BERFÎNA DEŞTA HERANÊ

  • 2017 mijdarê 26 | Pekrewan

Hevala Berfîn 2013 an tevlê bû. Em di perwerdeya şervanên nû de bi hev re man. Piştî vesaziya perwerdeyê ew derbasî cepha rojhilatê Kobanê bû. Piştî demekê me dîsa ew firset dît ku bi hev re bimînin û tevlî şer bibin. Taybetmendiya ku herî zêde dihîşt ez ji heval Berfîn hez bikim hevaltiya wê bû. Em timî wê dibêjin hêza me ya herî mezin yê manewî hevaltiya me ye. Ez wê feraseta jiyanê di hevala Berfîn de fêr bûm. Ji ber wê di hevaltiya xwe de xwe gihandibû  asta ku her tiştî ji bo hevaltiyê û ruhê hevaltiyê feda bike. 

Hevala Berfîn di demeke kin de erk girt ser milê xwe û di şer de di asta taximê de pêşengtî ji hevalan re dikir. Di demeke wisa kin de ji bo hevalan pêşengtî kirin, hêz û ji xwe bawerbûyîn dixwest. Hevala Berfîn ew sekin û tevlîbûn da raberkirin. Ji ber ku heval nû bû, carna tengasî jiyan dikir û pêwîstiya xwe bi perspektîfên rêvebrtiyê didît. Lê tu carî ew zehmetî li pêşiya xwe nedikirin kelem. Li ku derê şer hebû hevala Berfîn tê de bû, li ku derê kar hebû ew li wir bû, ku derê ciyê herî zehmet bû ew diçû wir. Lê tu carî jî gazinc nedikir û heya ku ji dest wê dihat xwe herî baş tevlê dikir. Di wan milan de hevala Berfîn bi fedakartiya xwe ji bo me mînak bû. Ji ber ku timî dixwest ji bo ku hevalên wê zehmetiyê nekişînin ew zehmetiyan jiyan bike. ji bo wê jî tim li kur baya xwe dida pêş.

Hevala Berfîn di nava salekê de xwe di her mijarê de pêşxist. Di jiyana xwe de timî çi tiştê baş hebaya ew ji xwe re esas digirt, û li ser wê bingehê xurt kirina îradeya jin û jineke azad ava kirin ,ew pêşketinên xwe timî domandin. Di 2014 an de piştî ez birîndar bûm, xeber hat gotin ‘’ hevala Berfîn şehîd ketiye.’’ Şehadeta hevala Berfîn ji bo min jî û ji bo hevalên ku bi heval Berfîn re mane jî pir zehmet bû. Ji ber ya herî çalak di nav me de hevala Berfîn bû û herî zêde jî wê dikarî xwe di felsefeya Rêber APO de kûr bike û xwe ava bike. Ew potansiyela pêşketin, guhertin û veguhertinê di hevala Berfîn de pir li pêş bû. Me hemû hevalan pir jê hez dikir. Ji ber wê jî şehadeta hevala Berfîn ya ewqas bê dem û zû li ser me pir tesîr kir.

Hêvî û xeyalên hevala Berfîn pir mezin bûn. Yek ji xeyalên wê ji hêvî û xeyalên wê jî dîtina Rêber APO û dîtina paytexta Kurdistan Amedê bû. Lê di demeke kin de şer li Kobanê giran bû û hevala Berfîn di şerê cepha rojavayê   Kobanê de gihîşt şehadetê. Hevala Berfîn di wî şerê giran de jî pir rol  lîst. Gelek caran heval ji çemberê xilas kirin û timî weke jiyanê di şer de jî ji hevalan re pêşengtî kir. Rûxmî temenê wê yê ciwan, wê jî navê xwe di dîroka şer û berxwedaniya Kobanê de nivîsand, û bi hezkirin û pêşengtiya xwe, xwe di dilê her hevalî de bi cih kir.

Hevala Berfîn tenê perwerda şervanên nû dîtibû. Lê bi xwendina felsefeya rêber APO û bi jiyanî kirina Rêber APO di demeke pir kin de xwe gîhand asta milîtantiya herî bilind. Hevala Berfîn jineke şerker bû û rêbertî fêm kiribû. Xwe gihîştandibû ew asta jina heqîqetvan ku rêbertî û hemû jinên cîhanê dixwest. Her çiqas kêmanî hebin jî hevala Berfîn ew têkoşîna xwe bê rawestan dom kir û gihîşt asta jina azad.

Em bi şehadeta wê pir xemgîn û hestiyar bûn. Lê hevala Berfîn ew ji me nedixwest. Şehadeta wê her çiqas ji bo me giran be jî, ew meşheleya riya me ye û pêwîste em weke jinên ciwan ji xwe re jiyan, tevlîbûn û sekna milîtananiya hevala Berfîn esas bigrin. Em tenê dikarin bi kesayeta bi îrade û zane ya jina azad ku dixwaze pergala 5 hezar salî ya mêrê serdest tune bike, bibin bersiv û têkoşîna wê dewam bikin. Tenê bi tevlîbûn û xwestekeke têkoşînê ya wisa em dikarin şehadet û kesayeta fedayî, fedar û pêşeng ya hevala Berfîn bêmirinî bikin.