwe lêpirsîn bikim. Ji bo pênase kirina te pênûs û lênûsa min  têrê nake lê ezê hewl bidim ji bo ku her tim ji bo te binivsînim.

                                                           Ji Pênûsa Şehîd Arjîn Zagros