BAWERÎ DIBE HÊVÎ HEQÎQET DIBE EŞQA ROJÊ

  • 2018 6 19 | Gotar

 

Di her kêliya jiyan kirinê de watedar kirina demê bê guman bi asta yekbûyina rih û hêza pêşdîtinê ve tekîldar e. Di tekoşîna azadiyê de bûyina mîlîtanê kêliyê jî bi şopdariya rastiyê ve girêdayî ye. Têkîliya di navbera demsalan de çawa be, çawa ku hevdû temamkirin, berdewam kirin hebe heman tişt di felsefaya azadiyê de jî tê jiyanî kirin. Elbet jiyaneke li ser esasê gihêştina azadiyê herikandina xwe berdewam dike û hevdû temam kirin li ser bingeha heqîqatê yekbûneke xurt ava dike. Di kesayeta şehîdên afirîner de jî mirov dikare pênaseya hebûn û afirandina xwe bike ji ber ku ew dibin çavkaniya; jiyan, heqîqet û watedayînê. Ji bona vê em bi yekbûneke mezin di rêya şopandina jiyanên rast de dighêjin xeyal û hêviyên xwe.

Hêza tekoşîna me ya azadiyê, bi berxwedana hêzaran salan a gelan ve dagirtiye û ev hêza pêşdîtinê heman demê de dewlemend kirina jiyanê ve tekîldar e. Di her kêliyê ku jiyan û şer bilind bûyî de bê guman rastiyên ku qedera wê demê diyar dikin jî hene û ew jî di bingeh û wateya herî rast de, dîroka civakekê  diparêzin. Her afirandineke ji ya beriya xwe ne qut e ji ber vê yekê pedivî heye ku herdem bi naskirina dîroka gelan re rêya rast ya berdewam kirina jiyanê werê diyar kirin. Ger ku mayîndekirin û dewlemendkirina afirandinê werê zanîn û hîskirin wê deme, em dikarin bêjin ku, di wateya herî rast de rêya lêgerînvanan ji aliyê evîndaran ve tê ronî kirin. Di kêliya şer û jiyanê de wateya avakirin û dewlemend kirinê jî bê guman bi bilindkirina alên azadiyê ve pêkan dibe. Berxwedanên ku di roja îro de tên jiyan kirin elbet ji bo lêgerînvanan di wateya peyama siberojên azad de ye ji ber vê meşa ku ber bi rojê ve diherikê, digihîjê heqîqetê. Tovên azadiyê roj bi roj mezin dibe û di Berxwedana Serdemê de rehên jiyana azad ava dike. Di her hebûnekê de eşqa gîhandina Rojê, dibe bingeha tekoşîn kirinê. Bi tekoşînên mezin re riya berbi Rojê ronî dibe, şewqa rêhevalên me dibe sedema berxwedanê. Hebûna wan dibe baweriya serkeftinê. Di her dilekî de bawerî û îradeyên mezin dibe hêvî, dibe heqîqet. Her ku bi hêviyên mezin ve werin girêdan ewqasî jî di meşa azadiyê de gavên herî serkeftî wê werin avêtin. Ji ber vê evînên ku têne jiyan kirin weke deryayeke diherikin, bê navber jiyana azad digerin.

Şehîdên me yên qehreman jî di şopa rêheval Zîlan de meşaleya azadiyê roj bi roj hîn geştir dikin. Destanên berxwedanê bi rihên serhildêr dibe nîşaneya tekoşîna gelên afirîner û ew li hember dagirkeran dibin hêrsa serdemê û tola hezaran salan digrin ji ber ku ew şopdarê xeta Zîlan û Berîtanan in. Ger ku em di vê rêyê de bi înad û îsrar tevbigerin wê peyama roja îro jî baş werê fêmkirin.

                                                                  Sema Sozda