BI NÊRÎNA JIN LI DÎROKÊ TEMAŞE KIRIN

  • 2018 7 7 | Gotar

 

Îtîraza me; ji feraseta dîrokê ya ku zeman ji mekanê ji hev daye qutkirin, feraseta dîrokî ya bi keliyê tê îzahkirin, tenê bi nivîs, tablet, wêneyên bidest yên dîwara re hatine qewartin û heya roja me ya îro tê, heye. Helbet em vê berhevê girîng dibînin. Lê em bawer dikin ku dîrok jî, di heman demê de wek zeman zindî ye. Zeman çawa diherike, dîrok jî weke zeman diherike. Zeman çawa ku encama berî kêliya niha ye û koka kêliya dema pêşe, dîrok jî ji doh ve heya îro di hafîza me ya civakî de hatiye neqişandin û di nexşeya genên me de bi berdewamî diherike. Em bi vê bawerin. Em dîrokê ji diyardeyeke ku gelek teng hatiye eşkerekirin wêdetir, tam jî di herikîna jiyana me de ya ku rê dide me, weke zeman, weke mekan, weke hafîza dinirxînin.

Em îdda dikin ku qodên bûyer û diyardeyan di xeta dîroka rasterast ya di pey hevdû de hatine rêzkirin weke têgihîn û feraset nirxandin derveyî rihê zemanê ye. Li hember feraseta nêr ya zemanê rasterast û xêzikî, em dibêjin zemanê dorveger ya mê ye. Bi qasî bi watekirina herikîna zeman di kêliyê de, bi vekolîna di zeman de em dixwazin biherikin demên pêş. Em hedef dikin di kultên anafatma de, di çîrokên periyan de, di evîna Mem û Zînê de, di stranên dengbêjan de, di rîtuyelên serê salê de û di gelek rastiyên din yên hatine windakirin de heqîqeta xwe bibînin, girêdana xwe ya bi gerdûnê re ji nû ve ava bikin. Em ji dil bawer dikin ku di vekolînek wiha de emê hemû bi hevdû re bi Jineolojiyê ji bo jiyana bi wate û azad gavan bavêjin.

Mixabin em di serdema ku civak, zeman, mekan, di nav giştîbûnê de heya şaneya xwe ya biçûk hatiye perçekirinê de jiyan dikin. Dibin navê zanistê de ev hevpariya ku hatiye parçekirin, gef li yekparebûna jiyana civakî ya bi zeman û mekan re jî dixe. Jiyana ji heqîqeta xwe hatiye qutkirin weke ku diqîre. Ne tenê di jiyana mirov de, di qîrê hemû zindiyên de em vê bangê dibihîsin. Çavkaniyên ku berbi tinebûnê ve diçin, hêjmara mirovan ya zêde, jiyana ji zeman û mekan hatiye qutkirin, komên çekên nuklerî, pêwendiyên ehlaqî yên ku wateyên xwe winda kirine, zindiyên ku tine dibin, zimanên ku tine dibin, loda mirovên ku ji hevdû biyanî dibin…Di çavkaniya van karesatên ku hîn zêde dikarin werin hêjmartin de, eşkereye ku mentiqê bi qanûn û bîrkariyê re girêdan heye. Gerdûn û weke herikîna gerdûnê, dîrok bi awayê hebûneke zindî bidestgirtin zêdetir, zîhniyeta ku van rastiyan weke diyardeyên werin desteserkirin, bi qanûnên nayên gûhertin werin venêrînkirin tê nirxandin. Çavkaniya vê zîhniyetê rast çareserkirin, bixwe re girîngiyek mezin radigire. Bi taybet jî, dîrok bi dema dîtina nivîsê re dest pê kirin, ev bi dema Sûmeran re dayîna nîşandan, jiyana mirovan ya ku ji sedî 98 di beriya wê dîrokê hatiye jiyankirin ji nedîtîve hatin, bûye bingehê zanista îro. Zîhniyeta rahîbên sûmeran di zîhniyeta zilamên zanistê de hebûna xwe berdewam dike û ev jî mijareke bê nîqaşe. Ma wekî din, di demek ewqasî kin de felaketên ku tên jiyankirin emê çawa rave bikin?

