BI EŞQEKÎ MEZIN BER BI AZADIYÊ VE DIÇÛ

  • 2018 10 كانون الثاني | Gotar

Bajarê Amûdê ji aliyê dîrokî ve girîngiyeke xwe ya pir mezin heye û bi salan e dijmin li ser wî bajarî jî polîtîkayeke taybet yê asmîlasyonê dimeşîne û êşên pir giran pê dane kişandin. Amûdê bajarekî wisa ye ku bi welatparêztiya xwe û serî rakirin li hemberî zilmê tê naskirin, lê ji aliyekî din ve jî bandora PDKê li ser hatibû çêkirin. Ji ber wê jî tevlîbûna ciwanên Amûdê di  nav şoreşê de pir girîng bû. PDKê bi riya civînên di bin navê netewbûnê û bi riya şerê tayet û teknîkî ve tevlîheviyên mezin çêdikir û milet li dijî pêdiviyên pêvajoyê dixist di nav tevgerê de.

 Ji bo ku mirov behsa bîranîn û jiyana hevalên şehîd yên ku divê şoreşê de ked dane  û pêşengtî  kirine bike, dilekî pir mezin dixwaze. Ji ber ku van hevalan bi şerê xwe, qehremantî û sekna xwe ev serkeftin îspat kirin.

Heval Peyman Elî  yek ji tevlîbûnên despêkê ya hevalên jin di  şoreşa Rojava de ji bajarê Amûdê bû. Şehîd bûna hevaleke wisa ji bo me wendahiyeke mezin bû. Lê di heman demê de bû wesîleya ku jin û ciwanên Amûdê çalaktir tevlî şoreşê bibin. Di wî warî de bandoreke erênî ya heval Peyman li ser gelê Amûdê çêbû. Heval Peyman ji malbateke welatparêz xwedî şehîd û tevlîbûn bû. Ew jî wek gelek  ciwanên bi wan polîtîkayan re rûbirû mabû. Em demeke kin di navanda YPJ ya Amûdê de bi hev re man. Di konseya leşkerî ya bajarê Amûdê û di fermandariya YPJ Amûdê de cihê xwe digirt. Ji ber wê jî   tekoşîn û keda heval Peyman ji bo ku rêxistinê nas bike û bigihîje azadiyê pir mezin bû. Di wî warî de mijarên ku bi xwe re guhartin dida çêkirin jî hebûn. Heval Peyman yekîniya ku tê de bû û ji bo bajarê Amûdê bi giştî jî mînak bû heta mayîna gelek hevalên ciwan di nav refên parastinê de bi hevaltiya heval Peyman ve girêdayî bû. Pir ciwanên ku bi siyaseta dijmin re rû bi rû diman bi sekna heval Peyman bandor dibûn û beşdarî şoreşê dibûn.

Heval Peyman, hevaleke ciwan bû û demeke dirêj jî nebû ku tevlî bibû lê rastiya Rêbertî û rewşa jinê ya ku têdeye fêm kiribû û li ser wê bingehê tekoşîn dida. Roj bi roj lêgerînên wê yê azadiyê mezintir dibû û xwesteka wê ya azadiyê zêdetir dibû. Heval Peyman bi sekin û tevlîbûna xwe yek ji  fermandarên pêşerojê bû. Potansiyela wê ya taxtîk, fêrkirina çekan û armanca bi karanîna çekan lêkolîn dikir û dixwest fêm bike. Dema xebatên siyasî dida meşandin, polîtîkayên şerê taybet bi gel dida fêmkirin. Heval Peyman di perwerdeya rêxistinê de xwe kûr kiribû û ev kûrbûn di hevalan de jî dida avakirin. Çi qas perwerde kin baya jî her tim nêrîneke wê hebû. Dixwest tiştên kevin bide guhertin û tiştên nû ava bike û dixwest taybetmendiyên xwe yê paşverû biguherîne. Jinek bû ku dixwest cewherê xwe yê azad careke din bide zivirandin û dixwest rastiya jina azad bi jinên kurd bi taybetî jî bi jinên Amûdê bide naskirin.

Ji bo ku heval di giraniya berpirsiyariya şoreşê de bû di gelek xebatan de cih digirt. Perwerda ku despêkê çûyê li ser esasê ku biçe Efrînê, perwrdeke pir serkeftî bû û ev perwerde di saziya ziman,  xebatên nava gel û di nava YPJ'ê de bi pratîk kir. Ji xebatên çand û hunerê û ji dîlanê pir hez dikir. Dîlanên ku dizanîbû heval fêr dikir. Pir bi xwestek, coş û moral tevlî jiyanê dibû. Mirovek ku wisa tevlî bibe tê wê wateyê ku dixwaze di xwe de şoreşa exlaqî û wîjdanî ava bike. Heval Peyman gava yekem bi çand û zimanê kurdî dest pêkir û li ser wê bingehê tiştê ku fêr bû da fêrkirin taybetmendiyeke wê ya wisa hebû. Şer weke hunerekê didît. Li kur, çawa darbe li dijmin bide ev hemû hesab dikir û rolê xwe di şer de aktîf dilîst. Bi cesaret û bawerî şer dikir û di şer de hertim serkeftin esas digirt. xwesteka wê ev bû ku di şer de hêza jin derbixîne holê û ji bo wê jî pir ked dida. Şerê êkdarî îdîolojîk digirt dest.

Pêngava ku heval Peyman tê de şehîd ket, ji bo rêxistinê pir giring bû. Heval Peyman jî bê teredut tevlî hemleyê bû. Ez û heval Peyman di vê hemleyê de bi hev re bûn. Şerekî pir dijwar nêzî 5,6 saetan ajot. Her çiqas bi mere teredut  hebû jî, heval Peyman bê qaygî şer dikir û hemû mermiyên xwe jî bi îsabet davêtin. Di vê pêngavê de heval Peyman hertim serkeftin esas girt û gihîşt meqama şehdetê.

Şehadet ji bo me ne tiştek wisa ye ku jibîr bibe. Şehîdên me ji bo me manîfesto û felsefeya jiyan û tekoşînê ne. Ez bawer dikim ku Heval Peyman jî ji bo tevahiya jinan û hemû ciwanan bi taybetî jî ji bo gelê Amûdê bû çavkaniya serkeftinê û niha ji bo her kesî bi taybetî jî ji bo min sembolek e. Şehadet ji me re pir bi êşin lê ewqasî jî me bi hêz dike. Şehadeta heval Peyman jî bandoreke erênî li ser jiyan û tekoşîna me kir. Ji vir û şûn ve jî wê şehadeta wê ji bo me her tim sebeba tekoşîn û azadiyê be û ew ê her tim di dilê me de jiyan bike.

Heval Peyman ji bo min jî rêhevalek wisa bû ku ez ê her tim wê ji bo xwe esas bigrim.Demên ku min pê re jiyan kiriye ez tu carî weke bîranîn nagrim dest, ez ê rojane pê re jiyan bikim û ez ê wê bidim jiyandin.

                                                                                                Rêhevala Wê Ya Tekoşînê