BERXWEDANA 14’Ê TÎRMEHÊ BÛ BINGEHA ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

  • 2018 3 7 | Gotar

 

Jiyan Heleb

Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa civakî ye. Şoreşa gelan li hember pergalên dewletbûyî yên ku bi hezaran salan di şexsê jin de li ser gelan zilm dimeşand dest pê kir. 19’ê Tîrmehê xwedî mîras û dîroka berxwedanê ye. Ji bo mirov şoreşa 19’ê Tîrmehê bi lêv bike pêwîste vegerê girîngiya meha Tîrmehê. Meha Tîrmehê di hişmendiya Kurdê vê serdemê de weke meha berxwedanê tê bi nav kirin. Berxwedana li zîndana Amedê hate meşandin bû bingeha avêtina tova şoreşa Kurdistanê. Şoreşa rojava xwedî bingehekî xurt yê nirxên civakî ye. Nirxên civakî bi ked, felsefe û paradîgma netewa demokratik, ya ku Rêber APO ava kir hunandiye. Ji ber em dikarin bejin ava kirina şoreşa 19’ê Tîrmehê encama keda 20 salan ya Rêber APO li Sûriyê da derket holê. Ji ber wê şoreşa Bakûrê Sûriyê îro di cîhanê de bûye mînak ji hemû gelan re.      

Mirov dema pêvajoya 7 salên şoreşê yên derbas bûyî dinirxîne gelek pêşketin hatine ava kirin. Di her pêngavekî de hêvî û xeyalên azadiyê dihatin jiyan kirin. Li hember pergalên serdest berxwedana gelan di her dema dîrokê de bê navber berdewam kiribû, lê cara yekê di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi rengekî rêxistinkirî pêşket. Ji ber vê şoreşa Rojava bi armanca bûyîna bersiva hêviyên hezaran salan, derket ser dika dîrokê. Şoreşa Rojava li ser xakên Kobanê dest pê kir û pêl bi pêl belavî hemû herêmên din yên Bakûrê Suriyê bû. Bê guman, Kobanê xwedî dîrokeke pir kevnare, ji ber vê yekê li Kobanê dest pê kirina şoreşê jî, ne tesadûfe. Di dîrokê de konfederasyona eşîrtiyê her tim li hember desthildarî serî radikir ji ber vê çand û kevneşopiya berxwedanê ya bi kok li vê herêmê pir serwere. Di heman demê de dihat wateya li hember desthiladariyê sekinandinê. Piştre bandora şoreşê li ser herêm û bajarên dîtir jî çêbû. Civak li hember dagirkeriya sedsalî disekinî, ev gaveke dîrokî bû. Beriya ku şoreş dest pê bike rêjîma Baasê ya serdest li hember hemû Kurdan polîtikayên helandinê pêşdixist, dixwest rûmeta gelan ji holê rabike lê, bi 19’ê Tîrmehê re celladên Kurdan û pê re jî yên hemû gelên bindest hate dorpeç kirin û ev serî rakirin di civakê de baweriyeke mezin da ava kirin. Li hember hêza gel a yekbûyî ti hêz nedikarî bisekine ji ber vê bajarê Kurdan bi vî awayî yek bi yek hatin rizgar kirin. Ev yek di nava civakê de kêyfxweşiyeke pir mezin da ava kirin, bi şoreşa gelan re xelaka kolebûnê ya ku di dîrokê de heta roja îro weke tarîtiyekî li ser gelan hatibû pêçandin, bi hêza gelan re di roja îro de dihat perçe kirin. Bi gavên dest pê kê re êdî ti hêz ne dikarî pêşiya hêviya azadiya gelan bisekine.