Her wiha ji bo bi hezaran zindiyên ev dema ku tê destnîşan kirin di heman demê de tên zanîn ku di gerdûnê de wekî din jî bi mîlyaran çêbûn hene. Dîroka ku zindiyan û bi taybet jî mirov wek mijar digire dest, zemanê vê pêşketinê destnîşan dike. Bi qasî vê jî di serî de demsal, gelek vegerên zeman yên din jî di avabûna zindiyan de rewşeke ji neçariye û ev jî tê zanîn. Bi qasî ku ti hebûn bê zeman tine ye, zeman bixwe jî hebûneke û ev yek ji aliyê tevahî zanînên cuda de tê pejirandin. Cardin her zemanê hebûna bi xwe jî heye. Lê ev nayê wateya ku yekîtiya dem û avabûnên din tine ye.

Di aliyê mekan de jî civakên ku xwedî çavkaniyên dewlemend yên şînahiyan, çavkaniyên avê û hebûna ajalan, dibin xwediyên bingehên bihêz. Gera heqîqeta mirovan ya winda bûye ne di cemserên qeşayê de di nava Mezopotamya yê de gerîn, yekbûna zeman û mekanê bi vê derê ve girêdayî ye. Her wiha hemû hêzên cîhanê bi berhevên xwe yên şer di Mezopotamya yê de xwe bicîh kirine. Lê di Mezopotamya yê de tekoşîna rastî cara yekem hêzên şaristaniya demokratik bi armanca lêgera heqîqeta xwe, her wiha jin, gel, çand, bawerî û gelek hêzên xwe bi hewildana avakirina sîstema xwe vê tekoşînê berdewam dikin û ev şerê li vê derê yên hêzên cîhanî bi armanca astengkirina vê hewildanê tevdigerin. Em ji eşkerekirina vê rastiyê jî kêm namînin.

Bi pêşengiya Rêber APO, re bi navê Modernîteya Demokratîk, yên ku di erefata gîhana sîstembûnê de ne û di her qadê de sîstema modernîteya demokratik saz dikin, liberxwe didin, tê hedefkirin ku ev berxwedan û hewildan werê fetisandin. Ev jî rastiyeke.

Heqîqeta mirovê azad ku ji mîtolojiyan heya olan, ji felsefê heya zanistê di her demên dîrokê de bi rêbazên cuda li rastiya xwe geriya ye, çawa ewqasî ji vê rastiyê hatiye dûrxistin, rast îzah kirin girînge. Gîhaneke an jî ya ku li ser fikrê mirovan hikûm dike bixwe jî dabeşiyên Kirdeyî-Camidî, îdealîst, materyalist destnîşan dikin. Li şûna van gîhanekan bi “û” yan pêwendî pêşxistin, li şûna qutkirin û kurtkirina cudabûnan, pêwendiyên di navbera wan de bihêzkirin dibe nêzîkatiyek diyarker.

Di sîstembûna şaristaniya kapîtalîst bi xwe de ev dûalîbûnên ku ristên mezin lîstine di avakirina dîroka ji rastiyê dûr de jî cardin xizmeta desthildarî yê dike. Lê feraseta dîrokî ya modernîteya demokratik ji navîna jiyanê derdikeve. Em difikirin ku derveyî îktîdaran kombûn an jî berheva hemû çandan bi awayeke şênber an jî berbiçav, wê rastiya dîrokî eşkere bike. Em bawerin ku di avakirina formên zîhnî û îradî de jî wê bi feraseta Serok APO ku dibêje “Dîroka Azadiyê (Dîroka Civakî)” gengaz be. Dîrok ne bi hûnera kesên jor civakê derketiye holê ye. Ji vê zêdetir, em dîrokê bi rastiya zeman û mekan ve                                                                                                didin hevdîtin, bi yekîtiya xwezayê re digirin dest.

