Bİ STRANÊN XWE BÛ NEWAYA JİNA AZAD

  • 2018 5 11 | Gotar

 

Ji Tevgera Azadiyê re tevlîbûna heval Mizgîn ji ber pirsgirêka azadiya jinê zêdetir, ji bo azadiya gelê Kurd bû. Ji ber di wê dema tevlîbûyî de gelê Kurd tine dihat hesibandin û bi tinebûn û inkarê re rûbirûbû. Ew jî weke her jineke Kurd tevlî doza azadiya gelê Kurd bû.

Hevala Mizgîn di temenekî pir ciwan de berpirsyartiyeke giran hilgirtiye, beriya werê çiyayên azad ên Kurdistanê li Ewrûpa, demeke  dirêj di nava xebatên çand-hunerê de cîh girt. Di van qadan de hem xebatên hunerê rêvebir û hem jî di pêşketina hunera azad a Kurd de di asteke pêşeng de rola xwe leyîst.

Heval Mizgîn di pêvajoya rizgariya netew de, di demeke şerê mirin-mayîna gelê Kurd  tê de dihat jiyîn şer bi rûhekî hunerî girtiye destê xwe û bîryara tevlîbûna ji refên gerîlla re daye. Piştî demekê di akademiya Mahsûm Korkmaz de ma û pişt re gihiştiye çiyayên azad. Di destpêkê de weke fermandarekê çi berpirsyartiyeke wê nebû. Lê wê, asta pêşketina xwe ya di qada hunerê de, di qada şer de jî daye nîşandan. Zekaya wê ya her tiştî zû bi  zû têdigihije û fêrdibe, dihêle ew di qada şer de jî pêşketinan bijî. Hevala Mizgîn a berpirsyartiya eyaleta Garzanê dike, di encama qomployekê heya fîşeka xwe ya dawiyê şer dike, di 11’ê Gulana 1992’an de bi egîdî şehîd ketiye.

Heval Mizgîn, hewl daye ji êşên gelê Kurd re hem di hunerê de hem jî di şer de bibe bersiv. Tekoşîna gelê Kurdistan û gerîlayan kiriye stran. Bi  newayên xwe yên xweşîk ve hewl daye êşên gelê Kurd bîne rewşa deng, watedar bike û ji êşên gel re bibe derman. Coş û keyfxweşiyên gel dikir stran. Feresata hunera şoreşger weke tekoşîn û şerê sereke girt dest. Hem afirand hem jî kire kiryarê. Aliyên hunera şoreşger a bîrdozî, polîtîk û zanistî girt cîdiyetê û ji zagonên pêşketina hunerê re hakîm bû. Ev hem jiya, hem jî di jiyana xwe de da nîşandan.

Heval Mizgîn pêwîstiya divê şoreşgerek di heman demê de xwediyê taybetmendiya hunermendî jî be kire kiryarê, tevahî aliyên divê di hunermendê şoreşger de hebe, di şexsê xwe de da nîşan û nûnertiya vê rastiyê kir. Xebata xwe weke stran bêje rêvebir. Dîsa di nazdariya hunermendekê ve lê li ser bingeha zanistiyê xebatên xwe dana meşandinê ji xwe re esas girt.

Wê, tevger û tekoşîna Tevgera Azadiyê ji bo di Kurdistanê de navenda nû ya hunerê çavkanî dît. Baş dizanî ku bêyî Tevgera Azadiyê di Kurdistanê de tekoşîna hunera azad pêş nakeve. Ji ber dizane di Kurdistanê de huner miriye, ya mayî jî nabe huner. Bi derketina Tevgera Azadiyê ve huner zindî bû, rûh û dilê hunera azad şînbû. Heval Mizgîn ev baş dît, xwest di dil û rihê xwe de bibe zimanê vê hunerê. Kete nava hewldana jiyîna rihê hunera şoreşger û ji wê re teşe dayînê de. Mînak çalakiyên gerîla kire stran, ji xwe re erk dît ku bi dengê xwe ve tekoşîna azadiya gelê Kurdistanê bigihîne mirovahiyê. Li ser vê bingehê nirxên nû yên Tevgera Azadiyê afirandiye, di tama stranan de jiya û bû abîde.