Li Efrîn, Heleb, Cizîr, Dirbesiyê, Rimêlan û Serêkaniyê bi hêviyên şoreşê re berxwedaniyên pir mezin hatin jiyan kirin. Di herêm û bajarên dîtir de derdora dijmin hate pêçandin, ne dikarîn berxwe bidin ji ber vê ew der bi vî awayî ketin deste gel bi xwe. Lê di Serêkaniyê de şerekî dijwar bi pêşket ji ber ku li Serêkaniyê ne tenê rêjîm li kêleka rêjîm şerê me bi Artêşa Azad re jî dest pê kir. Bi bihara Ereban re ew jî xwe bi rêxistin kiribûn, beşeke mezin a gelên ereb jî ji wan bandor bibûn. Di nav xwe de xwe bi rêxistin kiribûn lê, pir zû ketin bin bandora dewletên derve, ji bona vê bi dewletên herêmê ve hatin girêdan. Ji xwe dewletên herêmê di şer de bi polîtîkayên dewletên derve re girêdayî bûn. Bi taybetî dewleta Tirk, li hember destkeftiyên şoreşê pir bê tehemmûl nêz dibû. Tirkan, bi armanca tine kirina hêza derketî, di bin navê Ceyş-El Hûr de berê çeteyên El Qaîde li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê dan û bi vê armancê çete di dest pê kê de li Serêkaniyê êrîşên xwe pêş xistin. Li hember Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kê şerê çekdarî li Serêkaniyê hate jiyan kirin, dûvre jî li Efrînê, Qestel Cindo û Helebê berdewam kir. Dewleta Tirk, Qatar, Suudî û çeteyên ku dibûn alîgirê wan bi armanca tine kirina şoreşa Rojava êrîşên herî dijwar pêş xistin. Dema ku êrîş pêşdiketin herkes digot wê di demeke pir kin de şoreş bi bin bikeve, bi mirovên bê cewher, bê nasname re li hember îrade û fikreke serbixwe şer dan dest pê kirin ji ber vê xeyalên wan pêk nehatin. Li Serêkaniyê şerê me li hember Cebhet- El Nusra dest pê kir. Wê demê pêşengtiya wî şerê jin dikir. Cara yekê jin bi rengê xwe, bi xwezayîbûna xwe, bi hemû aliyên xwe yên paqij derdiket kolanan, li deşt, bajar û kolan bi kolan bi cewhera xwe re parastina xaka xwe dikir. Ji bo azadiya xwe li benda ti kesî nedima ji ber ku ew êdî bi hêz û baweriya xwe pêşengtiya hebûn û vejîneke nû dikirin. Ji ber vê şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa jinê ye. Bê guman di dîroka gelan de her dem jin di nava gelek tevgerên şoreşê û di nava tekoşînê de cîhê xwe girtiye, kar kiriye û bi îrade beşdar bûye lê bi dest pê kirina şoreşa Rojava re jin cara yekem bi awayekî ji xwe bawer parastina kolan û gûndê xwe dikir. Di dîrokê de jî gelek tevgerên tekoşînî de jin cîhê xwe girtiye lê, cara yekem li deşt û gundan jin, çek hil dida ser milê xwe û li hember dijminên dîrokî liberxwe dida. Bi rihê berxwedanê re mîrasa berxwedana jinan gihêşt radeyeke cudatir û jin di nava gel de pêşengtiya serdemeke nû dikir. Ji ber vê dema ku keçên ciwan çekê xwe radihiştin û di çeperên şer de bi îradeya xwe beşdar dibûn wê demê bi xwe re di nava civakê de hejandin û zindîbûn jî didan çê kirin. Ne tenê civaka Kurd herkesê xwedî keramet ji vê hêzê bawer kirin û beşdarî tekoşînê bûn. Dema ku dîtin keçên ciwan di çeperan de şer dikin parastina xakên xwe dikin wê demê bandor dibûn, baweriya xwe bi jinê danîn û ew jî beşdarî vê tekoşînê dibûn. Ew jî hêşt ku di dest pê kê de xeleka kolebûnê ya ku bi taybetî di nava pergala eşîrtî de werê şikandin û pê re tevahiya civakê de bandoreke hate çêkirin.

