BI KEDA XWE BÛ RONAHIYA JIYANÊ

  • 2017 29 kanun | Gotar

Heval Ronahî eslê xwe ji Merdîn/Dêrika Çiyayê Mazî bû. Me hevdû 2012'an meha Tebaxê nas kir, weke tîm komutanî hat yekîneyên me. Heval Ronahî ji malbateke welatparêz bû. Pir mirovên wê jî di nava tevgera azadiyê de cih digirtin. Weke emir ji min piçûktir bû, lê sekna wê ya jiyanê pir xurt bû, ku xwe weke dayîk xwediyê malê didît. Taybetmendiya wê ya herî balkêş ku her dem berpirsyartiyeke di astekî bilind de nîşan dida. Li hemberî jiyanê xwedî kedeke mezin bû. Kedê ku tê dayîn mirovan radike asta herî bilind. Heval Ronahî bi keda xwe ya di jiyanê de dihat naskirin. Yanî dema Heval Ronahî tê bîra min ked tê bira min. Di xwezaya jinê de taybetmendiyên wisa hene, lê ku tu li pergala îro mêze bikî jin cewhera xwe hunda kiriye, jê dûr ketiye, lê Heval Ronahî hunda nekiribû. Di vê derê de rola tevgera azadiyê jî bêguman heye. Milîtanên vê tevgerê bi keda xwe, xwe di vê jiyanê de digirin. Taybet li Qesrok ku di sêgoşeyê Bakur, Başûr û Rojava de me xebatên altyapî mewzî, şikeft çê dikir, erzak dikişand. Me amadekariya zivistanî dikir. Çiyayê Qesrok cihê ku mirov 3 seat hildikişiya. Siharê zû derdiketin, heta 10'ê şevê digihiştin noqtê. Rojekê bîle hevaleke kêm bibe, 4 hêstir barkirin û ev qas rê mirov qederekê diweste. Lê dîsa jî Heval Ronahî çend car min hişyar nedikir û diçû ser erka xwe. Di berpirsyartiya wisa de hestiyarbûna hevaltiyê tê de xuya dikir. Em mehekê di pratîkeke giran de man, me qet nedît Heval Ronahî bê moral bûye. 
Dema mirov Ronahî bêje, ronahiyeke ku di xwezaya jinê de heye ev tê bîra mirov. Ev hestiyar û berpirsyartiya ku di jin de heye, ev tê bîra mirov û kêleka wê ked tê bîra mirov. Weke kevneşopiyeke ev tê, malbateke welatparêz bû, qederek kes di nav tevgerê de bûn. Herî dawî dîsa qederek kes tevlî bûne. Ev li hemberî şoreşê berpirsyartiyeke mezin e. Bajarê wan, Merdîn di Şoreşa Kurdistanê de yê ku xwediyê kedeke mezin e. Di wê axê de dem dirêj nema be jî, li gorî wê axê jiyankirin di Heval Ronahî de hebû. Li kêleka wê di Kantona Cizîrê de şehîd ket. Kantona Cizîrê zaten Merdîn e. Navbera wan de sînorek sexte heye. Yanî dîsa li welatê xwe şehîd ket.
Li çiyayê Kurdistanê hemberî dagirkerî şer kir, milîtantiya demê kir. Bi zarokên vî gelê re hevaltî kir ku mirov tu carî ji bîr nake. Mînak bû. Welatê ku hatibû dagirkirin, bi keda şehîdan şoreş çêdibe û ji bo vê şoreşê biparêze hat di welatê xwe de gihişt şehadetê.
 Li Rojava min Heval Ronahî nedît, lê çend resmê wê min dît. Di rûyê wê de, sekna wê de diyar bû ku ev taybetmendiyên xwe parastibû. Çavên wê, rûyê wê her bi ken bû û her di liv û tevgerê de bû. Belkî resîm sabît e, lê çav, sekin diyare ku her tim di tevgerê de ye. 
Rêhevala Wê Ya Tekoşînê