Heval Mizgîn bu dil, çav, guh û dengê gerîla û gel. Di Kurdistanê de dilê mezin û çavê mezin, dil û çavê şoreşger e. Çi deng weke dengê ku şoreşger derdixînin nexweşîk û bi bandor e. Di vê wateyê de heval Mizgîn, hem hunermend hem jî şoreşger e. Dilê wê yê şoreşger ji bo şoreşê diavêt. Tevahî hestên germ û kur ên di nava dilê jinên Kurd de bi huner û stranên xwe ve îfade kir. Di vê hêlê de ew, bû dengê jina azad a tekoşîna azadiya Tevgera Azadiyê afirandiye.

Li dijî bêvînatî û bênasnametiya zorbatiya pergala 5000 salî ya desthilatdar ku li ser jinê ferz dikir, wê bersiva ku pêwîst dikir bi huner û şerkeriya xwe ve daye. Heval Mizgîn di şexsê xwe de da nîşandan ku jina şer dike azad dibe, jina azad dibe xweşik dibe, her ku şer dike ji xwe bawer dike. Ku ev bi hunerê re dana meşandin, jiyana wê hîn zêdetir watedar kiriye. Di dilê xwe de raperîna bêdeng a jina Kurd rakirinê ve bûye îfadeya razber a hêvî, bawerî û vîna jinê. Bi hezaran jin hêviya xwe ya azadiyê di stranên heval Mizgîn de dît in û tevlî refên gerîla bûn. Jina Kurd bi keyfxweşî û coşa xwe gihandina çavkaniya afirandina cewherê xwe yê xweser ve, xwedî ji bîrdozî û felsefeya RÊBER APO derketiye. Gelek jinên Kurd Zîlan’an, Bêrîtan’an, Sema’yan hewl dane bi newaya egîdiyê ve ji dengê xweşik û ji vîna heval Mizgîn re bibin bersiv. Dilê xwe kirin nava dilê wê yê mezin ji dansa agir re can û rihdan.

Dema RÊBER APO jin kişande nava refên Tevgera Azadiyê , jin tenê weke hêza şer negirte dest. Tevlîbûna jinê ji aliyê çandî û hunerî nirxand, ji wesf û çandahiya şer re xwest estetîzmê bide qezenç kirin. Ev hest jî herî zêde di heval Mîzgîn de dît. Di afirandina hunera şoreşger de hêz û berpirsyartî dayê. Weke ku Rêbertî daye diyar kirin, ‘‘di mercên tekoşînê ya herî zehmet de hunera ku bê kirin wate û nirx qezenç kiriye. Xeleka zirav a di navbera şer û huner de daniye holê û ruhê berxwedana hunerê derxistiye holê. Hestên huner dê di nava darhola şer de derbikeve, ji bo vê zemînê herî guncav di çiyayên azad ên Kurdistanê de ye.’’

Li ser vê bingehê peymana xwe bi hevala Mizgîn re çêkir. Hevala Mîzgîn a ji xwe re kiriye hedef ku bi RÊBER APO re hevaltiyek rast bike, stranên azadiyê yê herî xweşik bi hevalên xwe yên gerîla re parvekiriye. Her dengekî, guleyekî ji bo wê weke enstrûmana herî xweşikbû. Tilîliyên hevalên wê ji bo wê bangawaziya azadiyê bû. Di dorhêleke wisa de bû newaya hêviyê û pêl bi pêl di nav gel de belav bû. Ji ber wê, ava jiyanê ji RÊBER APO û ji çiyayên Kurdistana azad girtibû. Ew her wisa bû mînaka herî mezin a jinên Kurd, gihandina qîrên jinên egîd ên ji bo radest nebin xwe li Dêrsimê ji latan avêtine. Ji  tevahî cîhanê re gihande nava tekoşîna Tevgera Azadiyê

Tişta ku divê di salvegera şahadeta heval Mizgîn de bê kirin, wê bibe xwe û hunera xwe ji nû de li ber çavan derbazkirin. Em çiqas xwediyê vê xetê derketin, me çiqas wate da vê dengê xweşik, me girêdana di navbera huner û şer de çiqas çêkir, me êş û keyfxweşiyên gelê xwe çiqas di dil de hîskir û li gorî vê ferasata hunerê pêşxist?

Divê her hunermendekî Kurd vê pirsyarê ji xwe bike. Ger em îro dikarin pir caran qala hunera şoreşa Kurdistana azad bikin, ev bi xêra ked û hewla heval Mizgîn û hevalên di tekoşîna azadiyê de şehîd ketine ve derketiye holê. Ya girîng rast xwedî vê mîrasê derketin e û ew xebata wan a nîvçe mayî domandin û pêşxistine.

                                                                                  Komîteya Çand û Hunerê