Bi dest pê kirina tekoşînê re di nava civakê de hêdî hêdî asta zanebûnê jî pêş diket, xakên xwe heta dawî diparastin. Hişmendiya zilam a hezaran sala bi şoreşê re hildiweşiya, jin bi seknên berxwedêr li hember civakê dibûn xwedî helwest. Jinên ciwan bi hêviyên azadiyê re jiyan kirin, berxwe dan, di nava dîrokê de derketinên xurt dan çê kirin. Pir kesên ku ji ber şer berê xwe dan welatên xerîbî piştî demekî kin dîsa vegeriyan cîh û warên xwe ji ber ku berxwedana jinan ji bo herkesî di asta waneyên pir bi bandor de bû. Ji  ber vê hêviya jinan di ava kirina civaka nû de bû bingeha herî xurt. Di serdema niha de jin dibe afirînera jiyaneke nû. Hêviyên azadiyê di çavê jinan de dihate hîskirin. Kesek nedikarî li pêşiya jinan bisekine ji ber ku bi xwe parastina xwe pêş xistin,  ji ber ku jin bi çanda xwe re girêdayî bû lewma bû pêşenga şoreşê. Şoreşa Rojava di kesayeta jina azad de hat nasîn ji ber ku jin bi çanda xwe re girêdayî ye. Cara yekê di çeperên pêş de serkeftinên pir xurt dihat bi dest xistin. Bi hêz, îrade, bawerî beşdarbûn di herkesî de moraleke pir mezin dida ava kirin. Ji ber ku jin rêya azadiyê nas kiribûn ti hêz nedikarî li hember vê baweriyê bisekine. Çeteyên herî hov li hember hêza jin şikestin û nedixwestin bi destê jinan werin kûştin.    Ji ber vê jin li Rojavayê Kurdistanê nasnameyeke nû da ava kirin. Li hember îradeya jin çete bi bin ketin. Li ser esasê parastina cewherî, parastina gund û warên xwe şoreşa Rojava bû şoreşa jinê, jin bi cewher û hêza xwe di nava vê rastiyê de cîh digirt. Xelekên azadiyê bi rêya berxwedanê bi hev re girêdidan. Dema ku çete li Serêkaniyê şikestin wê demê di nava gel de bawerî û bandoreke mezin çê kir. Dûvre jî serkeftinên ku di berxwedana herêmên din de jî weke berdewamiya xeleka azadiyê pêşket.

Keç û xortên vê xakê ji bo parastina civaka xwe berdêlên giranbiha dan lê bi berxwedanên dîrokî re ji bo tevahî gelan bûn hêviya pêşerojên azad û wekhev. Şoreşa Rojava bi xwezayîbûn û cewhera gelên azadixwaz re pêşket ji ber vê rastiya şoreşê ji yên din cudatir bû. Bi pêşengtiya jinan dest pê kir, bi tekoşîn û berxwedanên dîrokî re di tevahî cîhanê de bû nav û deng. Bi jinên ciwan re serdestiya zilam di nava pergala eşîrtî de hate şikandin. Jina Kurd cara yekem bû, di nava şerê çekdarî de bi vî rengî cîh digirt lê danehevên siyasî hebûn. Dîsa jinên ku di nava netewên cuda yên Sûriyê de dijîn hîn zêdetir bi zext û tepisandinan re rû bû rû diman ji bona vê şoreşa Rojava weke yekena rêya xilasiyê derket ser dika dîrokê. Bi taybetî ji bona jinên ereb bû hêviya rojên azad. Ev rêxistinbûn li ser mîrasa tekoşînê pêşket û li hember kolebûnê hêzeke mezin derket holê. Keçên ciwan di eniyên herî pêş de şer kirin û li hember feodalîzmê bû qêrîna sedsalan. Bi komeke biçûk dest pê kir û niha li her derê Bakûrê Sûriyê bi hezaran jin ji her netewî ji bona jiyaneke azad û wekhev têdikoşin. Di rojên herî zehmet de hemû gelên ku li hember serdestiyê serî rakirin, bi çandên hevpar re ji bo ava kirina Netewa Demokratîk bûn yek dil.