Wekî din wek Jineolojî em hedef dikin nirxên şaristaniya demokratik bi taybet jî nirxên jinan yên ku di tariyê de mane cardin derxin rûyê rojê, bi qasî rêzdariya ji cudabûnan re, pêwendiyên di navbera wan de bihêztir bidin avakirin, bi awayeke hîn dorfireh mêzandina dîrokî hedef dikin. Em di rêyek rast de ne. Em vê jî bi pêhîsên xwe yên girêdana jin-xwezayê ve, derveyî zemanê nêr yên gerdûnî bi vegerînên heyvikê hîs dikin. Her wiha dema em li jiyana zindiyên temaşe dikin, em dibînin ku mêtiya zemanê vegerok destnîşan dike. Di heman demê de zemanê rasterast û xêzikî jî nêrtiyê destnîşan dike. Koka vegerînê dibe dorvegerîna heyvikê ya jinan. Bi berdewamî em hîs dikin ku derveyî zemanê nêr yê gerdûnî weke jin bi heyvê re, bi vegerînên heyvikî (regl) derveyî vî zemanê nêr em derdikevin. Em tam nizanibin jî em pêdihesin ku koka vê vegerînekê bi menesturuasyonê tê destnîşankirin. Li hember zemanê teqez, diyarker û pêşveçûna rasterast ya ku feraseta nêr ya zeman bi xwe re anî ye em vê feraseta xwe di cih de dibînin. Em difikirin ev wê bibe çem berbi rojên pêşde diherike, yên ku li jiyanê, xwezayê, civakê û hemû hebûnan bi xweseriya cudabûnan, wan diparêze.

Bi qasî armanca me ya dîroka jinan ji nûve nivîsandine, em di nava vê nivîsandinê de jî jinan bi ser dîroka heyî de venakin. Û cardin em tenê jinan li ser dîrokê nanivisînin. Di rastiyê de çerçeveya dîrokî ya heyî emê lêbipirsin. Bi berhevkirina hemû berhemên jin yên heya roja îro, ji nûve avakirina jiyan û civakê bi Jineolojiyê emê bigirin ser xwe. Bila şaş neyê famkirin, bi têgeha Jineolojiyê em behsa feraseta zanista ku dibin serweriya hin kesîman de ye behs nakin. Berovajî vê, emê wan ferasetên bi karesat ku her tiştî bi xwe re dike navend, zanista ku ji civak û dîrokê dide qutkirin bi hevdû re teşhîr bikin. Di vir de qesta ji têgeha Jineolojî; yên di navîna jiyanê, yên di lêger û biryara çareseriya şîfreyên hafizaya civakî de ne, di van mijaran de li herêma ku jê ji dayikbûyî de bi çand, kevneşopî, bi rîtûyel, bi zanebûna ku ev hemû şaneyên dîrokî yên jiyan dikin de ne, yên bi çavên jinan temaşekirina dîrokê biser xistine û yên ku hîs dikin ev wate bixwe ye, her kes, her yek, her gurûb, her qlan û her lêkolîn em dixwazin bibêjin ku parçeyek Jineolojî ye.

Bi zanebûna ku dîroka zindî, dîroka gotinî di me de jî berdewam dike, ev berhem wê gelek hêja bin. Em wek peyrevên wanên ku rihên wan, bedenên wan tevî axê bûne û yên koka dara nifşên me têr kirine ne. Em ji bîr nekin ku hafızaya civakî di me de berdewam dike. Ji ber wateya vê kêliyê encax em bi vî awayî dikarin bidin.

Em di serdema nifşên di derbarê her tiştî de fikrên wan hene, lê yên ku tiştekî nizanin de jiyan dikin. Ji ber vê sedemê em nifşên ku neçarin pir zêde wate li ser zeman bidin barkirinê ne. Di aliyekî de em xwedî derfeta teknîka ku hemû serdem û nifşan di nav hev de bi karibin nas bikin, hîs bikin bi wate bikin de dijîn û em di vê mijarê de bi sûdin ku ev teknîk û zanist heye. Lê ger ku em bikaribin bi baskên lêgerê yên bitilsimî bifirin! Dîrok di kêliya em jiyan dikin de berdewam dike. Herî zêde endamên Rojhilata Navîn vê baş dizanin, hîs dikin û jiyan dikin. Di kêliyê de dîrok, di dîrokê de kêlî, em bi yekbûna herdûyan, herkesî vedixwînin rêwitiya me ya pêşerojê. Ji her kesên ku dev ji mezinkirina heskirin, azadî, aşitî, biratî û hêviyên xwe di dil mejiyên xwe de bernedane re…

                                                                                                                                     ZÎLAN XELIKAN