Jinên Ereb, Sûryan, Tûrkmen û hwd. ji pêlên şoreşê bandor bûn û biryara beşdarbûna refên azad dan. Di bingeha xweseriya Demokratîk de çeperên berxwedanê roj bi roj dihatin mezin kirin. Lêgerîna jiyaneke nû bi xwe re seknên herî berxwedêr da ava kirin, jin bê ku tirs bijî berê dida çeperên herî pêş yê tekoşînê û li wê derê dibû xwedî serkeftinên bi nirx. Ne tenê di warê leşkerî, di heman demê de di warê birdozî û siyasî de rêxistinbûneke xurt pêş ket û jin di her qada tekoşînê de pêşengtiya vê yekê kir û heta roja îro di biryara serxistina tekoşîna gelan de bi îsrar jiyan dike. Jinên Êzîdî yên ku bi salane di nava dorpeça desthiladariyê de jiyan dikirin dema ku bi destê çeteyên Daîşê hatin revandin û di sûkên Reqqa û Dêrezorê de hatin firotin bi hêrsa tolhildanê berê xwe dan tekoşînê. Di rêya parastinê de gaveke pir xurt ji aliyê jinên Êzîdî ve hate avêtin. Ji ber vê şoreşa Rojava, bandora xwe li ser tevahî gelên ku xwedî hêviyên azadiyê bûn kir. Bê guman pêşengtiya vê bi jina Kurd dest pê kir û heta roja îro jin ji her netewî beşdarî tekoşîna azadiyê dibe û parastina civaka xwe dike û pê re jî ji bo azadiya xwe dibe xwedî berwedanên dîrokî. Bi Kurdistanê dest pê kir, bi Sûriyê re berdewam kir û dewletên cîran jî ji hêza azadiyê bandor bûn û di cîhanê de jî bandor da çê kirin.

Pir kesên xwedî fikra sosyalîzmê ji dewletên biyanî berê xwe dan Şoreşa gelan ji ber ku herkes dixwaze hêza gelan a yekbûyî nasbike. Di çeperên herî pêş de kenê li ser rûyê jinan bandor li ser wan kesan dida çê kirin û li hember vê yekê matmayî diman. Hin caran wate jî ne dihat dayîn. Ew di bin navê azadiya takekesî de kolebûna civakê nabînin û nas nakin ji ber wê dema ku jinên şerker di çeperên şer de dibînin wê demê lêgerîna wan jî pêş dikeve. Jin xeleka kolebûnê qetandibû û bihûşta jiyanê bi destê xwe dida ava kirin. kêliyên azadiyê weke bihûştê bi rengê jinan diyarî gelan dihat kirin.

Heviya hemû hevalan serxistina şoreşa gelan bû. Ji ber vê bi şoreşa Rojava re dest pê kir lê bi hêviya hemû gelên azadixwaz re li her derê Bakûrê Suriyê ev pêla şoreşê belav bû û ji bo tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê jî bû mînaka herî şênber a civaka azad. Şoreşa Rojava bû; şoreşa Kurdistan, şoreşa Rojhilata Navîn û ber bi cîhaê ve herikî. Çawa ku mirovatî kêliyên xwe yên dest pê kê li Rojhilata Navîn jiyan kir û ber bi cîhanê ve herikî û piştre şaristaniya serdest bi rêya zilmê, bi rêya kûştin û komkûjiyan kir nava dorpeçê, bê îrade hêşt, kir kole, şoreşa gelên azadixwaz jî li Rojava des pê kir û ber bi cîhanê ve herikî. Ji ber vê şoreşa Rojava li  hember vê serdestiyê serî rakirina gelan bû. Pir hêzên hegemonîk xwestin hêza şoreşê tine bikin an jî ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin lê belê, ti hêz nekarî li pêşiya hêza yekbûyî ya gelan bisekine. Di milê rih û fikir de yekbûna gelên şerker li hember hêzên dagirker dibe hêviya kêliyên azadiyê. Berdêl çiqas giran bibe jî wê şoreşa Rojava û Bakûrê Suriyê pêşengtiyê ji tevahî gelên cîhanê re bike û bi hêza xwe ya cewherî werê mayînde kirin. Di rêya rast ya jiyana azad de biryara gelên şerker bi xwe re serkeftineke xurt ava bike.

Çawa ku heval Sara bi fikra azadiyê berxwe da bê gûman rihê fedayî yê şoreşê di encama mîrasa heval Sara de pêşket. Hêza şoreşê bi kesayeta heval Sara dest pê kir îro ji bo tevahî jinan bûye hêvî. Berxwedana 14’ê Tîrmehê bû bingeha şoreşa 19’ê Tîrmehê ku îro nayê lewaz kirin. Şoreşa Rojava roj bi roj hêza bi hêza xwe ya azadiyê bandorê li ser gelên xwedî hêviyên wekheviyê ne dide çêkirin ji ber vê şoreşa Rojava bû şoreşa gelan û ya tevahî jinan.